Piştî salên 1960an, gelek nivîskar, rewşenbîr û kesatiyên ronakbîr yên
Swêdî bi pirsgirêka Kurdistan’ê re mijûl bûe. Rêvebirê Partiya Sosyal
Demokratên Swêd’ê Klays Nordmark jî yek ji van e. Ew piştî dibe şahide zilma
Rejima Tirk, dibe dostê Kurdan.
Kawe Emîn / Swêd
Rûdaw: We
çawa biryara piştîvaniya Kurdan da?
Nordmark: Piştîvaniya min li xebata Kurd divegere sala 2004an,
wê demê li Zanîngeha Upsala Serokê Komela Siyasî ya Derve bûm. Bi mebesta
sefereke zanistî li ser pêşniyareke min, biryar hate dayin em serdana
Diyarbekir û Stenbol’ê bikin. Ya rastî, wê hefte ya em li Diyarbekir’ê bûn, bû
sedem ku li ser pirsgirêka Kurd çavê min vebe. Dema min xwendevanên Kurd didît,
hingê min hestpêkir ku li Tirkiyê Kurdbûn tê çi wateyê. Em diçûn çi cihekî
polisên sivîl yên Tirk li pey me bûn. Dema em diçûn derveyî Diyarbekir jî. Li
Zanîngeha Diyarbekir li gel xwendevanên Kurd û Tirk me beşdarêya xwepêşandanekê
kir. Wiha lê hat di navbera min û serokê polisan de nîqaşek çêbû, gelekî li ber
me dan ku em bi wan re herin qereqola polisan û çayeke wan vexwin. Lê di dawî
de bêzar bûm û min jê re got ku ‘em naxwazin.’
Piştî me Diyarbekir bicîh hişt, çar ji
wan xwendevanên ku mêvandarêya me kiribûn ji aliyê polisan ve hatin girtin û di
derbarê wan de lêkolîn hat kirin. Dixwestin bizanin ka em kîne û ji bo çi me
serdana wan kiriye. Piştî ku vegerêyam Swêd’ê, min gotarekî di derbarê serdana
me de nivîsand û tê de têbîniyên xwe yên li ser rewşa Kurdistan û Tirkiyê xist
ber çav. Ew gotar di Rojnama Aftonbladt de hat weşandin û yek rûpelê rojnamê jê
re hatibû veqetandin. Di heman rojê de li Stenbol’ê fînala pêşbirkê ya stranên Awrûpa
bû. Ev jî bû sedema ku Balyozê Tirkiyê yê li Stokholm xwe ji min aciz bike, ew
jî belgeyekî bû ku rastiya axaftinên min îspat dikir. Êdî ji wê demê ve ez li
dijî çewsandina Kurd tekoşînê Didim. Bêguman ne tenê li Tirkiyê, li hemû wan
herêmên ku Kurd tê de dijîn.
Rûdaw: Di
derbarê Kurd de toreke taybet a Partiya Sosyal Demokrat ya Swêd heye. Gelo we
çi kiriye heta pirsgirêka Kurd bi rengekî aştiyane bê çareserkirin? Hîç
hevkariyekî we li gel Sosyal İnternationalê heye?
Nordmark: Em dixwazin pirsgirêka Kurd li navxwe û derveyî
partiya xwe bêhtir bixin rojevê. Ew jî pêwistîyeke giring e bo çareserkirina
pirsgirêkê û afirandina aştiyeke demdirêj di pêşerojê de bo hemû Rojhilata Navîn.
Peywendiyên me yên baş hem li Swêdê û hem li Kurdistan'ê li gel partî û
rêxirawên Kurdî hene. Herwiha em piştîvaniya partiyên Kurdî yên destbirayê xwe
jî dikin. Wek mînak bername heye bo peywendî li gel hilbijardinên şaredarî yê
Tirkiyê di adarê de em korekî li darxin. Mixabin haya min jê nîne ku torên Kurdî
yên wek me gelo di nav Sosyal İnternationalê de hene yan na.
Rûdaw: Di
derbarê endambûna Tirkiyê ya Yekîtiya Awrûpa helwêsta sosyal demoqratan çiye?
Nordmark: Tirkiye jî wek wan hemû welatên ku daxwaza
endambûna Yekîtiya Awrûpa (YE) kirine pêwist e berî endamtiyê şertên YE cîbicîh
bike. Divê Tirkiye yekser dev ji înkarkirina mafê siyasî û mirovahî yê Kurd
berde. Mixabin zîndanîkirina Leyla Zana, nîşaneke ku hê gelek maye Tirkiye bibe
endamê YEyê.
Rûdaw: Ji
sala 1984an ve şerê navbera Tirkiyê û PKK berdewam e. Li gel ku PKKê çend caran
yekalî şerrawestandi ye. Lê Tirkiye ne amade ye pirsgirêkê bi awayekî aştiyane
çareser bike û li ser şer berdewam e. Gelo dem nehatiye YE fişarê bixe ser
Tirkiyê heta ku pirsgirêkê bi awayekî aştiyane çareser bike. Gelo nabe li gel
Partiya Civaka Demokratîk (DTP) rûnî ku wek şaxekî PKKê tê nasîn? Wek çawa li
Bakurê Îrlanda’yê heman pêvajo hebû?
