Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Rosneft karên xwe yên li Kurdistanê berfirehtir dike

Ji aliyê RÛDAW 9-8-2018
Rûdaw

Moskow (Rûdaw) – Kompaniya Rosneft a Rûsî ku yek ji kompaniyên mezin ên berhemanîna petrolê ye û li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê peymana wê heye, karên xwe yên li Başûrê Kurdistanê berfirehtir dike. Serokê Lijneya Enerjiyê ya Parlementoya Rûsyayê jî dibêje ku Herêma Kurdistanê cihê giringîdana me ye.

 

Başûrê Kurdistanê ji aliyê kompaniyên enerjiyê yên Rûsyayê ve ji bo karkirinê weke herêmeke giring a stratejîk a cîhanê tê qebûlkirin, ji ber vê yekê jî roj bi roj karên xwe berfirehtir dikin û dirêjî pê didin.

 

Kompaniya Rosneft ji hemû kompaniyên din zêdetir sermaye aniye Başûrê Kurdistanê, tevî hemû wan astengiyên ku li ber wê têne çêkirin, her berdewam e. Serokê Lijneya Petrol û Enerjiyê yê li Parlementoya Rûsyayê Pavel Zavalnî diyar dike ku ev herêm ji bo wan cihê giringîdanê ye û kar têde dikin.

 

Pavel Zavalnî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Mixabin em dizanin ku gelek tişt li Iraqê nehatiye çareserkirin, bi taybetî ewên ku peywendiya wan bi pirsgirêkên Iraq û Kurdistana Iraqê ve heye. Ew nikarin bi hev re hevahengî bikin, em dixwazin li hemû wan deveran kar bikin û dixwazin di navbera Iraq û Kurdistana Iraqê de biryara hevbeş hebe derbarê çareseriya wan rikeberiyên di navbera wan de, daku bandora xirab neke ser kompaniyên me û bazirganên me yên li wir. Lewma em dixwazin ew li hev bikin, çimku wan deveran ji bo me cihê giringiyê ye û li wir şiyan û teknolojiya me ya xebatê heye.”

 

Li gor nêrîna gelek şarezayên enerjiyê, geşkirina karên kompaniyên Rûsî li Başûrê Kurdistanê berjewendiyeke dualî ye û heta radeyekê Başûrê Kurdistanê zêdetir sûd werdigre, çimku bi taybetî karên Rosneftê ji bazirganiya demkî zêdetir e, weke serokê kompaniyê ragihandiye, armanca wan veberhênan û çêkirina jêrxana aboriya Başûrê Kurdistanê ye.

 

Serokê Yekîtiya Pîşesaziya Petrol û Gaz a Rûsyayê Gînadî Şamîl ji Rûdawê re diyar kir: “Rêkeftinên Rosneft û Kurdistanê ji bo herdu aliyan bi sûd e. Kompaniya Rosneft mezintirîn kompaniya derhênera petrola welatê me ye û li cîhanê kompaniyên wisa kêm in, di warê taybetmendiyê de dikarim bibêjim kompaniya wisa tine ye.”

 

Hikûmeta Iraqê çendîn car gilî û gazindan ji peywendiyên rasterast ên kompaniya Rûsî li gel Başûrê Kurdistanê kiriye, bi taybetî ji Rosneft. Li gor gotina Balyozê Iraqê, biryar bû Serokê Kompaniya Rosneftê serdana Bexdayê bike û li ser vê mijarê bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re bicive, lê belê Kompaniya Rosneft ti car vê yekê piştrast nekir.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

BUrhan Elturan | 2018-08-08 3:33:08 PM
We buyeren dewleta tirk cha zu bir kir! He salek ji ne buye. Te bira we, Bi dewleta Iraq, Iran e va, bun yek u Kurdistan'a Bashur tehdit kirin. Tim...
Li hêviya Nêçîrvan Barzanî nemînin
| 6-8-2018 | (1)
Renas | 2018-08-04 9:39:36 PM
Xweli li serê me bê go yeki weke Bilgen buye serokê me. Man te ci jê ye? Bila Amerika tirkiye bibê iflasê, wê jibo Kurda basbê Bilgen axa!!
Ji HDPê daxuyaniya li ser Amerîkayê: Nayê qebûlkirin
| 4-8-2018 | (1)
Mizoki | 2018-08-02 10:48:47 PM
Min di nav rihé we da misti.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê grûpeke DAIŞê desteser kir
| 2-8-2018 | (1)
Kurdekk bakur | 2018-08-02 7:39:28 AM
Ez jii li ser navee hhemii kurdan tek piiroz dikkim... Serkeftinnnnnn
Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê mezintirîn xelata cîhanî ya bîrkariyê wergirt
| 1-8-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Kerkûk û qonaxeke din a dagîrkeriyê 9-8-2018 |

Kerkûk û qonaxeke din a dagîrkeriyê

Erdên Kurdan ji wan distînin û didin erebên Zêdetir
Rêveberiya Xweser û Sûriyê 'komîteya hevbeş' damezrandin 9-8-2018 |

Rêveberiya Xweser û Sûriyê 'komîteya hevbeş' damezrandin

Komêteya Hevbeş di navbera Rêveberiya Xweser û Zêdetir
Berpirsê Îranî: Em dikarin li Tehranê pêşwazî li Trump bikin 5-8-2018 |

Berpirsê Îranî: Em dikarin li Tehranê pêşwazî li Trump bikin

Ayetullah Haşim Bethayî dibêje, amerîkî ji Firewn Zêdetir
0.391 seconds