Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Ji ber qeyrana aborî piraniya projeyan li Amedê hatine rawestandin

Ji aliyê Mehdî Mutlu 11-10-2018
Qyrana aborî li Tirkiyê bûye sedema rawestandina piraniya projeyan li Amedê û Bakurê Kurdistanê.

Amed (Rûdaw) - Ji ber qeyrana aborî û rêkdarên danhev ango teserûfê wek li hemû Tirkiyeyê li bajarê Amedê jî xebat û projeyên şaredariyên Amedê yên qeyûmkirî jî hatine ber asta rawestandinê

 

Qeyûmên bajarê Amedê yên ku di Mijdara sala 2016 an de hatine ser kar, bi derfetên hikumetê çi bi cîbicîkirina projeyên şaredariyên DBPê û çi jî bi projeyên nû bi hûr û gir heta niha 174 ihaleyên projeyan cîbicî kirine; herwiha projeyên ku hîn dumahîk lê nehahatine jî têne meşandin; lê ji ber qeyrana aborî projeyên mezên ên ku bi qewl û belênên mezin di asta serokomarî û serokwezîriyê de di salên 2016 û 2017an de wek mizgînî ji xelkên Amedê re hatibûne eşkerekirin, hatine rawestandin

 

 

AK Partî ango partiya deshilatdar xebatên qeyûman di hilbijartinan de ji bo ku dengên HDPê ber bi xwe vegerîne, gelek girîng dîbîne; lê ji ber rêkarên (tedbîrên) danheviyê bi dawî lê anîna projeyên xizmetguzariyê û bi kêmkirina bûdceya şaredariyan a bi rêjeya % 30 ew proje têne paşxistin.

 

Serokê Jûra Avahîsazên Amedê ji Rûdawê re dibêje, ku nêzî 100 kompanyayên ihalegir  ji ber ku pareyên xwe ji şaredariyên nikarin werbigirin karên xwe an rawestandine an jî giran dimeşînin.

 

Serokê Jûra Avahîsazên Amedê, Şerefxan Aydin dibêje: "Ji ber qeyrana aborî gelek projeyên wan nijha an nîvçe mane an jî hatine rawestandin, ji ber ku nikarin pareyên fîrmayan bidine wan, karsazan dev ji kar berdane, bi ya me, wê ev qeyran kûrtir bibe."

 

Serokê Şaxa Amedê ya AK Partiyê, Suleyman Serdar Bûdak jî dide xuyakirin, ku qeyûman xizmetguzariya ku di 20 salan de li bajarê Amedê nehatiye kirin, di 2 salan de kirine û dê projeyên nîvî mane  bihêne temamkirin.

 

Herwiha Bûdak amaje bi wê yekê dike, ku ev xizmetguzarî tenê bi bûdceya ku ji aliyê Banka Bajêran ve ji şaredariyan re tê veqetandin hatine kirin, ango pareyên ku ji Şaredariyên DBPê re dihata dabeşkirin û ji qeyûman re tê dabeşkirin heman pare ye.

 

Suleyman Serdar Bûdak tekez dike: "Projeyên me yên ku berdewam dikin têne meşandin kêmasî di wan de nîne; lê hîn projeyên me yên ku hatibûne eşkere kirin û xîmên wan heta niha nehatine avêtin hatine paşxistin, ji ber ku di çarçoveya rekarên teserrûfê de butçeya şaredariyan % 30 hatiye kêmkirin."

 

Lijnya Wezîran a Tirkiyeyê di sala 2016 an de bi hinceta ku şaredarên DBPê butçe alav û derfetên şaredariyan di karê palpiştiya PKKê de bi kar tînin bi biryarnameyên di erka qanûnê de 94 qeyûman li ser şaredariyên DBPê bi cîh kiribû.


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Can | 2018-11-28 8:30:03 PM
Sıhet xweş bıra rastî di nav şirovekarên rudawde tu nimone u rastteqîntirin şirovekarî serkeftın kı bu te
Barzanî dê wek Barzanî bike?
| 28-11-2018 | (1)
Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Bi rastî cudaxwaz bû 15 demjimêr berê |

Bi rastî cudaxwaz bû

Ako Mihemed li ser kesayet û nasîna xwe û mamosta Zêdetir
Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê 9-12-2018 |

Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê

Ji seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xelk Zêdetir
0.484 seconds