Nordmark: Bi bawerêya min DTP karekî baş dike dema daxwaza
hevkariyê ji Swêd û welatên din ên Awrûpa dike. DTP pêşandaye ku bi berpirsyarane
tevdigere û dixwaze wek partiyeke sosyal demokrat ber bi pêşve here. Dema di
sala 2007an de wextê hilbijartinên giştî li Tirkiyê min serdana DTPe kir,
wêneyekî gelekî erênî min di wê partiyê de dît û hêvîdarim ku gorankarî bi
heman hêlê de herin. Hêvîdarim Artêşa Tirkiyê dev jî çewsandin û provakasyonan
û PKK jî dev ji xebata çekdarî berde. Kes ji nakokiyên şerbazî feyde nake. A ku
pêwist e, demokrasî û mafê mirov e. Berpirsyariyeke mezin ketiye ser milê
Dewleta Tirkiyê. Pêwist e piştî wê hemû çewsandina Kurd, pirsgirêkê bi rêyên
aştîyane çareser bike.
Rûdaw: We
biryar daye ku di 29ê Adar'ê de herin çavdêrêya hilbijardinên Bakurê Kurdistan
û Tirkiyê bikin?
Nordmark: Tevî çend endam parleman û nûnerên din emê herin
bo çavdêrêya hilbijartinan. Hêvîdarin ez bi xwe jî herim. Di sala 2007an de ez li
Parêzgeha Şirnex’ê bûm.
Rûdaw:
Piraniya Kurdan ji wê yekê ditirsin Amerîka û welatên din hêzên xwe ji İraq'ê
vekişînin. Ew jî dibe ku bibe sedema têkdana hevsengiya hêzan û bandora xwe li
ser peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û deshilatdarêya Bexda dirust
bike. Hûn çawa berê xwe dide vê pirsgirêkê?
Nordmark: Bi bawerêya min vekişîna hêzên Amerîka û welatên
din, bi başî bi rê ve diçe. Di vê dema dawî de, tundutujî kêm bûye û bi bawerêya
min daniştvanên wî welatî ji tirs û nearamiyê westiyane. Mixabin ku bi sedema
vekişîna wan hêzan pêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Bexda’yê
ber bi xerabiyê ve herin, hêvîdarim negîje wê rojê.
Rûdaw: Di meha
Gulana 2008an de we serdana Başûrê Kurdistan'ê kir. Hûn gorankariyên aborî,
demokratîk û mafê mirov li Başûrê Kurdistan'ê çawa dinirxînin?
Nordmark: Bi bawerêya min gorankarî pir pozîtîf in. Bajar
mezin bûne û xelk jî baştir dibe. Di warê aborî de pêşketin hene. Lê divê bac
bê zêdekirin û jiyaneke baş û xizmetguzarî bê dabînkirin. Li wir demokrasî jî
bi awayekî baş geş dibe. Lê belê baştir dibû ger azadiya raderbirînê bê
zêdekirin. Herwiha yeksaniya navbera jin û mêr bê misogerkirin, başkirina rewş
û mafê jinan pir giring e.
Rûdaw:
Dewleta Îran'ê hikmê darvekirinê bo jimareke çalakvanên Kurd da. Ji mamostayan heta
bi rojnamevanan û nivîskaran. Lê belê dinya bi giştî û Awrûpa bi taybetî bêdeng
e. Wek sosyal demokratan we çi kiriye ji bo sekinandina wê rewşê?
Nordmark: Rejîma Îran'ê li dijî Gelê Kurd gelek tawanan
kirine. Wek sosyal demokratan em wan tawanan wehşiyane û dirindane dibînin. Bi
awayekî pir ciddî di rêya pêwendiyên rasterast li gel Îran'ê û bi rêya
Neteweyên Yekbûyî û Awrûpa, em fişarê dixin ser İran'ê da ku ew pirsgirêk bê
çareserkirin. Herwiha ez pir acizim ji wan propagandeyên ku Îran dijî Kurdan
dike bo rewayiyê bixe ser tawanên xwe yê dijî Gelê Kurd. Mixabin divê wê yekê
jî bêjim ku heta Ehmedî Nejad li ser desthilatê be ne li benda gorankariyeke
xwiya me.
Rûdaw: Di
dawî de Hûn dixwazê tiştekî taybet ji xwendevanên Rûdaw re bêjî?
Nordmark: Ez li Bakurê Swêd li Norboten ji dayik bûme û li wir
mezin bûme. Dema serdana Kurdistan dikim, bo min wiha ye wek herim mala xwe ya Norboten.
Heta tu bêjî xwezaya Kurdistan'ê xweşik e û mirovên wê jî rûgeş in. Di adarê de
ezê serdana Başûrê Kurdistan'ê bikim û yek heftê bimînim. Bi dilekî xweş
dixwazim li wir pêşwaziya biharê bikim. Berê çi dema min serdana Kurdistan'ê
kiribe havîn bû. Vê carê dixwazim pêlaveke futbolê jî bi xwe re bibim û pir
dixwazim li ser axa Kurd bi topê bilîzim.
Klays
Nordmark
Nordmark 31
salî ye. Cîhgirê Sekretêrê Navnetewî yê Partiya Sosyal Demokrat ya Swêd’ê ye.
Serokê Komela Sosyal Demokrat û li Sondebenr'ê Endamê Desteya Rêvebirina Sosyal
Demokratan e. Berpirsê Tora Kurd e di nav sosyal demokratan de û
Sekretêrê
Komîta Piştîvaniya Mafê Mirov e li Tirkiyê. Herwiha ew di mezintirîn rojnama
herêmî ya Nordland de dinivîse. Kêfa Nordmark ji siyaseta derve, tendirustiya gel
û jîngehê re tê û evîndarê futbolê ye.