Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê berovajiyê daxuyaniyên Wezîrê Petrola Iraqê ragihand, ku wan li ser petrola Kerkûkê li gel ti aliyekî danûstandin nekirine.
Wezîrê Petrola Iraqê Ebdulcebar Liêbî roja 1ê Tîrmehê ji rojnameya Sebah a Iraqî re ragihand, ku ji bo bi riya boriya Kurdistan-Ceyhanê hinardekirina petrola Iraqê ew li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyê danûstandinan dikin.
Liêbî diyar kir, ku rojane 220 hezar bermîl petrolê ji Kerkûkê berhemtînin û hemûyê jî didin parzûngehan.
Lê berpirsekî bilind ê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, ku balkêş e ew daxuyaniyeke wiha ji Wezîrê Petrola Iraqê dibihîsin û piştrast kir, ku li ser vê mijarê ti danûstandinek di navbera wan û hikûmeta Iraqê de nebûye.
Wî berpirsî da xuyakirin, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê çendîn caran destpêşxerî kiriye û ji hikûmeta Iraqê re pêşniyar kiriye da ku hinardekirina petrola Kerkûkê dest pê bike lê Wezîrê Petrola Iraqê ti bersivek nedaye wan.
Berpirsê bilind ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: “Ji ber vê yekê em nizanin ka ew kes kî ne Wezîrê Petrola Iraqê li gel wan danûstandinê dike.”
Piştî bûyera 16ê Cotmeha 2017ê ya Kerkûkê, hikûmeta Iraqê hinardekirina petrola Kekrûkê bi riya boriya Kurdistan-Ceyhanê da sekinandin.
Beriya êrîşa Heşda Şeibî ya ser Kerkûkê rojane 250 hezar bermîl petrola Kerkûkê bi riya boriya Kurdistan-Ceyhanê ve dihate hinardekirin.
Di destpêka sala 2018ê jî hikûmeta Iraqê ragihandibû, ku ji bo veguhestina petrola Kerkûkê bo Îranê li gel rêveberiya Tehranê gihiştine rêkeftinê. Meha derbasbûyî yekemîn car bi riya tankeran petrola Kerkûkê gihişte Kogeha Dereşar a Îranê.