Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Bazirganên Kurdistanê hewl didin li şûna kelûpelên Îranê alternatîfan bibînin

Ji aliyê RÛDAW 2-11-2018
Di 4ê Mijdarê cezayên li ser Îranê dest pê dikin

Silêmanî (Rûdaw) – Roja duşemê (04-11-2018) qonaxa nû ya cezayên Amerîkayê li ser Îranê destpê dike û tê çaverêkirin ku rêjeya danûstandina bazirganî ya di navbera Îran û Herêma Kurdistanê %80ê kêm bibe.

 

Ev jî karîgeriyê li ser bazarên Herêma Kurdistanê dike. Beşek ji bazirganan hewl didin bazarên alternatîf bibînin bo kelûpelên Îranê. Bazirganek dibêje, ew li gel komek kompanyayên Tirkiyê rêkevtî bûne, bo ku şûna kompanyayên Îranê bigirin.

 

Cîgirê Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Silêmaniyê Yasîn Rehîm dide zanîn ku diyare ev cezayan dê wek bernameyeke Amerîkayê pêk werin û ragiahnd, li ser karê bazirganiyê û herêma me dê bi şêweyekî negatîf karîgeriyê bike û jûra me ya bazirganiyê li gel gelek bazirganan axiviye ku ew dikarin li Kurdistanê bi awayekî aktîf û bilez kar bikin.

 

Yek ji bazirganên nîştecihên Silêmaniyê Berhem Burhan di derbarê karîgeriya cezayên li dijî Îranê li ser bazara Herêma Kurdistanê de ji Rûdawê re got: “Ti karîgeriyê li ser me nake. Ji ber ku me alternatîfa wan kelûpelên ji Îranê danî, dîtiye û em ji Ewropayê tînin, hinek alternatîfên me dîtine jî ji Tirkiyê ne. Em li gel çend kompanyayan rêkevtî bûne, mast, penîr û ew tiştên ku me ji Îranê danî, niha em ji wan hawirde dikir û me li gel wan dest pê kir.”

 

Cezayên Amerîkayê bo Îranê eger ziyaneke mezin bide wî welatî, Herêma Kurdistanê jî ji vê bargiraniyê bêbeş nabe, ji ber ku di çend salên derbasbûyî de him bazarên wê bo Îranê navendeke girîng a firotina kelûpelan bû him jî karxaneyên Îranê çavkaniyên dabînkirina beşeke zêde ya xorak û pêdiviyên hemwelatiyên Herêma Kurdistanê bûn.


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.594 seconds