Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Berdevkê Wezareta Petrola Iraqê bo Rûdawê: Petrola Kerkûkê naçe Îranê

Ji aliyê RÛDAW 4-11-2018
Rûdaw
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî zanyariyên Rûdawê, tevî fişarên Amerîkayê li ser hikûmeta Iraqê bo hinardekirina petrola Kerkûkê bi rêya boriya Kurdistan-Ceyhanê, hêj Bexda amade nîne ku petrola Kerkûkê bi hêla boriya Kurdistan-Ceyhanê hinardeyî derve bike.

 

Rûdawê zaniye, ku berpirsên hikûmeta Iraqê ji rayedarên Amerîkayê re gotine, ku petrola Kerkûkê ji bo parzûnkirinê bi armanca dabînkirina pêdawîstiyên navxweyî bi kar tînin û ew ne amade ne, ku petrola Kerkûkê bi rêya boriya Kurdistan-Ceyhanê hinardeyî bazarên derve bikin.

 

Berdevkê Wezareta Petrola Iraqê, Asim Cîhad derbarê qonaxa duyem a sizayên Amerîkayê yên li dijî Îranê de û hinardekirina petrola Kerkûkê bi rêya barhilgiran bo Îranê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Pêştir li gor rêkevtinekê rojane 30 hezar bermîl ji petrola Kerkûkê bi rêya barhilgiran bo Îranê dihate şandin.”

 

Asim Cîhad dibêje: “Heta niha biryareke yekalîker derbarê zêdekirina asta berhemanîna petrola Kerkûkê de nehatiye dan. Mekanîzma dubare hinardekirina petrola Kerkûkê jî rêkevtin li ser nehatiye kirin, ji bo ku boriyên Herêma Kurdistanê bêne bikaranîn û bo Bendera Ceyhanê were birêkirin, an jî serederiyeke çawan li gel bê kirin.”

 

Berdevkê Wezareta Petrola Iraqê herwiha got: “Ji ber ku asta berhemanînê gelek kêm e û tenê 30 hezar bermîl e, lewma bi awayekî demkî biryar li ser wê yekê tê dan, ku ew rêje (ya petrolê) neçe Îranê û ji bo pêwîstiyên navxweyî were bikaranîn. Car bi car jî ji ber sedemên cuda, ew 30 hezar bermîl jî bo derve nedihate şandin.”

 

Heta berî bûyerên 16ê Cotmeha 2017, rojane 280 hezar bermîl ji petrola kêlgehên Bay Hesen û Havana bi rêya hêla boriya Kurdistan-Ceyhanê dihate hinardekirin.

 

Kompaniya Nefta Bakur, ji bilî wê petrola ku ji herdu kêlgehên neftî yên Bay Hesen û Havana tê berhemanîn, rojane 100 hezar bermîlên din ji kêlgehên din ên Kerkûkê berhem tîne û Iraqê şiyana parzûnkirina wê rêjeya petrolê nîne.

 

Heftiya bihorî li gor wan raportên ku hatine belavkirin, li dêvla bexşîna Iraqê ji berdewambûna bazirganiya li gel Îranê, Amerîkayê daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiriye, ku petrola Kerkûkê hinardeyî Îranê neke û bi rêya boriya Kurdistan-Ceyhanê bişîne bazarên cîhanê, lê belê Iraq hêj amade nîne, ku petrola Kerkûkê bi rêya boriya Kurdistanê were hinardekirin.


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.516 seconds