Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Amerîka dixwaze di firotina petrolê de li Hindistanê cihê Îranê bigre

Ji aliyê RÛDAW 12-7-2018
Alên Amerîka û Hindistanê
Alên Amerîka û Hindistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî hewlên Amerîka yên di derbarê rawestandina hinardekirina petrola Îranê, asta hinardekirina petrola Amerîka ji bo Hindistanê di meha 6 a îsa de bi rêjeyeke berbiçav bilind bûye.

 

Li gor amarên hikûmeta Amerîka, di meha 5 a îsal de rojane 1 milyon û 76 hezar bermîlên petrolê ji Amerîka ve bo derve hatiye şandin.

 

Piştî ku Amerîka ji rêkevtinameya etomî ya Îranê derket, Waşingtonê ragihand, ku kar dike jibo rawestandina hinardekirina petrola Îranê û diayr kir, ku nabe ji meha 11 a îsal ve ti welatek petrola Îranê bikire.

 

Amerîkayê herwiha gef li welatên cîhanê û herwiha hevpeymanên xwe xwariye, ku di egera berdewambûna wan li ser kirîna petrola Îranê û pêwnediyên wan ên aborî li gel Îranê, dê cezayên tund ên aborî li ser wan welatan bisepîne.

 

Ji ber wan hewlên Amerîkayê, rêjeya hinardekirina petrola Îranê daketiye û welatên ku berê petrol ji Îranê dikirin, pêngav bi pêngav û li gorî demê asta hawirdekirina petrola Îranê kêm dikin.

 

Piştî Çînê, Hinidistanê duyem welat e ku petrolê bi kar tîne û Îran jî duyem welat e ku petrola xav hinardeyî Hindistanê dike.

 

Amerîkayê ragihandiye, di vê mehê de, nêzîkî milyonek bermîlên petrolê dişîne Hindistanê, ku bi wê yekê rêjeya hinardekirina petrola Îranê bo Hindistanê dadikeve.

 

Hinistanê ragihandiye, ku hawirdekirina petrolê ji Îranê bo wî welatî di meha Hezîran a îsal de bi rêjeya %16 daketiye.


Li gor pisporan, ji ber şerê bazirganiyê di navbera Çîn û Amerîkayê de, egera wê yekê heye, ku Çîn qebareya kirîna petrola xwe ji Amerîkayê kêm bike, lewma Amerîka dixwaze petrola xwe zêdetir bifroşe Hindistanê.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
682 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.39 seconds