Qedafî: Baasî Wek Nazîyan e û Mason inHewler
- Serokê
Lîbya'yê Mûamer Qedafî di bersiva nameya İzet Dûrî de jê daxwaz kir ku ‘wek
serkirdekî netewî û İslamî derkeve ser kolanan û piştgiriya berxwedana çekdarî
bike.’ Qedafî êrişeke dijwar bir ser Baasiyan û wan wek “Nazî” û ‘Mason”
binavkir.
Di vê navberê de Serokê Sûrî
Beşar Esad fermana şopandina Baasi’yên İraqî da û li aliyê din di navbera Baasî
û Hikûmeta Bexda’yê de jî hevdîtin didomin.
Alîkarê berê yê Saddam Husên, İzet Dûrî di nav serkirdên Baasiyan de
rayedarê herî mezin e ku heta niha nehatiye girtin. Li gor çavkaniyên nûçeyan
ew niha li Yemen’ê ye. Dûrî di nameya ku ji Qedafî re şandibû de êrişeke dijwar
dibe ser Rejima Sûriyê û ew wek “Nesîrî Alewî ” bi nav dike û dibêje “ti
cûdahiyeke wan li gel Rafîziyan (Şîa) nîne” û ew tehdîd dike: “Wê şerê me li gel wan wek vegerîna li
İslamê, şerekî domdirêj be.”
Di bersiva Qedafî ya Dûrî de
wiha tê gotin: “Em dixwazîn şer li dijî
dagirkeran bikîn ne li dijî Şîayan. Zanyariyên
girîng yên di derbarê civînên we yên li gel Îsraîliyan de hene. Ev yek tenê ji
bo germkirina nakokiyaya xûnawî ye û dûrî berxwedanê ye.”
'Baas,
Nazî û Mason e'
Ev lêktirazane di demekê de
derketin ku partiya navlêhatî li dijî proseya siyasî ya nû û hewlên aştîyanî ya
nîştîmanî helwesteke hevgirtî nîşan bide. Li gel vê yekê Baskê İzet Dûrî
dijberiya vê proseyê dike û bi awayeke aşkere alîkariya rêxistina El-Qaîde û
grûbên din yên çekdar dike. Baskê Mihemed Yûnis jî bi awayekî nermtir proseya
siyasî dinirxîne û çend caran jî li gel hinek aliyên İraqî ji bo vegera İraq û
destpêkirina karên siyasî ketiye nav danûstandinan.
Di nameya xwe de Serokê Lîbya'yê
êrişî kesên nêzî Saddam Husên
dike û daxwaz dike ku ew bên darezandin: “Ez
dest naxim nava destê wan taîfiyên di demê teng de serokê xwe bicîh hiştin û
gûleyekî jî bi Amerîkiyan ve neteqandîn. Em ji bo şerê li dijî Amerîkiyan
piştgirî dikîn ne ji bo kûştina İraqiyan ji ber ku Şîa ne. Rast e ez dijî
dardekirina Saddam Husên bûm, lê ez dijî Nazîzma Baasiyan jî bûm ku di deshilatdariya
xwe ya 35 salan de kûştinê kirine û ne xwedî tû nirx û prensîba ne.”
Qedafî di bersîva xwe de bi awayeke
dijwar Dûrî rexne dike û dibêje ku Partiya Baas ji aliyê Masonan ve hatiye
damezrandin: “Serokê koçkirî yê Misir'ê
Cemal Ebdûlnasir berî bimre ji min re got; ‘Baasî bi destê Masonan hatîn
çêkirin. Di dema xwe de bi fermana Brîtanya ji bo bergirtina li pêlên komunîzmê
ew fikir anîn. Niha jî wek hinek aliyên Ereb dixwazin ji bo sekinandina pêlên ruyê
Şîageriyê ew bikarbînin.”
Qedafî
Doza Dewleta Fatimî Dike!
Bersîva ku di Rojnameya
El-Bîne El-Ciddîd ya İraqî de hatiye belavkirin Qedafî wiha dibêje: “Şîa û Alewî berdewama Miqawe ne. Wê rojekî
jî bê Dewleta Fatimî li Bakûrê Afrîqa bibe deshilatdar. Ji ber hikmê Emewî û
yên li pey wan jî hatîn, hikûmraniyekî di qezenca walî û ew tiştên bi çêkerokên
jêre digotin Emîrên Musluman.”
