Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Wezîrê Petrola Iraqê: Em bi Îranê re li ser kêlgehên hevbeş negihîştine rêkevtinê

Ji aliyê RÛDAW 10-1-2019
Wezîrê Petrola Iraqê û Wezîrê Petrola Îranê îro li Bexdayê civiyan.
Wezîrê Petrola Iraqê û Wezîrê Petrola Îranê îro li Bexdayê civiyan.

Bexda (Rûdaw) – Wezîrê Petrolê yê Iraqê ragihand, heta niha welatê wî li gel Îranê li ser kêlgehên hevbeş ên petrol û gazê yên navbera wan negihîştiye ti rêkevtinekê.

 

Wezîrê Petrolê yê Îranê, Bîjen Mandar Zengene îro serdana Iraqê kir û bi hevtayê xwe yê Iraqî, Samir Xezban re civiya.

 

Piştî civînê, herdu wezîrên petrolê yên Îran û Iraqê konferanseke hevbeş a rojnamevanî encam dan û têde Wezîrê Petrolê yê Îranê ragihand, welatê wî pêbendî sizayên Amerîkayê nabe û got, sizayên Amerîkayê yên li dijî Îranê neyasayî ye.

 

Bîjen Zengene herwiha got: “Ti astengek nîne bo zêdekirina rêjeya hinardekirina gaza xwezayî bo Iraqê û me bi temamî şiyana zêdekirina rêjeya hinardekirina gazê heye.”

 

Derbarê sizayên Amerîkayê yên li dijî Îranê jî, Wezîrê Petrolê yê Îranê got, ew siza neyasayî ne û Îran guh nade wan sizayan. Bîjen Namdar Zengene herwiha diyar kir, ku “Îran behsa rêjeya hinardeya petrola xwe û cihê ku bo tê hinardekirin, nake.”

 

Tê pêşbînîkirin, ku îsal li gor sala Îranî ku ji yekem roja Newrozê ve dest pê dike, rêjeya hinardekirina kelûpelên Îranî bo Iraqê ji sedî 40 zêde bike.

 

Herwiha Wezîrê Petrolê yê Iraqê, Samir Xezban jî di vê konferansa hevbeş a rojnamevanî de ragihand, ku Iraq heta niha li gel Îranê li ser kêlgehên hevbeş ên navbera herdu welatan negihîştiye ti rêkevtinekê.

 

Heftiya bihorî balyozê Îranê yê li Iraqê, Îrec Mescidî ragihandibû: “Îran salane 25 milyon metre kûp gazê hinardeyê Iraqê dike, herwiha Îran salane 3 milyar û 500 milyon dolar di warê enerjiyê de hinarde heye bo Iraqê.”

 

Serdana Wezîrê Petrolê yê Îranê bo Iraqê, tenê rojek piştî serdana Wezîrê Derve yê Iraqê Mike Pompeo bo wî welatî tê.

 

Mike Pompeo duh çarşembiyê di çarçoveya geşta xwe ya Rojhilata Navîn de serdana Bexdayê kiribû û bi Serokomar, Serokwezîr, Wezîrê Derve û Serokê Parlamentoya Iraqê re hevdîtin pêk anîbûn.

 

Li gor zanyariyan, mijara sizayên aborî yên Amerîkayê li dijî Îranê û pêbendbûna Iraqê bi wan sizayan, yek ji mijarên sereke yên gotûbêjên Pompeo û rayedarên Iraqî bûye.

 


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.61 seconds