Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Dîlok bi milyaran dolar kelûpelan hinardeyî Başûrê Kurdistanê dike

Ji aliyê Mehdî Mutlu 7-9-2017
Rûdaw

Dîlok (Rûdaw) - Bajarê Dîlokê ku li Bakurê Kurdistanê wek bajarê pîşesaziyê jî  tê zanîn, di salê de 7 milyar dolar hilberînên pîşesaziyê ber bi 187 dewletên cîhanê  ve hinarde dike

 

 Herwiha bajarê Dîlokê bi 5 herêmên Organîzê yên Pîşesaziyê, kelûpelên avasaziyê, textîl, hesin, plastîk û hilberînên xwarinê herî zêde difroşe nav bazarên Başurê Kurdistanê, li gor rapora dawî a “Yekîtiya Hinerdekarên Dîlokê”  îsal heta meha tebaxê Milyar û sed milyon dolar hinarde ji Başur re hatiye kirin; lê ev rêje li gor sala 2013 an 75 ji sedî kêmtir e.

 

Bi 5 Herêmên Organîze a Pîşesaziyê û 1452 kargeh û kompaniyên xwe bajarê Dîlokê navenda pîşesaziya Bakurê Kurdistanê ye.

 

Berê wek bajarê fistiq û peqleweyê dihata naskirin;  lê ev 50 sal in,  Entab ango Dîlok: bajarê pîşesazî û hinardeya Bakurê Kurdistanê ye, salane bi hinardekirina 7 milyar dolar; kelûpelên wek, hesin, çelîk, plastîk, mermer, mafor ango xalîçe û herwisa hilberînên xwarinê bajarê Dîlokê di Tirkiyeyê de jî di rêza 5an de ye.

 

Rayedarê Yekitiya Hinderkarê Dîlokê, Alî  Babat ji Rûdawê re behsa rewşa aborî ya Dîlokê dike û dibêje: “Bajarê Dîlokê bajarekî xebatkar e, hedefên me hene û ez bawer im, dê roj were emê di hinerdekirinê de li Tirkiyeyê bibine dereca yek.”

 

Hinardeya bajarê Dîlokê ji 187 dewletên cîhanê re her sal bê navber dimeşe; lê herî zêde ji bajarê Dîlokê hilberînên pîşesaziyê ji Iraq û Başurê Kurdistanê re diçe, çi li Bakur û çi jî li Tirkiyeyê herî zêde hinarde, ji bajarê Dîlokê tê kirin.

 

Tirêlî û balhirgirên kargehên herêma pîşesaziya Dîlokê bi lez û bez barê xwe digirin û berî didin dergehê sînorî yê Xabûr ango Îbrahîm Xelîlê.

 

Fevzî Selçûk Kurdekî Cizîrî ye û ew her sal 350 barkod mal bi 200 milyon dolarî ji bo Başurê Kurdistanê hinarde dike, ew dibêje ku dergehê Îraq û Başurê Kurdistanê ji bo me pîşesazan ava gîhanê ye; lê hîn jî divê rêje zêdetir bibe.

 

Fevzî  Selçûk dibêne:“Bazara Başur ji me re 25 sal in ku bazara sereke ye, firotina me 50 ji sedî ji wê bazarê re ye; em hilberînên xwe difroşin 26 dewletên cîhanê; lê ji bo me 25ê wê li aliyekî, bazara Başur li aliyekê ye.”

 

Ji 1452 fabrîkeyên mezin ên Dîlokê  942yên wê bi Başurê Kurdistanê re di têkiliyên ticarî de ne, Li gor rapora fermî a “Meclisa Hinardakarê Tirkiyeyê”  di 2013 an de ji Dîlokê ji bo Başurê Kurdistanê, 2 milyar û 422 milyon dolar hinarde hatiye kirin, ev rêje di 2015 an de 1 milyar û 855 milyon dolar, Îsal heta meha Tebaxê 1 milyar û 100 milyon dolar bû.


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| 13-12-2017 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| 13-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Sofi | 2017-12-06 11:53:01 PM
Qaşo Ebadî li gora xwe siyasetê dikê û di xwazê gelên li Kurdistanê siza bikê û li gora wî serê xwenî wekê şebeşekî Cîhanê bi xapênê.
Hikûmeta Kurdistanê: Em nizanin Ebadî behsa kîjan lîsteyê dike
| 6-12-2017 | (1)
0.485 seconds