Dema Dewleta Fatimî ji
Dewleta Ebbasî cûda bû, di navbera salên 909-1171ê zayînî de deshilatdariya
Sûriyê û Bakûrê Afrîqa jî kir. Qedafî di gelek boneyan de berevaniya wê dewletê
dike û xwe wek warîsê wan binavdike. Wî gelek caran îddîa kiriye ku wê rojekî li
Bakûrê Afrîqa ew dewlet dîsa bê avakirin. Qedafî di meha Adar a borî de li paytexta Morîtanya li bajarê Niwakşut
daxuyandibû ku hewlên wan yên ji bo damezirandina Dewleta Fatimî berdewam in û wê
rojekî jî bê ‘wê dewletê ragihênîn.’ Herwiha daxwaz ji mezhebên wek Durzî û
Şîayên İsmaîlî kir ku li gel Eşrafan ji bo damezirandina wê dewletê hevbigrin.
Esad
jî Dijî Durî ye
Di heman demê de piştî
aşkerebûna naveroka nameya İzet Dûrî, Serokê Sûriye Beşar Essed ferman daye
îstixbaratê ku Baasiyên alîgirê Saddam Husên bixin bin çavdêriyê û çavkaniya
pereyan wan ku ji welatên Ereb ji bo tê, diyar bikin. Li gor wê fermana Esed,
serpereştê karûbarên Baasiyên İraqî yên li Sûriyê nîştecih in, wê têkevin bin
çavderiya îstixbaratê. Balkêşe ku Rejima Sûriyê di heman demi de ji alî Amerîka
û hinek aliyên İraqî ve bi parastina Baasiyan û piştevaniya komên çekdar û tê
gûnehbar kirine.
Baas
Perçe Bû
Partiya Baas bi taybet piştî
girtina Saddam Husên di kanûna 2003an de, rastî sergerdanê hat û di nava xwe de
wek çend baskan perçebû. Heryek ji van baskan îddia dike ku ew serokên şerî yên
Partiya Baasî ne.
Çavdêran heta niha bahsa sê
baskên serekî dikin: Baskê İzet Dûrî, Baskê Mihemed Yûnis El-Ehmed û Baskê keça
Saddam Husên, Rexdî.
Li gor nûçeyeke Rojnameya El
Bîne El-Cedîd hinek welatên Ereb, Partiya Baas’a hilweşayî ji bo dûbendiya
navbera Sunnî û Şîayan bikartînin. Li aliyê din ew duxwazin Baasiyên Şîa jî
bixin bin rikêfta Serokê Lîste ya El-Arabiya, Eyad Elawî. Wek tê zanîn Baasiyên
Sunnî girêdayî baskên Îzzet Dûrî û Yûnis Ehmed in.
Heman rojname ji deve
rayedarekî Hikûmeta İraq’ê ku navê wî nade wiha dibêje: “Şîayên nav Hizba Baas di nav partiyê de bêtesîr in û tenê hijmar in.”
Baasî
û Tevlîbûna Pêvajoya Siyasî
Li aliyê din biryare di
Hazîran’ê de Desteya Bilind ya Aştiya Nîştîmanî di derbarê partiya Baas’a
hilweşiyaî de helwestekî fermî ragihîne. Ewçend tê gotin ku danûstandinên
desteya navlêhatî û baskê Baas ya nêzî Sûriye gihiştiye encamekî. Endamê
desteya navlêhatî Ebdûlkerîm Yaqûb di wê derbarê de ji Rojname ya El-Yêbah re
wiha got: “Meha bê wê helwesta dawî ya
aşt û danûstandinên li gel Baasiyan bên aşkerekirin.”
Desteya aştiyê ji bo vegera
Baasiyan çend şert û pêwer danîne. Li gor wan divê redkirina fikrên Baasî,
bawerî bi proseya siyasî ya İraq’ê û di karên siyasî de helwesta aştiyane ye
qebûl bikin.
Yaqûb di derbarê şikestina
giftûgoyên li gel baskên nêzî Sûriyê de jî wiha dibêje: “Ew hîn jî li ser nav, fikir û rêbazên Partiya Baas sûr in. Tenê bi
şeklekî şermok serkonê tawanên serdema Saddam Husên dikin. Cûdabûna wan ya ji
baskê Îzzet Dûrî bi sedema nakokiyên navxweyi ye, ne fikrî û rêbazî ye.”