Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Dizeyî: 522 milyar dînarê Bexdayê gihîştiye Herêma Kurdistanê

Ji aliyê RÛDAW 9-3-2019
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî.

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, Bexda 522 milyar dînar şandiye Kurdistanê û biryar e berî cejna Newrozê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê were dayîn.

 

Sefîn Dizeyî duh bi çev beşdarî bulteneke nûçayan a Rûdaw TV bû û li ser biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo rakirina sîstema paşekewta mûçeyan axivî û bersiva pirsên Rûdawê da.

 

Dizeyî ragihand, rakirina biryara paşekewta mûçeyan, ti pêwendî bi rêkeftinên siyasî ve nîne.

 

Dizeyî herwiha got: “Biryara paşekewta mûçeyan, biryareke gelekî zehmet bû, lê belê me pêştir soz dabûn hevwelatiyên Herêma Kurdistanê, her dema ku rewşa darayî ya Kurdistanê baş bû, em dê paşekewtê rakin û îro jî me ev biryar da.”

 

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da xuyakirin: “Dibe ku hinek alî mijûlî vê yekê bûbin ku projeyasayekê ji bo nehiştina paşekewta mûçe amade bikin, lê paşekewt bi yasayê nehatiye kirin, heta ku bi yasayê were rakirin. Paşekewta mûçe, bi biryara Encûmena Wezîran bûye û her bi biryara Encûmena Wezîran jî hate rakirin.”

 

Sefîn Dizeyî li ser wî pereyê ku hikûmeta Iraqê ji Herêma Kurdistanê re şandiye jî ragihand: Bexdayê 522 milyar dînar şandiye Kurdistanê û divê duh (pênşemî) gihîştibe herêmê. Li ser vê bingehê jî îro Enncûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê civiya, di çend rojên bê de, dabeşkirina mûçeyan jî dest pê dike.


Dizeyî tekez kir,  her çend ku çend rojan bêhnvedan e, lê belê Wezareta Darayî dê karên xwe berdewam bike, ji bo ku berî Newrozê mûçe bi ser fermanberan de bêne dabeşkirin.

 

Duh înê 8ê Adarê, piştî civîna Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî konferanseke rojnamevanî encam da û têde ragihand, ji vê mehê ve paşekewta mûçeyan tê rakirin.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.407 seconds