Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Rosneft: Ti kes pêşiya karê me yê li Kurdistanê nagire

Ji aliyê RÛDAW 5-10-2017
Serokê Desteya Cîbicîkar ê Şîrketa Rossneft a Rûsyayê Igor Ivanovich Sechen.
Serokê Desteya Cîbicîkar ê Şîrketa Rossneft a Rûsyayê Igor Ivanovich Sechen.

Hewlêr (Rûdaw) - Rosneftê di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, paşeroja ku ti kes li pêşiya karkirina wan li Kurdistanê nabe asteng û tekez kir, ku ew dê berdewamî bidin karên xwe yên li Kurdistanê.

 

Serokê Desteya Cîbicîkar ê Şîrketa Rossneft a Rûsyayê Igor Ivanovich Sechen got: “Em paşerojeke geş dibînin li Kurdistanê, ji ber wê tekez me dê bedewamiyê bidin karên xwe.”

 

Wî berpirsê Rosneftê da xuyakirin: “Em amadekariyê dikin daku bi şêweyeke pratîkî dest bi kar û xebatên xwe yên li Kurdistanê bikin.”

 

Igor Ivanovich Sechen diyar kir, ku eger projeyên wan bikevine warê cîbicîkirinê, karê wan bi başî birêve diçin û hemû tişt li gorî plane diçe pêş.

 

Serokê Desteya Cîbicîkar ê Şîrketa Rosneftê destnîşan kir: “Em berdewam li gel Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Kurdistanê di pêwendiyê de ne û em li wê derê kar dikin.”

 

Şîrketa Rosneftê hrwiha got, “ku ti aliyek nabe asteng bo karên me.”

 

Pirsyarên Rûdawê û bersiva Rossneftê:


 

Karên we li Kurdistanê gihîştiye çi qonaxekê?

 

Em paşerojeke geş dibînin li Kurdistanê, ji ber wê tekez em dê karên xwe yên li wê derê berdewam bikin.

 

Em amadekariyê dikin niha daku bi şêweyekê pratîkî karên me li Kurdistanê dest pê bikin, projeyên me biçine warê cîbicîkirinê, karên me bi başî birêve diçin. Hemû tişt li gorî plan û cedwelê diçe pêş. Em berdewam di pêwendiyê de ne li gel Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Kurdistanê û em li wê derê kar dikin.

 

Gelo Tirkiye nabe asteng li pêşiya projeyên we li Kurdistanê?

 

Nexêr, ti aliyek nabe asteng no karên me

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-18 10:32:05 AM
Camêrê Kosret Resûl Erkê xwe bi cîh anî û merdane li ser Postê xwe li Sengerê Şerî ma...lê Bavil Talibanî û Hêro-Xanê Xîyanetek bêhemta li Kurd, li...
Kosret Resûl: Navê çend kêmfamên YNKê dê bikeve nav rûpelên reş ên dîrokê
| 17 demjimêr berê | (1)
naw | 2017-10-18 10:18:39 AM
hukumate kurdistan bela bibine, medyayi tirk jibo peşmerge u hukumeta kurd çı dibejin. buxunin meze bıkın.
ROJEVA TIRKIYE – Kurd û Iraq piştî Kerkûkê vegeriyan ser hesabê berê
| 22 demjimêr berê | (1)
wan | 2017-10-18 9:30:27 AM
Deste barzani sax be
Kurdên Xurmato banga alîkariya lezgîn dikin
| 20 demjimêr berê | (1)
rasti | 2017-10-18 7:59:12 AM
jashe iranen na hezi iraqi. chiawazye beyni hez u jash.
McGurk: Em hewl didin pêşiya şerê pêşmerge û hêzên iraqî bigrin
| 22 demjimêr berê | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.406 seconds