Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Li Rojavayê Kurdistanê rêjeya firoşkarên jin zêde bûye

Ji aliyê RÛDAW 2-10-2017
Rûdaw

Qamişlo (Rûdaw) – Li Rojavayê Kudistanê bi taybetî li bajarê Qamişlo di nav bazaran da rêjeya firoşkarên jin zêde bûye.

 

Li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet li Qamişlo diyardeya karê jinan di bazaran de û dikanên cil û bergan û kelûpelên ciwa kariyê pir belav bûye.

 

Belavbûna vê diyardeyê vedigere ji gelek sedeman re wek valabûna bajar ji xortan û buhabûna pediviyên jiyanê û tunebûna derfetên kar li gorî bawernameyên xwendinê û di heman demê de pirbûna malbatên koçber yên ku ji hindirê Sûrî hatine.

 

Li Qamişlo di civaka Rojavayê Kurdistanê de karê jinan tiştekî normal e û weke ji pêşketiekê tê dîtin.

 

Kiryar û bi taybet jinên ku berê xwe didin bazaran da ku cilûbergan yan jî pêwîstiyên ciwankariyê bikirin bêtir xweşhalin dema ku firoşkar jin bin. Ji piştî şerê navxwe yê Sûrî destpêkiriye bêtrî ji sedî 70 firoşkarên bazara Qamişlo jin in.

 

 

Di nav bazar de weha dihate xuyakirin, ku tenê zilam mijûlî firotina alavan dibin, lê jinên Qamişlo ev qalib şikandin û jin jî mijûlî bazirganiyê ne û dahateke baş jî peyda dikin.

 

Firoşkara bi navê Mizgîn Hacî diyar kir ku li bazarê keçên xwendekar jî kar dikin û got: “Ez hemû xerciyên xwendina xwe peyda dikim û hem jî alîkariya malbatên xwe dikim.”

 

Firoşkar Yara Xelef jî jiyana li gundan, fêrî karê bazirganiyê bûye û dibêje: “Ez ji gunda me. Ez hem kar dikim û hem jî dixwînim. Ev 5-6 meh in li vir kar dikim ji bo ku xerciyên dibistana xwe peyda bikim herwiha alîkariya malbata xwe jî dikim, zehemtî di karê me de tine ye. Em daxwaziyên bûk û jinan peyda dikin. Lê tenê zehemtiyên me di çûn û hatinê de ye, çimkî bi şev servis tine ne.”

 

Welatiya bi navê Sena Hûç anî zimna, ku zêdetir diçin dikanên jinan, ji ber ku zêdetir dikarin danûstandinê bi jinan re bikin.

 

Li Rojavayê Kurdistanê ji ber gelek sedeman rêjeya xortan jî pir kêm bûye, lê di van salên dawîn xuya bûye, ku bazar ne tenê ji bo zilaman e, jin jî dikarin bibin bazirgan û projeyên biçûk ji xwe re vekin û di hemû waran de kar bikin.

Nîşankirin :
789 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| 13-12-2017 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| 13-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Sofi | 2017-12-06 11:53:01 PM
Qaşo Ebadî li gora xwe siyasetê dikê û di xwazê gelên li Kurdistanê siza bikê û li gora wî serê xwenî wekê şebeşekî Cîhanê bi xapênê.
Hikûmeta Kurdistanê: Em nizanin Ebadî behsa kîjan lîsteyê dike
| 6-12-2017 | (1)
0.203 seconds