Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Karsazên Bakur ji kêmkirina budceya xizmetguzariyan nîgeran in

Ji aliyê Mehdî Mutlu 1-11-2018
Rûdaw

Amed (Rûdaw) - Li hember qeyrana aborî hikûmeta Tirkiyê di plansaziya xwe ya budceya sala 2019an de hem armancên xwe biçûk kir û hem jî bergiriyên danhevî ango teserrûfê jî berfirehtir kir. Li gor biryarên dawî, hikûmet dê di sala 2019an de xercên xizmetguzariyê bi rêjeya % 36.1 kêmtir bike, herwiha di planê de  mezinbûna sektora taybet tenê wek %2 hate destnîşankirin.

 

Gelo ev kêmkirina jêderkan dê çi karîgeriyê li ser aboriya Bakurê Kurdistanê bike? Li gor Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Amedê dê ev plan birînên aboriya Bakur kûrtir bike, ji ber ku niha di van projeyên berdewam de îstixdameke mezin li Bakur heye û heke ev jêderk werine qutkirin an jî kêmkirin  di encamê de pîşesaz ,karsaz, cotkar, karmend bi tevahî herkes wê xesareke mezin bibîne.

 

Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Amedê Mehmet Kaya ji Rûdawê re diyar kir: “Projeyên mezin yên wek GAP û bendava Farqînê bi budce û jêderkên dewletê têne meşandin, armanc ew bû ku di sala 2025an de hemû projeyên mezin bi dawî werin, lê ji ber kêmkirina budceyê ev proje dê nîvçe bimînin, min ji Serokomar Erdogan re jî got heke jêderk werine kêmkirin em dawiya van projeyan nabînin, ango dê bêkarî û xizanî li herêma me zêdetir bibe.”

 

Bi qasî karsaz û pîşesazên Bakur sendîkayên karkeran jî ji plana budceya hikûmetê nîgeran in û ew dibêjin divê bergiriyên teserûfê bi awayekî cuda werin girtin, ji ber ku ev kêmkirina budceyê tê wateya zêdekirina bêkariyê.

 

 Sekreterê Sendikaya GENEL-ÎŞê Hasan Hayrî Eroglu dibêje: “Asta bêkariyê ji xwe li Bakur her diçe zêdetir dibe, bi qutkirina jêderkên projeyên xizmetguzariyê dê her zêdetir bibe. Heke dixwazin teserûf bikin bila ji xercên zêdeyên dewletê vê teserrûfê bikin.”

 

Li gor dane û amarên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUİK) rêjeya bêkariyê li Tirkiyê herî dawî wek %10.2  hatiye tomarkirin, lê li gor rapirsiyên ne fermî ev rêje li Bakur zêdetirî %21an e.


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Camér rast gotiye | 2019-01-15 9:28:27 PM
Enstûtiya Kurdî ya li Parîsê erka balyozxaneyekê dibîne. Di warî kulturî de jî gelek xebat hatine kirin. Herwiha rola Enstûtiya Kurdî ya li Parîsê di...
Gerard Shaliyan: Pêwendiyên Fransa û Kurd dîrokî ne û dê berdewam bin
| Duh vî demî 11:59 | (1)
Bernas | 2019-01-12 4:27:23 PM
Çi hêf, çi hef, ku hemshrîya min, ji malbata min bona xizmetkarê dewleta kûr, ku rojak tenê bo Kurd û Kurdistan sher nekirîye, pishta xwe her tim...
zedan | 2019-01-15 8:01:06 PM
ki gotiya ocalan de gerdtigihe deya ? ew li ba patrone xwe ye u cihe wi pir xweshe u li gor dile wi ye .hemu listika li ser sere me kurda degerinen...
Rewşa Parlamentera HDPê Leyla Guven gehiştiye asteke krîtîk
| 12-1-2019 | (2)
mustafa | 2019-01-15 5:49:05 PM
ji bo neyên Kushtin, deste serkirin û dezgirkirin....ya rast ji ev e ku roja dawîn werin eshkerekirin.
HDP çima namzedên xwe eşkere nake?
| 4-1-2019 | (1)
Ali As | 2019-01-15 9:18:55 AM
Kurdnino naha hûn dibînin kû Ola Îslamê dijminê we je jî, hûn Kurd wek Misilmanan nayên dîtin Dev jê berdin!!!!
El-Colanî: Tehrîr El-Şam nabe rêgir li berdem operasyona Tirkiyê
| 15-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.531 seconds