Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Sala par Herêma Kurdistanê 200 milyon bermîl petrol firot

Ji aliyê RÛDAW 8-8-2018
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Kompaniya Deloitte duyem raporta xwe ya li ser hûrbîniya dahata petrolê ya Herêma Kurdistanê belav kir. Li gor raportê, Deloitte ti zanyariyeke nedirust di proseya berhemanîn, hinardekirin û firotina petrola Herêma Kurdistanê de nedîtiye.

 

Kompaniya Deloitte ku kompaniyeke Brîtanî ye û weke yek ji çar kompaniyên mezin ên cîhanê di warê hûrbîniyê de tê dîtin, di dawiya sala 2016an de Hikûmeta Herêma Kurdistanê girêbestek pê re kiriye ji bo hûrbîniya datayên sektora petrola Herêma Kurdistanê.

 

Deloitte di warê hûrbînî, şêwirmendî, şêwra darayî, îdareya metirsiyê û bacê de xizmet pêşkêş dike.

 

Kompaniya Deloitte piştî girêbesta xwe ya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, yekem raporta xwe ya di sektora petrol û gaza Herêma Kurdistanê de ji navîna meha Çile ya 2018an belav kiriye ku li ser hûrbîniya berhemanîn, bikarbirin û dahata petrola Kurdistanê ya ji dema 1ê Çileya 2017an heta 30ê Hezîrana 2017an bû.

 

Di encama proseya hûrbîniya datayên petrola Herêma Kurdistanê de di nav şeş mehên ewil ên sala 2017an de, kompaniya Deloitte diyar dike ku "ji bo hinardekirin, bikarbirin û firotina petrolê, me ti daxuyaniyeke nedirust nedît di zanyariyên hinardekirin, bikarbirin û firotina petrolê de".

 

Roja 01-08-2018an Kompaniya Deloitte duyem raporta xwe belav kir, ku li ser hûrbîniya berhemanîn, bikarbirin û dahata petrola Kurdistanê ya di navbera Tîrmeha 2017an heta Kanûna 2017an de bû.

 

Piştî hûrbînî, Deloitte gihiştiye çend encaman:

 

- Ji bo hinardekirin û bikarbirina petrolê, me ti zanyariyeke nedirust nedîtiye.

 

- Di firotina petrolê de me ti zanyariyeke nedirust nedîtiye.

 

Hinardekirin û bikaranîna mehane

 

Li gor raporta Deloitte, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di şeş meha duyem a sala 2017an de 90 milyon û 997 hezar û 914 bermîl petrol berhem aniye.

 

Ji wê petrola ku di wê demê de berhem hatiye, 81 milyon û 548 hezar û 972 bermîl bi rêya boriyan hatiye hinardekirin. 4 milyon û 913 hezar û 910 bermîl bi rêya tankeran hatiye hinardekirin. 1 milyon û 457 hezar û 965 bermîl ji parzûngehan re hatiye şandin ji bo Wezareta Çavkaniyên Sirûştî. 664 hezar û 220 bermîl jî ji parzûngehan re hatiye firotin. Milyonek û 787 hezar û 91 bermîl li hember dîzel û sotemeniyên giran ên ji bo bikaranîna wêstgehên enerjiyê, 625 hezar û 756 bermîl jî di navxwe de hatiye firotin.

 

Li gor raportê, petrola Herêma Kurdistanê herî zêde di meha Îlona 2017an de hatiye firotin, ku 18 milyon û 283 hezar û 930 bermîl bûye, lê belê di meha Cotmehê de, daketiye 7 milyon û 382 hezar  û 831 bermîl, ew jî ji ber bûyerên 16ê Cotmehê bûye, ji ber ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojane zêdetirî 300 hezar bermîl petrolên kêlgehên Kerkûkê bi rêya boriya petrolê ya Kurdistan – Tirkiyê hinarde dikir.

 

Dahata petrola firotî

 

Li gor datayên kompaniya Deloitte, hemû buhayê petrola xav û kondênseyt a firotî (bi rêya borî, tanker û firotina navxwe) di nîvê duyema sala par de 3 milyar û 853 milyon û 777 hezar dolar bûye, lê belê piştî xerciyan, tenê milyarek û 815 milyon û 410 hezar dolar ji hikûmetê re maye. Her di wê demê de hikûmet 183 milyon û 825 hezar dolar weke pere pişka firotina petrolê wergirtiye.

