Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Carrefour: Heta salekê jî em dikarin xureka Kurdistanê dabîn bikin

Ji aliyê RÛDAW 3-10-2017
Carrefour

Hewlêr (Rûdaw) – Carrefour ku yek ji mezintirîn supermarketên cîhanî ye û li Herêma Kurdistanê jî çend şaxên wê hene, sozê dide xelkê Kurdistanê ku eger deriyên sînorî werin girtin, heta salekê jî bêyî ku buhayê tiştekî zêde bikin, dê pêwîstiyên xwarin û vexwarina Başûrê Kurdistanê dabîn bikin.

 

Rêveberên Carrefourê diyar dikin, ku gelek şîrket daxwaz kirine ku buhayên xwarin û vexwarinan zêde bikin, lê belê wan qebûl nekirine û dibêjin: “Birastî ji bo ku buhayên kelûpelan zêde bibe, ti qeyranek çênebûye.”

 

Herwiha Rêveberê Carrefourê yê li Iraq û Herêma Kurdistanê Conn Loy aşkere kir: “Welat dixwazin bi taybetî  ji bo babetên nû, sewze û mêweyên baş, li gel berhemhênerên xwecihî bixebitin û heta niha ji wan hejmareke kêm ev yek kirine, lê em li gel cotkarên xwecihî kar dikin.”

 

Conn Loy diyar kir: “Têkiliya me bi cotkarên din re jî heye, bi vê yekê emê grûpeke cotkaran saz bikin, em dizanin ku pêwîst e di vî karî de pêşketin hebe, hejmareke gelek mezin heye, ji bo Kurdistanê jî ev yek baştir e, da ku pişta xwe bi berhemên derve girênedin.”

 

Liv û tevgera kirînê asayî ye û her kes tenê pêdiviyên xwe yên rojane dikirin. Xelkê Başûrê Kurdistanê dibêjin ku ew ji bo her rewşê amade ne û bi ti awayî qebûl nakin ku ti kes li ser nan û xwarina wan siyaseta xwe bimeşîne.

 

Hin welatî jî diyar dikin, ku ew ji ber ku van rojan dîtine kêfxweş in û aşkere dikin ku eger bibin dewlet amade ne ku bi birçîbûnê re jî tehemul bikin.

 


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

lolozano | 2018-04-14 2:23:38 PM
Ronakbîrê Hêja Ako!Destêwerdana PKKê di Kurdistana Suryê de,li detpêkê de,xizmet bo Rijîmê bû qezenc ji bo tedbîq kirina Felsefa Apo bû.Hîngê di dema...
Şer li gel hemûyan
| 11-4-2018 | (1)
rastgo | 2018-04-13 4:24:16 PM
Kak Romano, bi ya min cenabê te ev gotar bi shêwekî bêlayen û herwiha objektiv nivîsiye. Lê divê ez bêjim, wekî Amerika hertim azadiyê di parêze,...
Gelo xiyanet li Kurdan hat kirin?
| 12-4-2018 | (1)
Amed MOL | 2018-04-13 2:02:55 AM
Bibihurin.Lê, Hejmarê gelhe (Population-Nüfus) a Kurda 80 milyone! 20 milyon nine! Binêrin: Röportaja Kak Mêhdî Zana li Rudaw-meha Adarê.
Tirkiye zimanê kurdî ji bîlbord û tabloyên ser cadeyên Amedê jê dibe
| 13-4-2018 | (1)
Sileman Elali | 2018-04-12 5:06:16 PM
Di nerîna min de ev siyaseta go niha li suryayê tê xwyakirn yek ji lîstokên rusya û ayran nene û gereke hesabê vê yekê bidin ji bergo hikumeta suryê...
Rûsya: Peywendiyên me ligel Amerîkayê çalak in
| 12-4-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan 13-4-2018 |

2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan

Berpirseke Heyva Sor ya Kurd da xuyakirin, ku ji Zêdetir
0.531 seconds