Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Ya ku OPECê nekir Kurdistanê kir

Ji aliyê RÛDAW 4-10-2017
OPEC bû du sal bi daxistina asta berhemanînê mijûl e
OPEC bû du sal bi daxistina asta berhemanînê mijûl e

Hewlêr (Rûdaw) – OPEC bû du sal bi daxistina asta berhemanînê mijûl e û li ser vê mijarê jî li hev kirine, lê nekarîn hevsengî ji bo bazarên petrolê vegerînin. Eger gefên Erdogan bibin rastî, ev tê pêşbînîkirin ku bilindbûna buhayê petrolê dê zêdetir bibe. Çimku bi carekê 600 hezar bermîl di bazara enerjiyê de dê nemîne, ev jî nîvê wê petrolê ye ku welatên endamên OPECê li ser li hev kiribûn ku kêm bikin.

 

Tevî astengiyên navxweyî û hişyariyên cîranan û civaka navdewletî, referanduma Başûrê Kurdistanê di dema xwe de, bêyî ti pirsgirêkek, birêve çû. Referandum li pey xwe, çend encamên siyasî û aborî anîn. Gelek zû bandor li ser bazara enerjiyê kir û gefên Tirkiye li ser rawestandina veguhestina petrola Kurdistanê bo bêndera cîhanê, bazara enerjiyê lerzand û buhayê petrol rekoreke nû tomar kir di nav du salên derbasbûyî de.

 

Serê sibeha roja referandumê buhayê bermîlek petrola Brent bi 56 dolar û 50 sent dihate firotin, lê êvara wê rojê, ji ber gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gihişte asta 60 dolarî.

 

Gefên Erdogan nûçeyeke nexweş bû ji bo Başûrê Kurdistanê ku niha debara mûçexuran li ser wê boriyê ye, lê ji bo welatên berhemhênerên petrolê, nûçeyeke xweş jî bû. Çimku OPEC bû du sal bi daxistina asta berhemanînê mijûl e û li ser vê mijarê jî li hev kirine, lê nekarîn hevsengî ji bo bazarên petrolê vegerînin. Her çi qas di çend rojên derbasbûyî de ji ber bahoza Harvey a li Amerîkayê berhema petrolê ya Amerîkayê kêm bûbe jî, buhayên petrolê berê xwe daye hilkişandinê û ew bilindbûn demkî bû, çimku piştî nemana bahozê, şîrketan dest bi karê xwe kirin.

 

Eger gefên Erdogan bibin rastî, ev tê pêşbînîkirin ku bilindbûna buhayê petrolê dê zêdetir bibe. Çimku bi carekê 600 hezar bermîl di bazara enerjiyê de dê nemîne, ev jî nîvê wê petrolê ye ku welatên endamên OPECê li ser li hev kiribûn ku kêm bikin. Lê gelo welatên kiriyar, vêya qebûl dikin?

 

Eger petrola Kurdistanê bo cîhanê raweste, dê ji bazara enerjiyê re şokeke mezin bibe. Tirkiye kiriyareke berdewam a enerjiyê ye, ji ber vê yekê ew welat û kiriyarên petrolê nikarin bi hêsanî Kurdistan paşguh bikin. Çimku ji ber rêkevtina navbera Kurdistan û Tirkiyê ya li ser petrol û gazê, Tirkiye gelek pere jî ji veguhestina petrola Kurdistanê qezenc dike ku ji bo her bermîlek yek dolar e.

 

Ji bilî vê, Tirkiye salane nêzîkî 60 milyar metre çargoşe gaza siruştî dikire, li gor girêbestên Kurdistanê jî li gel şîrketên vê qadê, Herêma Kurdistanê di sala 2020î de dikare %60ê pêwîstiyên Tirkiyê yên enerjiyê dabîn bike. Loma dorpêça petrola Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve, bi zirara Tirkiyê ye, ji aliyekî ve jî dê bandora xwe li ser aboriya wî welatî nîşan bide û herwiha bandorek jî li ser wê rêkevtina 50 salî dê nîşan bide ku li gel Herêma Kurdistanê îmze kirine. Ev jî ji bilî pêwendiyên siyasî û dîplomatîk ên di navbera herdû aliyan de, bi taybetî eger Herêma Kurdistanê deriyekî din bidîta ji bo gihandina petrolê ber bi bazarên cîhanê. Ji ber vê yekê, eger Tirkiye karta xwe bi kar bîne, dê demkurt be.

 

Boriya jiyana Kurdistanê!

