Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

‘Modêla Nû ya Aboriya Tirkiyê’ hat eşkerekirin

Ji aliyê RÛDAW 10-8-2018
Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê Berat Albayrak
Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê Berat Albayrak

Navenda Nûçeyan –  Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê Berat Albayrak “Modêla Nû ya Aboriyê” ku di encama civînên şêwrê de derket holê, bi raya giştî re parve kir.

 

Berat Albayrak li Qesra Dolmabahçeyê li ser naveroka modêla nû agahî da û destnîşan kir ku pêkanîna serbixwebûna polîtîkayên pereyan dê bibe yek ji prensîbên modêla nû.

 

Albayrak got: “Di nêrîna nû ya aborî de prensîba me ew e ku bi hemû hevkarên me yên piyaseyê re têkiliyên çalak daynin û pêbaweriyê pêk bînin. Babeteke ku divê wek prensîp dewam bike jî Serxwebûna Bankeya Navendî ye. Prensîbeke din a modela nû ya aboriyê jî zêdekirina kaliteyê ye û ji nû va bicihkirina hevkêşa budçeyê ye."

 

Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê Albayrak di mijara Bankeya Navendî de destnîşan kir ku heya ji destê wan tê naxwazin li ser serxwebûna wê gotûbêj bên kirin û wiha dewam kir:

 

"Ji roja ku me dest bi kar kiriye heta niha di mijara serxwebûna Bankeya Navendî de bi taybetî em pir hestiyar in. Heta ji destê me hat me neaxivî. Wek prensîp bi taybetî di mijara serxwebûna polîtîkayên pere de ev tevger dê dewam bike."

 

Derbarê gavên ku dê di çarçoveya modêla nû bên avêtin de jî Albayrak got: "Ji bo dadmendiya aboriyê têkoşîna li hemberî enflasyonê dê gava ewil be. Bi pergala bacê ya ku em ê sade bikin, di qada darayiyê de dê pêvajoya guherîneke pir mezin çêbibe."

 

Albayrak behsa xebatên ku tên kirin kir û diyar kir: "Me rêjeya deyndayînê ya xezîneya xwe % 125 daxiste % 110. Di mehên mayî yên salê de jî em ê vê daxin % 100. Em ê di heyama qanûndanînê ya nû de bînin parlementoyê ku otorîteyeke regulasyonê ya fînansê ya jor a nû bê avakirin."

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

BUrhan Elturan | 2018-08-08 3:33:08 PM
We buyeren dewleta tirk cha zu bir kir! He salek ji ne buye. Te bira we, Bi dewleta Iraq, Iran e va, bun yek u Kurdistan'a Bashur tehdit kirin. Tim...
Li hêviya Nêçîrvan Barzanî nemînin
| 6-8-2018 | (1)
Renas | 2018-08-04 9:39:36 PM
Xweli li serê me bê go yeki weke Bilgen buye serokê me. Man te ci jê ye? Bila Amerika tirkiye bibê iflasê, wê jibo Kurda basbê Bilgen axa!!
Ji HDPê daxuyaniya li ser Amerîkayê: Nayê qebûlkirin
| 4-8-2018 | (1)
Mizoki | 2018-08-02 10:48:47 PM
Min di nav rihé we da misti.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê grûpeke DAIŞê desteser kir
| 2-8-2018 | (1)
Kurdekk bakur | 2018-08-02 7:39:28 AM
Ez jii li ser navee hhemii kurdan tek piiroz dikkim... Serkeftinnnnnn
Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê mezintirîn xelata cîhanî ya bîrkariyê wergirt
| 1-8-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Kerkûk û qonaxeke din a dagîrkeriyê 9-8-2018 |

Kerkûk û qonaxeke din a dagîrkeriyê

Erdên Kurdan ji wan distînin û didin erebên Zêdetir
Rêveberiya Xweser û Sûriyê 'komîteya hevbeş' damezrandin 9-8-2018 |

Rêveberiya Xweser û Sûriyê 'komîteya hevbeş' damezrandin

Komêteya Hevbeş di navbera Rêveberiya Xweser û Zêdetir
Berpirsê Îranî: Em dikarin li Tehranê pêşwazî li Trump bikin 5-8-2018 |

Berpirsê Îranî: Em dikarin li Tehranê pêşwazî li Trump bikin

Ayetullah Haşim Bethayî dibêje, amerîkî ji Firewn Zêdetir
0.719 seconds