Munster
–
Fîlmê dokûmanter yê derhênerê Kurd Hesen İrandost, Kurdland di 18ê Nîsan’ê
de bi galaya xwe derdikeve pêşberê
temaşevanan. Kurdland ku dokûmantereke li ser jiyana Başûrê Kurdistan’ê ye 58
daqîqe dajo.
Gala li bajarê Münster yê Almanya tê lidarxistin û
di demjimêr 19.00an de destpêdike.
Dîmenên fîlmê ji alî kameraman Umit Göngördü ve
hatiye vergirtin. Seneryo û derhenerî jî ji alî Hesen İrandost ve hatiye kirin.
Wezîrê Rewşenbîrî yê Hikûmeta Herama Kurdistan’ê
Fellekedîn Kakeyî jî tevlî galaya Kurdland’ê dibe û wê beşdarê semînara li ser
fîlm jî bibe.
Di galaya Kurdland’ê de wê koma muzîkê Sonnige
Lieder / Stranên Rojê bi zimanên Kurdî, Farsî, Tirkî û Erebî bisitrên. Herwiha
wê Şivan Perwer jî di galayê de stranan bêje.
Navnîşana galayê wiha ye: Hörsaal H1 der
Universität, Hindenburgplatz 10-12 Münster.
Di derbarê fîlmê Kurdland de Rûdaw’ê bi derhênerê
fîlm, Hesen İrandost re hevpêyvînekî amadekir.
Rûdaw
- Fikra çêkirina fîlma Kurdland li cem te çawa û kengê peyda bû?
İrandost - Her ku min çavên xwe
vekirin, li derûdora xwe dinihêrt, zarokên hevpar di lîstikên min de, ne bi
zarava mala me diaxifîn û ne jî sond û qesemên dixwarin yên me bûn. Lîstikên
xerîb dilîstin û jê re digotin ‘leb.’ Dema mirov bi serdiket digotin ‘te dînê
lebê peqand!’
Dema mirov tiştek dipirsî, di bersîivê
de digotin, ‘ya?’ Em hîn bibûn di bersîva wan de me digot ‘nav giya!’ Hêrs
dibûn û nema bi me re diaxivîn. Roja din heman tas û hemam. Ev zarokên, hevparê
lîstokên me, ji wan re digotin Barzanî! Herkes ne Barzanî bûn, lê êdî ev nav
ketibû ser hemî koçberiyên Başûrî.
Ji salên 1979an wirve, pey rev û
koçberiya ji dîktatoriya Saddam, ji gund û bajarên Kurdistana İraq’ê li gundê buyîna min, mal, büro û mektebên xwe
ava kiribûn. Gelek caran dema qêrîn ji deriyê cînareke me bilind dibû, me
dizanî va laşê şehîd yê bav, yan jî brayê, Xorşîd, Sebrî, Teyîb, Haşim, Mesrûr,
Fikrî, Çavşîn, Hindrên, Amir an jî yekê din vegerandin Malê. Ez li Rajan’ê bi
dîmenên xweş û newxaşiyên wan re mezin bûm. Êdî rizgariya Kurdistana İraq’ê
bibû derdê min jî!
Çîrokên xweşî û nexwaşiyan vê demê, ji
xwe parekî ji helbest û çîrokên min in. Hertim di serê min de bû kû çîroka
nexwşiyan wan bi her şêweyekê nîgar bikim. Piştî rizgarîyê di sala 1991an de
bûm şahidê koçberîya giştî û vegera wan. Bi vegara wan para herî mezin,
dostaniyên zarokatiya xwe min wenda kirin.
Piştî xwendina rojnamevanî li
Gurcistan’ê, di sala 1997an de hatim Almanya. Li pey kar û nivis û xebatên
televîzyonê , çîroka ku bi salan di serê min de raçiya bû, bi wêneyên rasteqîne
ya azadiya Kurdistana İraq’ê têkel bûn û Kurdland jê derket.
