Qamişlo (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê tevî hebûna berhemên xwecehî, nirxê kelûpelan bilind bûye û wê yekê jî hiştiye, ku xelk bêzar bibin û bangê li aliyên peywendîdar bikin, ku nirxên kelûpelan bişopînin.
Welatiyên Rojavayê Kurdistanê ji bo dabînkirina pêdiviyên jiyanê serdana bazaran, dikin lê piraniya wan ji ber giraniya nirxê kelûpelên xwarinê dinalin û daxwazê ji aliyê peywendîdar dikin, êdî li ser vê mijarê bêdeng nemînin.
Derbarê vê mijarê de welatiya bi navê Dayîka Mistefa ji Rûdawê re got: “Her tişt li gor kêfa xwe difiroş in. Em ne bi dolaran kar dikin, li vir perê me pereyên sûrî ne.”
Ji bilî kelûpelên xwarinê niha ji ber zêdebûna berhemên xwecihî, di nava bazara Qamişlo de şînkayî û fêkî erzan bûne bi taybet yên ku li gundên bajarê Qamişlo û Amudê tên çandin.
Sedema sereke ya buhabûna kelûpelên xwarinê, nebûna kargehên pêwîst li Rojavayê Kurdistanê û zehmetiya riya anîn û şandina kelûpelan e, lê erzanbûna fêkî û şînkayê ji bo wê yekê vedigere ku berhemên xwecihî di demsala havînî de zêdene. Firoşiyar jî dibêjin ji ber kêmbûna kiriya veguhestinê û nebûna baceyan, ew ji sed tenê 15 lîreyên sûrî sûdê davêjin ser.
Bazirganek dibêje ku sedema sereke ya bilinbûna nirxên kelûpelên xwarinê, tunebûna kargehên pêwîst li Rojavayê Kurdistanê û zehmetiya riyên anîn û şandina kelûpelane.
Dikandarê bi navê Mihemed Ebu Hela jî got: “Heta bê vê derê gelek dimînin rê de û bihayê wan tê guhertin.”
Nirxê piraniya kelûpelan li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Lijneya Destnîşankirina Nirxan li Rêveberiya Bazirganiyê ya ser bi Rêveberiya Xweser ve tê diyarkirin. Her bazirganek ku pabendî wan nirxên destnîşankirî nebe wê demê dê bê sizadan.
Ji bilî berhemên xwecihî kelûpel li Rojavayê Kurdistanê bi du riyan tê peydakirin. Beşek ji berav û navxweya Sûriyê bi riya bajarê Minbicê de derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe, beşeke din jî, ji Bakûrê Kurdistanê û bi riya Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava dibe lê ji ber ku sînorê du welatan derbas dike , kiriya veguhestinê û baceyên deriyên sînorî, nirxan bilind dike ku ev yek jî dibe barekî giran li ser milê welatiyan.
Bazirganek dibêje ku sedema sereke ya bilinbûna nirxên kelûpelên xwarinê, tunebûna kargehên pêwîst li Rojavayê Kurdistanê û zehmetiya riyên anîn û şandina kelûpelane.