Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyê 51 milyar dolar deyndar e

Ji aliyê RÛDAW 12-7-2018
Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyê
Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyê

Navenda Nûçeyan - Hat ragihandin ku Berat Albayrak Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyê bi 51 milyar dolar deyn radestî wezîrê nû kiriye.


Li gor medya Tirkiyê, wezîrê berê yê enerjiyê Berat Albayrak ku di kabîneya nû ya hikûmeta serokkomariyê de postê wezîrê aborî û xezîneyê wergirtiye, wezareta xwe ya berê bi 51 milyar dolar deyn radestî wezîrê nû yê enerjiyê kiriye.


31ê Adara 2018ê deynê derve yê sektora taybet li Tirkiyê gehişte 325 milyar dolar. Beşek ji wî deynî taybet bû bi sektora enerjiyê yaw î welatî û ligel daketina bihayê lîreyê tirkî, metirsiya li ser sektora bankî ya wî welatî ber bi zêdebûnê ve diçe.


Ajansa Aborî ya Bloombergê ku navenda wê li Amerîkayê ye, derbarê deynên Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyê de ku di salên 2015-2018 ji aliyê zavayê Erdogan Serokkomarê Tirkiyê Berat Albayrak ve dihat birêvebirin, amaje bi wê yekê daye ku ew 51 milyar dolar deyn, wek bombeyeke dem jêre hatibe danîn wiha ye û metirsiyeke mezin e.


Ketina bihayê lire û bilindbûna bilez a bihayê elektrîkê bûye sedema kêmbûna dahata kompanyayên enerjiyê ku bikevin jêr wî deynî û vêna jî nîgeranî zêde kirine.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
791 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.328 seconds