Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Çand û Geşyariyê ya Çînê da xuyand di betlaneya Cejna Biharê ya ku hefteyekê dewam kir de 513,9 milyar yûen ( qasî 76,210 milyar dolar) dahat ji geştyariyê hat bidestxistin.
Wezareta Çand û Geşyariyê ya Çînê ragihand ku di betlaneya Cejna Biharê ya ku hefteyekê dewam kir de dahata geştyariyê li gor par ji sedî 8,2 zêde bû.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di nav vê hefteyê de 415 milyon seferên di navbera bajaran de çêbûn û 76 milyar 210 milyon dolar pere hat qezenckirin.
Hat gotin ji sedî 40ê welatiyan muzeyan ziyaret kirin.
Par di betlaneya Cejna Biharê de 475 milyar yûen (qasî 70 milyar dolar) dahat ji geştyariyê hatibû bidestxistin.
Li Çînê li gor salnameya 12 ajelî di 5ê Sibatê de Sala Baraz dest pê kir. Li welêt ji ber sala nû û Cejna Biharê betlaneyeke fermî ya ji bo hefteyekê dest pê kir. Ji ber vê li Çînê gelek mirov ji bajerekî din çûn bajarê din ku ev rêwîtiya di navbera bajaran de li cîhanê bûn rêwîtiyên herî zêde.