Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Pişkên borsên Tirkiyê ji ber rawestandina geştên esmanî yên Kurdistanê ketin

Ji aliyê Emîn Aba 4-10-2017
Rûdaw

Stenbol (Rûdaw) - Piştî bi biryara hikumeta Iraqê geştên asmanî bo Hewlêr û Silêmaniyê hatin sekinandin, kompanyayên Tirkiyê yên frokevaniyan zererek mezin dîtin û pişkên wan ê li borseya Stenbolê ketin.


Aborînas dibêjin dê ev rewş zêde berdewam neke lê xwediyên kompanyayên bilêtfiroşan behsa wê yekê dikin ku wan divan rojan de ziyanên maddî yên mezin dîtine.


Piştî giştpirsiya serxwebûnê, ji aliyê hikumeta Iraqê ve geştên du alî ji Tirkyê bo Kurdistanê hat sekinandin û lewma kompanyayên frokevaniyên Tirk, zererek berçav dîtin û pişkên wan ê di borseya Stenbolê kêm bûn.


Pişkên Turkish Airlans ji sedî 1.8, yên Pegasusê 1.4 û yê Atlas Jetê jî nêzîkî ji sedî 1.5 dabezî. Kompanyayan navborî hewil didin ku ev pirs bê çareserkirin. Ji aliyê din ve aborînas jî diyar dikin ku dê ev rewş zêde dirêj neke.


Aborînas û pirsporê Rojhelata Navîn Oytun Orhan ji Rûdawê re wiha got: “Di qeyranên siyasî de herdû hêl jî helbet zerarê dibînin. Gellek kompanya hene ku bi yên Tirkî şirîk in. Ji hêla Tirkî ev zerarên maddî dê her bê çareserkirin. Ji ber ku kapasîteya wê guncaw e. Ez bawer nakim ku ev rewş zêde dirêj bike. Belê li deriyên alternatîf jî digerin lê ew xet jî bi kêşe ye ji ber ku di destê pêşmerge de ye û egera rûbirûyê artêşa Iraqê bibe heye."


Tenê kompanyayên firokevanî zerer ji vê rawestandinê nedîtine. Herwiha kompanyayên bilêtên teyaran difroşin jî ji ber nemana geştiyaran zirar kirine. Ji bilî wê gellek rezervasyonên otêlan jî hatine betalkirin.


Xwediyê acentaya geştiyariyê Vahap Esaf jî got: “Belê gellek zererên me jî çêbûn. Ji ber ku her hefte rojên çarşem û pêncşeman grupên me dihatin ji Kurdistanê. Lê niha geştên frokeyên Kurdistanê bo Turkiyê hatine rawestandin. Ji ber wê yekê jî ne grup tên ne jî geştiyarên tekane tên. Vê yekê jî karên me gellek daxistiye. Niha tenê sînor vekiriye û bes dikarin herin û werin.”


Xwediyê kompanya bilêtan Abdulmetin Adiyaman diyar dike ku ev 30 sal in vî karî dike û tu caran ewqas zerar nedîtiye.


Abdulmetin Adiyaman wiha axivî: “Grubên me dema ji vir diçûn Silêmanî, Hewlêr û Dihokê me otêlên wan jî rezerve dikirin. Weke din ji wan deran dihatin Stenbolê û Stenbolê jî diçûn Ewropayê û Amerikayê. Bilêtên wan jî me temîn dikirin. Herwiha otêlên wan jî. Niha ev hemî rawestan û me gellek jê zererê dîtin."


Kompanyayên Turkish Airlans, Pegasus û Atlas Jet, berî rawestandinê rojane nêzîkî 20 sefer bo Hewlêr û Sileymaniyê dikirin.” 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Malabadéya Silivan | 2017-10-19 5:32:52 PM
Herkes dizane ew ciye wéderé ti$tek núh níne.. Ka béje hún ci dikin jibuy Kurda? Hún weki meymuné " Ez nabínim, ez ti$tek nakim u ez nabizim" dikin.....
CIA: Em agahdar bûne Qasim Silêmanî  çûye Kerkûkê
| 15 demjimêr berê | (1)
Ka | 2017-10-19 3:51:40 PM
Ka serbazîyeke Kurda yekgirtî li kêderê ye ku vî miletê Kurd biparêze.Ka pêshmerge?!,Ka HPG,?!Ka YPG/YPJ ?! Guhê xwe vêcarê bidin merivek hejar û...
Heşda Şeibî li Xurmato 15 kurd şehîd kirin
| 18 demjimêr berê | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-18 10:32:05 AM
Camêrê Kosret Resûl Erkê xwe bi cîh anî û merdane li ser Postê xwe li Sengerê Şerî ma...lê Bavil Talibanî û Hêro-Xanê Xîyanetek bêhemta li Kurd, li...
Kosret Resûl: Navê çend kêmfamên YNKê dê bikeve nav rûpelên reş ên dîrokê
| Duh vî demî 02:39 | (1)
naw | 2017-10-18 10:18:39 AM
hukumate kurdistan bela bibine, medyayi tirk jibo peşmerge u hukumeta kurd çı dibejin. buxunin meze bıkın.
ROJEVA TIRKIYE – Kurd û Iraq piştî Kerkûkê vegeriyan ser hesabê berê
| Duh vî demî 10:25 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.438 seconds