Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Sûriyê aboriya xwe ji dest daye

Ji aliyê RÛDAW 11-1-2019
Sûriyê piraniya aboriya xwe ji dest daye

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî krîz û şerê navxwe yê 8 salan li welatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê piraniya aboriya xwe ji dest daye, ku piraniya bîrên petrol û gazê yên Sûriyê li rojhilatê Ferat in, û beşekî mezin ji dahata petrola Sûriyê, li herêmên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ne.

 

Berhemên petrolê li Sûriyê:

 

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya Amerîka rojhilatê Ferat ji destê DAIŞê derxistin, niha beşê herî zêde yê bîrên petrolê, li wê deverê aktîv kirine.

 

Amerîka û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dest danîne ser petrola Sûriyê.

 

Li gor Rapora Enerjiya Navdewletî, 2 milyar û 500 hezar bermîl petrol li Sûriyê hene. Lê belê li gorî hikûmeta Sûriyê, Sûriyê berî krîzê rojane 385 hezar bermîl petrol berhem dianîn ku rojane 240-250 hezar bermîl ji xwe re bikar dianîn û yên din jî difirotin.

 

Ji aliyê xwe ve Wezareta Petrolê ya Sûriyê ragihand, ku ew niha rojane 20 hezar bermîl petrol berhem tînin.

 

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî ragihand ku wan 1000 bîrên petrolê li rojhilatê Ferat kontrol kirine.

 

Berhemên gazê li Sûriyê:

 

Di derbarê berhemên gazê de jî, hikûmeta Sûriyê ragihand, ku 240 milyar metre sêca, gaza xwezayî li Sûriyê heye.

 

Herwiha li Sûriyê berî kirîzê, berhemê gazê rojane 21 milyon metre sêca bû, lê piştî ku piraniya sektora petrolê ji ber şerê navxwe têk çû, di sala 2017an de berhemê gaza xwezayî li Sûriyê, rojane bû 8 milyon û 700 hezar metre sêca, di sala 2018an de bilind bû û rojane gihişte 16 Milyon û 500 hezar metre sêca.

 

Lê li gorî zaniyarên taybet ku bi dest Tora Medyayî ya Rûdawê ketine, Hêzên Sûriya Demokratîk dest danîne ser 1300 bermîlên petrolê yên Sûriyê. ji wan 600 bîr çalak in û petrol ji wan tê derxistin. Rojane nêzîkî 65 heta 75 hezar bermîl ji wan bîran tê berhemanîn.

 

Kargeha Siwêdiyê ya Cezîra Rojavayê Kurdistanê rojane 11 Hezar û 500 tupên gazê berhem tîne û Hêzên Sûriya Demokratîk berhemên petrol û gazê li deverên xwe, opozisyonê li Idlibê û deverên hikûmetê belav dike.

 

Berhemên Fosfatê li Sûriyê:

 

Rûsya dest daniye ser Fosfata Sûriyê, li gorî çavkaniyên navdewletî, Sûriyê di berhemanîna Fosfatê de li ser asta cîhanê di pileya pêncem de ye.

 

2 milyar ton Fosfata yedek li Sûriyê heye, li Xinêfîs, Hemad, û devera peravê, Fosfata Sûriyê tê berhemanîn.

 

Sûriyê berî krîzê salana 3 milyon û 500 hezar ton Fosfat berhem dianî. Sala 2017an Rûsya zeviyên Fosfatê li Xinêfîsê ji destê DAIŞê û gurûpên çekdar derxistin.

 

Li gorî zaniyarên taybet bi Tora Medyayî ya Rûdawê, li Sûriyê 105 milyon ton Fosfata yedek heye.

 

Sûriye niha salane 2 milyon û 200 hezar ton Fosfat berhem tîne û Rûsya bi dirêjahiya 50 salî, dê Fosfata Sûriyê berhem bîne, û li gorî rêkeftina di navbera hikûmet û Rûsya de, ji sedî 70 berhema Fosfatê Rûsya dibe û ji sedî 30 jî ji bo hikûmetê ye.

 

Berhemên zeytûnan li Sûriyê:

 

Tirkiyê dest daniye ser beşekî mezin ji berhemên zeytûnan li Sûriyê, û li gorî Sindoqa Diravan a Navdewletî, Sûriyê berî kirîzê di berhemanîna zeytûn û zeyta zeytûnan de, di nava welatên Ereban de, di pileya yekem de bû, û li ser asta cîhanê di pileya sêyem de bû.

 

100 milyon darên zeytûnan li Sûriyê hene. Berhema salane ya zeytûnan 1 milyon û 200 hezar ton in.

 

Tirkiyê û gurûpên çekdar yên alîgirên wê li Idlibê, bakurê Helebê û Efrînê, dest danîne ser berhemên zeytûn û zeyta zeytûnan, û li Idlibê jî niha yek teneke zeyta zeytûnan yê 16 kg, bi 20 hezar lîreyên Sûriyê tê firotin.

 

Li gor zaniyarên ku bi dest Tora Medyayî ya Rûdawê ketine, li Efrînê 18 milyon darên zeytûnan hene. 14 milyon ji wan darên zeytûnan berhemdar in. 250 guvaştek hene. 270 hezar ton zeyt berhema salane ya herêma Efrînê ye.

 

Tenekeya zeytê berî kontrolkirina Efrînê, bi 25-30 hezar lîreyên Sûriyê dihate firotin, lê piştî kontrolkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û opozisyona Sûriyê ve, bazirganiya zeytê di destê grûpên çekdar de ye.

 

Tirkiyê hinardekirina zeytê ji bo deverên di bin destê hikûmeta Sûriyê de qedexe kiriye, û zeyt tenê ji bo Tirkiyê tê şandin, û bi buhayê ku grûpên çekdar li ser cotkaran ferz dikin tê firotin.

 

Ji bilî dizî û talankirinê, gurûpên çekdar serê malê, 1-5 teneke zeyt wek baca bi zorê li ser xelkê ferz dikin, û niha li Efrînê tenekeya zeytê bi 5-8 hezar lîreyên Sûriyê tê firotin, û bi vî buhayî, zerar û ziyaneke mezin dighe cotkarên Efrînê, û sûdeyeke mezin jî dighe wan gurûpên çekdar li Efrînê û aboriya Tirkiyê.


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.594 seconds