Rûdaw
- Naveroka Kurdland çiye, tu bahsa çi diki bi fîlmê xwe?
İrandost - Kurdland, çîrokên
lerzêner ji serhatiyên neteweyekîne, delîl û argumentên li pey gerîn û
tepisandinê ne, Halebçe û Enfal e, vejîn û rabûna ji tunebûnê ye. Mirov û ax di
fîlm de xwe diselmînin. Ferheng û dabûnerît di fîlmê de dilivin, lê dîmenê reş hîn jî li rû û bejna kal û pîran
aliya ye!
Rûdaw
- Fîlm li kuderê û çawa hatiye kişandin?
İrandost - Kurdland, li pêvara
kevn ya pêşmerge û koçberî û zordariya Saddam digere. Li çiya, li zîndanan, li
qirkirin û li xweşiyan wan jî digere. Dîmenên dîrokî ji Kurdistan’ê rastîne
dike. Ji Düsseldorf a Almanya rêvîngya
xwe ya nûjen ya li pey azadiyê di balefirekê de destpêdike û vê carê ji
binaxeya azadî, avedanî, dîmenên turîstîk û sirûşt, werzîş, dem û destgeh, jin,
mêr, moda, mirov, hîphopên Kurdî, awaz û her tiştekî di lensa kamereyê de
dibîne û dinasîne. Daxwazên Kurdistaniyan ji bo hebûna welateke tena ji devê portogonistên
xwe dibihîse.
Rûdaw
- Fînansa fîlm çawa hatiye bidestxistin?
İrandost - Fînansa fîlm min bixwe
hilda ser xwe û beşeke tedarikatê jî ji Şîrketa Talin ya petrolê li
Kurdistan’ê, Endezer İdrîs Hatemî û erka teknîkê jî Vin Fîlm ya xwediyê vê Umut
Güngördü ye, hat bidestxistin.
Rûdaw
- Ji bo amadekirina vî fîlmî dezgehên Alman çi
alîkariya te kirin?
İrandost - Min ji tu kes yan
dezgehên tu derî daxwaza alîkariyê nekir.
Rûdaw
- Dezgehên Kurd yên pîşeyî û hukmî çawa pêşwaziya
projeyên wiha dikin? Te alikariya wan dîtiye?
İrandost - Ji bilî hevkariyên
belgeyî ku me karîbûn bi rihetî bilivin me tişteke din ji wan nedît. Belkî jî
alîkariyên ku min ji wan xwestin, ji nişkeve bûn.
Rûdaw
- Têkiliya te bi hunera sînemayê re çawa destpêkir?
İrandost - Ji ber ku li İran’ê,
ji bo zarokatî û genciya mirov tiştek wisa diyar tune ku mirov xwe pêve mijûl
bike. Armanca min li hember Awrûpa (muzik, reqs û awaz, geryanên gencane,
dîskotek ûhw...) qedexe ne, piştî malbat û dibistanê sînema rawestgeha mirov ya
sêyem e. Her tiştê ji wan sisiyan di miroveke coxrafya İran’ê de xurt in. Hin caran dema nîvro, li İran’ê herkes yek dû
saet radizê. Ji bilî sînemayê cihekî din nedihat bîra min, diçûm vêderê û
xeweke xweş min tê de dikir. Hîn ez
14-15 salî bûm çîrok û helbest parekî ji jiyana min bûn. Rolên sînemayî min li
ser zarokên hevparên listîkan de parve
dikir û me dilîst. Ji xwe vaye ev hoye, ji bilî xwendina edebiyat, rojnamevanî
tişteke din min li ber xwe nedît. Encam dîsa jî rûkirina li Tv û nîvîsandinê
bû.
Rûdaw
- Projeyên pêşerojê çine?
İrandost - Çîroka ku min sala
2004an de ji bo şehîdên 1ê sibatê li Hewlêr’ê
bi navê ‘Veger’ nivîsandiye û paşê min kiriye senaryo, ez amadekariyên
kişandina vê dikim.