 

Bi şahidiya şarezayên biyanî û xwemalî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di siyaseta enerjiyê de serkevtî bûye û dikare vê sektorê geş bike û çendîn şîrketên mezin di derbarê vê mijarê de bîne Kurdistanê. Lê ev li ser hîsaba paşguhxistina sektorên din bûye, ew jî sektora çandinî, pîşesazî û mîratên siruştî yên din (ji bilî petrol û gaz), hikûmet nekariye di van her du sektoran de veberhênaneke baş bike. Eger ev her du sektor bihatana geşkirin û bikaribûna asayişa xurekan misoger bikin, niha ne ku welatên cîran, belku Kurdistan li ser wan dibû gef, niha girtina petrola Kurdistanê di destê Kurdan de dê biba karta guvaşê, ne ku di destê Tirkiyê de.

 

Nûçeyeke xweş ji bo xelkê Kurdistanê, hatina Rûsyayê bû bi rêya herdû şîrketên hikûmetê; Gazprom û Rosneft, ev destê Kurdistanê di bazara enerjiyê de bihêz dike û wisa xuya ye dê Erdogan neçar bike ku cardin hîsabên xwe bike û bi hêsanî dest ji enerjiya Kurdistanê bernede.

 

Heman Senaryo!

 

Her çi qas niha ji ber referandumê heta radeyekê nearamî di qadên cuda de li ser sektora enerjiyê çêbûbe jî, ev nayê wê wateyê ku şîrketên petrolê yên li Kurdistanê bêhêvî bûne. Her çi qas bandorek li ser çalakiyên wan li Kurdistanê jî bibe, li gel cîgirbûna rewşê, pêşbînî tê kirin ku li Başûrê Kurdistanê jî heman senaryoya Lîbyayê dubare bike û di demeke kin de berhemanîna petrolê dê ew qas bilind bibe ku bigihîje rojane milyonek bermîl. Di rewşeke bi vî rengî de welatên berhemhênerên petrolê nikarin Kurdistanê nebînin.

 

Sûdemendê yekem piştî cîgirbûna rewşa Kurdistanê, Tirkiye ye. Çimku Tirkiye di dema xwe de digihîje armanca xwe, ew jî gihiştina gaza siruştî ya Kurdistan e ber bi xaka Tirkiyê ku biryar e boriya gihandina  gazê, ji aliyê şîrketa Rosneft a Rûsyayê ve were kişandin.

 

Ev bilindbûna bilez a buhayê petrolê di roja referandumê de, îsbat dike ku Herêma Kurdistanê ji aliyê siyasî û aborî ve giring e. Çimku tevî wê yekê ku her kêmbûna petrolê li bazarên cîhanê, bandor li ser bilindbûna buhayê petrolê dike, bazara enerjiyê yek ji wan bazaran e ku li hember aloziyên siyasî hestiyar e, bi taybetî jî li wan herêmên ku petrol têne berhemanîn, yan jî pêwîstiya wan bi enerjiyê gelek heye.

 

Ji aliyekî din ve jî, ji ber ku Kurdistan di dema derbasbûyî de û niha, li derveyî çarçoveya welatekî serbixwe li gel wê serederî tê kirin, petrola wê (ku yek ji baştirîn petrolên cîhanê ye) bi buhayekî kêmtir difiroşe li gor petrolên welatên din. Loma kiriyarên petrolê dê razî nebin wisa bi hêsanî petrola Kurdistanê bo bazarên cîhanê were rawestandin, eger ev biqewime kanalên dîplomasiyê dê werin bikaranîn.

Şîrove

 
Namodar | 4-10-2017
Ger Kurdistan taybetî bidet Ajil, çandin herî bash ev e.... Zêr û Petrol zika birçîya kesî têr naket, lê belê xwarin û vexwarin belê...
Mehmet Açıl | 5-10-2017
Pêwîste ku rêvebirîya Kurdistanê bi Rûsya re û bi Sûrîye re dîplomasi bike û nefta Kurdistanê di ser Sûrîye re bigîne Lazkîye û derxe bazara Cîhanê. Wê gavê dû qert di dest Kurdan de hebe yek ji yekî neçar bimînin ku bi Kurda re li hev bikin!
mansur | 5-10-2017
Bi çandin û ajilî Kurdistana Bashur dikaret 3 dewletan jî xwedî biket ne safî xwe-bi-xwe

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| Duh vî demî 01:12 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| Duh vî demî 08:20 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-03 8:22:29 AM
Divê Gelê Kurd bi hîç şêweyek Rêsulta (Encam) a Rêfêrandumê nehelweşîne û hinekê din Sebr bike!!!!! Ji ber kû Krîzek yêkcar mezin li benda Îraqê ye û...
Iraqê helwesta xwe ya li hemberî hewldanên Fransayê diyar kir
| 3-12-2017 | (1)
0.672 seconds