 

Xerciyên hikûmetê di sektora petrolê de di nav şeş mehan de, zêdetirî 2 milyar dolar bûye. Ji wan jî 624 milyon û 998 hezar dolar ji bo heqdestê kompaniyên petrolê hatine dayîn. 938 milyon û 178 hezar dolar xerciyên giştî yên hikûmetê. 30 milyon dolar pereya petrodolara Kerkûkê. 14 milyon û 592 hezar dolar lêçûnên parastina saziyên petrolê. 518 milyon û 169 hezar dolar lêçûnên çareserkirina nakokiyan di navbeynkariyê de.

 

Li gor raporta Deloitte, hemû nirxê bermîlek petrol ku di nav wan şeş mehan de bi rêya boriyê hatiye firotin 44 dolar û 58 sent bûye, lê nirxê bermîlek petrolê ku bi rêya tankeran hatiye firotin 39 dolar û 88 sent bûye.

 

 

Bi berawirdkirina dahatên nîvê yekema 2017an û nîvê duyema 2017an, tevî bilindbûna buhayê petrolê, berhemanîn û dahata petrola Kurdistanê di nîvê duyem de kêm bûye.

 

Di şeş mehên yekem ên sala 2017an de Hikûmeta Herêma Kurdistanê 110 milyon û 852 hezar bermîl petrol firotiye, buhayê petrola bermîleke petrolê bi rêya boriyê 41 dolar û 29 sent bûye, buhayê bermîlek bi rêya tankerê ve 25 dolar û 45 sent bûye.

 

Dahata petrola firotî di şeş mehên yekem ên sala borî de 4 milyar û 69 milyon û 634 hezar dolar bûye, lê piştî xerciyan, 2 milyar û 76 milyon û 102 hezar dolar ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re maye.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di şeş mehên duyem ên sala 2017an de 90 milyon û 997 hezar û 914 bermîl petrol berhem aniye û dahata wê jî (bêyî xerciyan) 3 milyar û 853 milyon û 777 hezar dolar bûye.

 

Ango di şeş mehên duyem ên 2017an de hinarde û bikarbirina petrola Kurdistanê 19 milyon û 845 hezar û 362 bermîl kêm bûye. Dahat jî di nav van şeş mehan de 215 milyon û 856 hezar û 480 dolar kêm bûye.


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Mamo | 2018-12-16 5:26:36 PM
Bi hêvîya encamek erênî ji danustandinên we. Welatparêzên Kurdistanê li bendê ne kû hêzên sîyasî û leşkerî li Rojavayê Kurdistanê helwestek hevbeş...
Hêzeke
| 22 demjimêr berê | (1)
Shirwani | 2018-12-15 8:02:54 PM
Ev xuwezalandin tishteki pirr piroze ji bu kurdistané Hividarim kurd giringiye bidné u pishve binin. Serkevtin ji kurdan re.
Bi wêneyan Navenda Xweşiqitandinê ya Mêrga Botanê ya Colemêrgê
| Duh vî demî 09:13 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Amed MOL | 2018-12-14 1:34:28 PM
Alan tu shashî bira! Di encamên nezanîn u nexwendinê dibe wek te bira. "SOZ" bi bingehîn u bi zimananîî ya xwe Kurdîye.Tirk evaya kirine " SÖZ" ma wê...
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (2)
osman | 2018-12-14 9:07:20 AM
Ji bo whatsappa kurdî îmze bavêjin. Bila whatsapp bibihîse. ---------------- whatsappa kürtçe dil desteği eklenmesi için imza kampanyası. Whatsapp...
AMED - Salona şanoya
| 29-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Hêzeke 22 demjimêr berê | (1)

Hêzeke "Pêşmergeyên Roj" derbasî Rojavayê Kurdistanê bû

Bi serpireştî û hemahengiya Amerîkayê bûye Zêdetir
Bi rastî cudaxwaz bû 13-12-2018 |

Bi rastî cudaxwaz bû

Ako Mihemed li ser kesayet û nasîna xwe û mamosta Zêdetir
0.531 seconds