Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Xerciyên olîmpiyada Tokyoyê nêzîkî 25 milyar dolarî dibe

Ji aliyê RÛDAW 11-10-2018
 Japonê destnîşankirin ku dê bi tenê ji bo amadehiyên olîmpiyadê kêmzêde 25 milyar dolarî xerc bike
Japonê destnîşankirin ku dê bi tenê ji bo amadehiyên olîmpiyadê kêmzêde 25 milyar dolarî xerc bike

Navenda Nûçeyan - Japon dê di sala 2020î de li Tokyoyê Lîstikên Olîmpiyada Havînê li dar bixe û hat ragihandin ku xerciyên olîmpiyadê dê ji 25 milyar dolarî derbas bibe.

 

Di rapora Lijneya Kontrolê ya Neteweyî ya Japonê de hat destnîşankirin ku li gor texmîna wan welatê bi tenê ji bo amadehiyên olîmpiyadê kêmzêde 25 milyar dolarî xerc bike. Lijneyê got li bendê ne ku lêçûnên tevahiya organîzasyonê ji vê rêjeyê zêdetir be.


Tokyoyê di sala 2013an de ji bo namzediyê serî lê xistibû û li gor hesabê wê çaxê organizasyonê bi qasî 7,3 milyar dolarî li welêt bibûya mal.


Komîteya Olîmpiyadê ya Neteweyî di berfanbarê de diyar kiribû ku budçeya olîmpiyadê dê 11,9 milyar dolar be. Hatibû ragihandin ku 5,3 milyar dolar yê bi destê komîteya organîzasyonê û Şaredariya Tokyoyê were dayîn, hikûmeta navendî jî dê 1,3 milyar dolar alîkariyê bide.


Parêzgarê Tokyoyê Yurîko Koîkoyê mehekê şûnda daxuyanî dabû û diyar kiribû ku "ji ber hewcedariyên olîmpiyadê" 7,2 milyar dolar zêde lazim dike. Bi vî awayî tevahiya lêçûnê ji bo amadehiyan derketibû 19,1 milyar dolarî.


Di rapora ku Lijneya Kontrolê ya Neteweyî de hat ragihandin ku hikûmeta navendî dê 1,3 milyar dolar tevkarî bida û ji ber mecbûriyetê reqem derxist 7,1 milyar dolarî.


Di vê rewşê da budçeya tevahiya amadehiyan digihêje kêmzêde 25 milyar dolarî.

Nîşankirin : Japon, Olimpiyad 2020, Tokyo
599 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Can | 2018-11-28 8:30:03 PM
Sıhet xweş bıra rastî di nav şirovekarên rudawde tu nimone u rastteqîntirin şirovekarî serkeftın kı bu te
Barzanî dê wek Barzanî bike?
| 28-11-2018 | (1)
Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Bi rastî cudaxwaz bû 15 demjimêr berê |

Bi rastî cudaxwaz bû

Ako Mihemed li ser kesayet û nasîna xwe û mamosta Zêdetir
Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê 9-12-2018 |

Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê

Ji seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xelk Zêdetir
0.359 seconds