Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Tirkiyê baca li ser alavên elektirîkê û hin kelûpelan rakir

Ji aliyê MAŞALLAH DEKAK 4-11-2018
Bazirganên Tirkiyê daşkandin xiste ser kelûpelên mobîlya û eliktirîkê

Amed (Rûdaw) - Hikûmeta Tirkiyeyê di çarçoveya têkoşîna li dijî enflasyonê û qeyrana aboriyê de, baca li ser kelûpelên nava malan û alavên elektrîkê rakir.

 

Di hin alavan de ji sedî 20 buha daket. Hikûmet dixwaze bi vê yekê re pereyê ku xelk xerç nake bixe nava bazarê. Bazirgan ji daxistina buhayan kêfxweş in, lê xelk dibêje hêza wan tune ye ku kelûpelên bi vê buhayê erzankirî jî bikirin.


Li ser gelek dikanên Amedê nivîsên daxistina buhayên kel û pelan hatiye daliqandin. Hikûmetê biryar girt ku baca li ser alav û amûrên elektrîkê bi temamî rake. Sarinc, firne, cilşo hemû bê bac in.


Di kel û pelên nava malê de jî bac ji sedî 18an daket ji sedî 8an. Herwiha ji ber enflasyonê jî buha ji sedî 10 hate daxistin. Bi giştî ji sedî 20 buha daketin. Mert Arancak ku bazirganekî ciwan ê navdar e, dibêje daxistina van buhayan bazara sist germ kiriye.


Derbarê vê mijarê de bazirganê kelûpelên malan Mert Arancak ji Rûdawê re wiha axifî: “Barê xelkê ev mehek e di kel û pelên nava malê de sivik bûye. Ji 10 hezaran 2 hezar hatiye xwarê. Bandora xwe li ser buhayê kiriye. Ev heta serê salê ye. Daxwaza me ew e ku ev kampanya 3-4 mehê din jî berdewam bike.”


Daxistina buhayên kel û pelên nava malan di çarçoveya kampanya hikûmetê de berdewam dike. Hikûmet dixwaze bi vê yekê pereyê germ di bazarê de bihêle.


Li gorî xelkê kelûpel erzan bûne lê ji xwe ew kelûpel beriya kampanyayê bi têra xwe buha bibûn.


Welatiyê bi navê Mehmet Işik jî wiha got: “Me li vir li mobîlyayê pirsî. 3 hezar bû, berê heqê wê hezar û nîv bû, kirin pênc hezar lê niha daxistine 3 hezar û 500 lîreyî. Tiştekî ku ji bo me guherîbe tune ye.”


Welatî Nazli Mungan jî anî ziman: “Mobîlya pir buha ne. Di alavên elektronîk de jî wisa nin. Zêde buha danexistin. Weke ku daxistine xuya dike. Lê ji ber ku pere bi xelkê re tune ye, kes nikare bistîne.”


Şêxmûs Şîraî jî daxwaza daketina nirxê kelûpelan kir û got: “Misilman, mirov dixwazin zarokên xwe bizewicînin, ew jî mala xwe cuda bikin. Ji wan re her tişt pêwîst e. Ji ber vê yekê buha dakeve baştir e.”


Li gorî amarên ku ji aliyê Saziya Statîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) ve hatine belavkirin, enflasyona li Tirkiyeyê di nava 13 salan de cara yekemîn e ku evqas bilind bûye. Ji ber vê yekê heta ji destê xelkê tê, kirîna hin pêdiviyên xwe yên ku ne zarûrî ne, taloq dike.


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.843 seconds