Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

SILÊMANÎ – Hikûmet ji bo 2 projeyên kirêçiyan pere dabîn dike

Ji aliyê RÛDAW 10-8-2018
Silêmanî

Silêmanî (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye ji bo 2 projeyên nîştecîbûnê yên li parêzgeha Silêmaniyê pereyan dabîn bike da ku karê wan ji nû ve dest pê bike.  

 

Zêdetirî %11ê hemwelatiyên Herêma Kurdistanê kirêçî ne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêka xanî bo hemwelatiyên kirêcî, sala 2013 bi dehan projeyên nîştecîbûnê da destpêkirin. Lê ji ber qeyrana darayî beşek ji wan projeyan rawestiyan.

 

Projeyên avahîsazî yên Sîtek û Zirgwêz ên Silêmaniyê, ku ji hezar û 500 xaniyan pêktên, du ji wan projeyan bûn ku di nîvî de mabûn.

 

Li gorî biryara hikûmetê her meh ji bo temamkirina van projeyan dê milyarek dînar were xerckirin.

 

Serokê Komeleya Kirênîşînan Brhem Serdar ev biyar wek biryareke “bi bandor” binav kir û diyar kir, ku ji bo wergirtina van xaniyan 28 hezar form hatine dagirtin û biryare xanî bi tîrûpşik bi ser hezar û 500 kirêçiyan de were parvekirin.

 

Berhem Serdar got: “Biryar bû di nav 3 mehan de navê xwediyên xaniyan bihatana ragihandin lê mixabin ev 5 sal in xelk li hêviyê ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo temamkirina van projeyan biryar wergirtiye û destxweşî li wan dikim. Biryare her heyv milyarek dînar bide veberhêneran da ku projeyan temam bikin.”

 

Biryare hezar û 500 xaniyên Sîtek û Zirgwêz di heyama sal û nîvekê de werin temamkirin. Bi vî awayî dê hikûmet 18 milyar dînaran xerc bike.

 

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir di vê derbarê de got: “Em ê ji bo parvekirina xaniyan amarekî nû amade bikin. Em ê di Çileya 2019ê de kar li ser lîsteyên di destê Rêveberiya Amarên Silêmaniyê bikin.”

 

Biryare piştî vê projeyê 700 yekeyên din ên nîştecîbûnê ji bo krênşînan û malbatên xizan li bajarokên din ên Silêmaniyê werin çêkirin. Ev pêngav ji bo kêmkirina rêjeya kirênîşînên li Başûrê Kurdistanê ye.


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 19-1-2019 | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 19-1-2019 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.657 seconds