Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Rûsya naxwaze hinardekirina petrola Kurdistanê bisekine

Ji aliyê RÛDAW 7-10-2017
Wêne: Arşîv

Moskow (Rûdaw) – Serokê Desteya Cîbicîkar a Rosneftê Îgor Îvanovîç ragihand, ku paşeroja kompanya wan a li Başûrê Kurdistanê geş e û lewma dê karên xwe berdewam bikin.


Rûsyayê girêyeke bi şidayî li ser projeyên petrola Başûrê Kurdistanê kiriye û naxwaze di bin ti şert û mercan de dest ji berhemanîna petrolê berde. Bi tevê gefên Tirkiyê yên ji bo girtina vanaya petrola Kurdistan û Ceyhanê, Rûsya ji bo berdewamkirina karên xwe yên Başûrê Kurdistanê bi rijd e.

 

Herdu şîrketên mezin ên Rûsyayê, Rosneft û Gazprom, ji bo berhemanîna petrolê li Başûrê Kurdistanê zend û bendên xwe bada ne.

 

Şîrketa Rosneftê li sê blokên Helebçe, Şakel û Germiyanê kar dike. Karê li bloka Germiyanê gihiştiye qonaxa berhemanînê. Niha rojane 5 hezar petrol li vê bloke tê berhemanîn.

 

Rosnetf take şîrketa nîştîmanî ye, ku bi awayekî eşkere li Herêma Kurdistanê petrolê derdixe û veduguheze parzûngeha xwe ya Almanyayê.

 

Rêveberê Rosneftê Îgor Sechin ji Rûdawê ra ragihand: “Em amadekariyan dikin da ku karên xwe bi awayekî kiryarî li Kurdistanê dest pê bikin. Hemû kar li gorî bername û nexşeyê birêve diçe. Em li gel Wezareta Çavkaniyên Sirûştî bi berdewamî di nava peywendiyan de ne. Em li wir kar dikin û ti aliyek jî li hember me nebûye asteng.”

 

Rosneftê ji bo binesaziya petrol û gaza sirûştî 4 milyar dolar terxan kiriye. Rêveberên vê şîrketa mezin kesên nêzîkî Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn in.

 

Vladîmîr Pûtîn jî beriya çend rojan ragihandibû, ku dorpêça li ser Kurdistanê di berjewendiya ti aliyan de nîne û hişyarî dabû, ku ev yek dikare bibe sedema bilindbûna nirxê petrolê.

 

Pisporên petrol û gazê jî dibêjein, sekinandina boriya petrola Başûrê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve, raste rast zirarê dide berjewendiyên Rûsyayê.

 

Herwiha, sekiandina herika petrolê, ziyanê digihîne berjewendiyên bi dehan kompanyayên din ên li Kurdistanê kar dikin. Ev yek jî Tirkiyê rûbirûyê pirsgirêkên mezin dike.  

 

 


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| 13-12-2017 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| 13-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Sofi | 2017-12-06 11:53:01 PM
Qaşo Ebadî li gora xwe siyasetê dikê û di xwazê gelên li Kurdistanê siza bikê û li gora wî serê xwenî wekê şebeşekî Cîhanê bi xapênê.
Hikûmeta Kurdistanê: Em nizanin Ebadî behsa kîjan lîsteyê dike
| 6-12-2017 | (1)
0.485 seconds