Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Li Îranê nirxê 1 dolarî gihîşte 7523 tumenan

Ji aliyê RÛDAW 12-7-2018
Piştî vekişîna Amerîka ji rêkevtina etomî û tundkirina cezayên aborî li ser Îranê, nirxê tumen li hember dolar û diravên din ên biyanî daketineke mezin bi xwe ve dît
Piştî vekişîna Amerîka ji rêkevtina etomî û tundkirina cezayên aborî li ser Îranê, nirxê tumen li hember dolar û diravên din ên biyanî daketineke mezin bi xwe ve dît

Hewlêr (Rûdaw) - Roja derbasbûyî hikûmeta Îranê bi fermî bazara diravên biyanî vekir û di yekem roja miamelekirina wê bazarê de her dolar li hember 7 hezar û 523 tumen miamele pê hat kirin.

 

Berê hikûmeta Îranê ragihandibû ku nirxê fermî yê dolar li hember tumen bi 4 hezar û 200 tumen hatiye destnîşankirin, lê piştî ku buhayê dolar di bazara azad de bi rêjeyeke berçav bilind bû û ji kontrola hikûmetê derket, berpirsên wî welatî weke siyaseteke nû dubara bazara diravên biyanî azad kirin.

 

Hikûmeta Îranê weke siyaseteke nû, bazareke taybet bi diravên biyanî vekirin û di roja derbasbûyî de miameleyên wê bazarê hat destpêkirin.

 

Herçiqas hikûmeta Îranê dolar bi nirxeke kêmtir dide kompaniyan, daku pêdviyên wî welatî dabîn bikin, lê nirxê dolar li bazara azad cudahiyeke zêde li gel nirxê dolarê hikûmetî heye.

 

Heta berî dirustkirina bazara diravaên biyanî li Îran, miamelekirin di bazarê de bi dolar û diravên din bi karekî qaçax dihat naskirin û bazirga jî dihatin girtin.

 

Piştî vekişîna Amerîka ji rêkevtina etomî û tundkirina cezayên aborî li ser Îranê, nirxê tumen li hember dolar û diravên din ên biyanî daketineke mezin bi xwe ve dît û bi vê yekê rewşa aboriya Îranê her ku diçe xirabtir dibe. Hikûmeta Tehranê jibo kontrolkirina rewşê û kêmkirina nirxê dolar, kirîn û firotina dolar li bazarê qedexe kir û nirxeke hikûmetî bo dolar diyar kir, ku li gorî banka navendî ya Îranê, nirê yek dolarî beramberî 4200 tumenî hat diyarkirin.

Nîşankirin : Îran, Tumen, Dolar
878 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Ali As | 2019-02-18 11:36:08 AM
Ma gello Tirk nabêjin Kurd birê meine??
Tîma Cîzresporê li Antalyayê rastî êrîşeke nîjadperestî hat
| 19 demjimêr berê | (1)
Alan Kerkûkî | 2019-02-11 9:28:12 AM
A qenc ew e ku hukumeta Kurdistanê bi Turkmenîstanê ra peymanek mubadelekirina turkmanên Başûrê Kurdistê û kurdên Turmenîstanê îmze bike, da ku her...
Eniya Tirkmenî li dijî vegera Pêşmerge bo Kerkûkê derket
| 11-2-2019 | (1)
Cemal | 2019-02-10 9:12:29 PM
Kurd çıma Navîn yek millet?binêrin TURK çava dıbın yek deng. Em tu caran weha nabînin. Êdî Besê. Sîyasetmedarên Kurdan milletê Kurd hak nake. Dîsa...
Mirza Akar | 2019-02-11 6:19:34 AM
Li Wanê tu namzetê Tifaqa netewî Åu demokrat tune ye. Bajarên ku namzetên Tifaqa Netewî û demokrat hene: Amed, MÅerdÅin, Mûs û Batmanìn.
Du partiyên Kurdî bi awayekê serbixwe tevlî hilbijartinê dibin
| 10-2-2019 | (2)
Kurdistan | 2019-02-10 12:15:59 AM
ka Tirk hevalên Kurdan û Kurdistanê bûn?!
Derbarê PAK,  PDK-T û  PSKê de doza girtinê hat vekirin
| 9-2-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin 24-1-2019 |

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin

Hevseroka Enccûmena Cîbicîkar a MSDê dibêje, divê Zêdetir
0.532 seconds