Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

DÎLOK – Li cihê dawetê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Ji aliyê RÛDAW 20-8-2016
Dîlok

Navenda Nûçeyan– Li Taxa Beybahçeya navçeya navendî ya Şahînbeya Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê li dijî dawetekê êrîşeke bombeyî pêk hat di encamê de 30 kes mirin û 94 kes jî birîndar bûn.


Parêzgariya Dîlokê daxuyaniyeke da û diyar kir ku li Taxa Beybahçeyê ya girêdayî Şahînbeya navçeya navend duh saet 22.50yan de êrîşa bibombe hat kirin.


Di daxuyaniyê de hat gotin ku di encama teqînê de 30 kes mirin û 94 kes jî birîndar bûn.

 

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim piştî êrişê ji Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala û Parêzgarê Dîlokê Ali Yerlikaya agahiyên berfireh sitandin û piştre ji cîgirê xwe Mehmet Şîmşek, Sekreterê Giştî yê AK Partiyê Abdulhamît Gul û parlementerên bajêr xwest biçin Dîlokê.

 

Parlamenterê AK Partiyê: DAIŞê kiriye

 

Ji alîye dî vê parlamenterê AKPê yê Dîlokê Şamîl Tayar jî got: "Li gorî agahîyên ku ketine destên me êriş ji aliyê DAIŞê ve pêk hatiye."

Herwiha li gorî agahîyên Şamîl Tayar herî kêm 100 birîndar bûne û di wan birîndaran de gelek kes jî bi giranî birîndaran

HDP: Teqîn di daweta endamekî me de çêbûye

Civata Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ew êrîş li daweta endamên partiya wan de hatiye encamdan û diyar kirin ku ew weke HDP hem wan êrîşkaran û hem jî hêzên ku piştevanên wan êrîşkaran in, lenet dikin.

 

Piştî wê daxûyaniyê jî tevî hevserokên HDPê, şandeke ji HDPyiyan berê xwe dan bajarê Dîlokê.

Parlamenterê HDPê: Herî kêm 20 kuştî

 

Parlamenterê HDPê yê Dîlokê Mahmut Togrul jî ragihand ku di teqînê de zedetirî 20 kesî jîyana xwe ji dest da û her kêm 100 kes jî birîndar bûne.

Mahmut Togrul herwiha got: “Li gorî agahiyên ketine destên me teqîn ji aliyê DAIŞê ve hatiye kirin.”

Êrîş li dijî daweta Ziya Akdogan ê ji navçeya Perwariya Sêrtê bû pêk hat.

RTUKê jî derbarê bûyerê de qedexeya weşanê ya demkî ragihand.

 

 

 

 

 

 

 


Nîşankirin :
2396 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 19-1-2019 | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 19-1-2019 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.516 seconds