Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Welatiyekî Rihayî bi dûvpişkan debara xwe dike

Ji aliyê RÛDAW 1-11-2018
Alî Yilmaz di binê mala xwe de dûvpişkan xwedî dike
Alî Yilmaz di binê mala xwe de dûvpişkan xwedî dike

Navenda Nûçeyan - Karsazê Rihayî Ali Yilmaz qedera 3 sal berê di binê mala xwe da tesîseke raberî 150 metre çarqoşeyî ava kir û li vê derê di hundirê fanusan de nêzîkî 500 dûvpişkan xwedî dike. Herwiha ji van dûvpişkan li Eskîşehirê di dermanxaneyekê de derman tê çêkirin.

 

Ali Yilmaz ê 48 salî ku xelkê taxa Kisasê ya navçeya navendê Xelîliyê ye, di tesîsa di binê mala xwe da dûvpişkan xwedî dike ku ev kar li Tirkiyeyê pîşeyeke nedîtî ye û herwiha pê debara xwe dike. 




Yilmaz qedera 3 salan berê ji Rêveberiya Giştî ya Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî îzin stand ku "dûvpişkê reş" (Androctonus Crassicauda) xwedî bike û dû re di binê mala xwe da tesîseke 150 metre çarqoşeyî ava kir û bi 150 dûvpişkî dest bi kar kir. Yilmaz ku niha di hundirê fanusên şûşe yên taybet de qedera 500 dûvpişkî xwedî dike, car caran van dûvpişkên ku xwedî jehra herî xeternak in, dide destê xwe û pê dilîze.




Yilmaz bi "kurmê ar" van ajelên xeternak xwedî dike û ji bo ku jê panzehir were çêkirin, van dûvpişkan dişîne fabrîqeya antî serûm a li Eskîşehirê.


Derbarê despêkiriba karê xwe de Yilmaz diyar kir ku wî derheqê dûvpişkên ku li herêmê tên dîtin lêkolîn kir û paşê jî wî biryar da ku bazirganiya vî karî bike û wiha pê de çû: “Bi alîkariya xanim Emîne Sabancî min tesîsa xwe mezin kir û anî vê astê. Ez van ajelan dişînim kargeha ku li Eskîşehirê hatiye avakirin û li wê derê tên guvaştin û jê derman tê çêkirin. Li cîhanê tesîsên bi vî rengî bi tenê li Meksîka, Brezîlya û Tirkiyê hene."




Yilmaz da zanîn ku qalikê li ser pişta dûvpişkan li hemberî radyasyonê pir li ber xwe didin û lewma jî ew dixwaze ji vê yekê sûdê werbigire.




Karsazê Rihayî herwiha got: “Di şerê duyemîn ê cihanê de bombeya etomê ku avêtin Japonê bi tenê tesîr li dûvpişkan nekir. Niha jî ez li ser vê projeyê kar dikim. Ez niha difikirim ka ez dikarim ji qalikê dûvpişkan çi çêkim û herwiha ez li benda alîkarî û hevkariya me."


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.531 seconds