Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Li Bakurê Kurdistanê werza Îsotan e

Ji aliyê Mehdî Mutlu 12-9-2017
Rûdaw
Dîlok (Rûdaw) - Li bajarokê Îslahiyeyê werza îsotan hatiye û niha hemû kolanên vê derê ji îsotan sor bûne, li bajaroka Îslahiyeya Dîlokê, di salê de 12 hezar û 500 ton îsot tê hilberandin”.

Renge her kesekî nav û dengê “Îsota Rihayê” bihîstibe, lê li gor lêkolînên endezyariya kiştukaliyê, li  Bakurê Kurdistanê di warê kalîte û aromayê de îsot; ango filfila herî baş li deşta Mereşê û bajarokê Îslahiyeyê çêdibe. 

Bi hatina payîza pêşîn amadekariyên xurekên zivistanê niha li her deverên Bakurê Kurdistanê despêkirine.

Li deşta bajarokê İslahiye ya ser bi Dîlokê ve jî, niha ji her nava kolanekî  bêhna îsotan li derdor belav dibe, îsotên İslahiyeyê bi aroma xwe di Bakurê Kurdistanê de derece yek e, jinên îslahiyeyê bi tevî zarok û zirçin xwe li ber lodên îsotan karên xwe dimeşînin.

Paleya îsotan, Eyşe Karataş ji Rûdawê re dibêje: “Di vê werzê de karê me jinan destpêdike, îsot paqijkirin ji me re wek kêf û şahiye”

Barê giran yên paqijkirina îsotan weka hergav li ser milên jinan e, di vê werzê da; her wisa ev ji bo jinên kedkar jî deriyeke dahatê ye, ne tenê jinên gihîştî; her wisa karê paqêjkirinê zarok jî dikin, rojane zarok di navbera 50-60 û dayîkên kedkar 180-200 kîlo bîbera sor bi destên xwe  paqij dikin.

Paleya îsotan, Faîme Aslan jî dibêje:“Em bi tevî zarokên xwe ve  rojane  250 kîlo îsot ji toximên wê paqij dikin, karê me gelek bi zehmeti ye, destên me dişewitin, carna jî  zarokên me nesax dikevin”

Îsota ku bi destê  kedkarên jin têne paqijkirin li torbe û telîsan têne barkirin û ji karxaneyên salçeyan re têne veguhestin, 5 karxeneyên ku li bajaroka İslahiyeyê hene di vê werzê de bi awayekî lezgîn û qelebalix karên xwe dimeşînin, îsot ewil têne şûştin û hêrandin li gor her kategoriye ji hev têne veqetandin, yê tûj û ne tûj;  çi ji bo çêkirina salçe û çi jî, ji bo filfilên eciqandî, ew îsot di qazanên mezin de bi germahiyeka zêde têne pijandin û dumahîk ambalaj kirin a wane.

Henîfî Yalçinkaya Karsaz û di heman demê de “Serokê Yekitiya Îsotvanên Îslahiyeyê” ye û dibêje her çend navû dengê îsota Rihayê li cîhanê belav bûbe jî welatê îsotê a resen deşta Îslahiyeyê ye.

Serokê Yekîtiya Îsotvanên Îslahiyeyê Henîfî Yalçinkaya di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re diyar kir:“Gelek endezyarên kiştukaliyê li ser îsota me lêkolînan kirine, derketiye holê ku di vê welatê de îsot li ser îsota me de nîne, şahê îsotan îsota  İslahiye ye ”

Li bajaroka Îslahiyeyê li ser 25 hezar werçek erd,  salewext 12.500 ton îsota sor tê hilberandin. 
 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-09-23 10:34:21 AM
Serok Bazanî bi Xwedê tu Mêr Ferzende Mêray! Ez bi hebûna gelek serbilindim! Her bijî!🤗🤗🤗
Namdar | 2017-09-23 11:03:29 AM
Silaw û her silaw kak Barzani, Serok Barzanî, Brader Barzanî her slaw. Ger Gel kê dibat bila bibet ger nebet xwedîya destura çarenuwsa xwe , ma...
Barzanî: Bila ev peyama min eşkere bigihe berpirsên Tirkiyê
| Duh vî demî 09:55 | (2)
Ew kíne ku win wan dikin cíyé Merivan? | 2017-09-22 10:05:46 PM
Min ji we ti$tek fém nekir:Bekir ci gotiye, Erdogan, ci gotiye ji mer ciye? Ji buy ci hun wan mezin dikin u gotinén wan li malpera xwe diwe$inin?...
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-09-23 6:06:57 AM
Xalo bi dîtina te û Dewleta faşîsta te em Qedera 50-Milion-Kurdan pişt goh pêxin û Goh bi Heramzadeyêt wek we bidin?! Eger 1-Dlop Xwîn di Canê me de...
Bekir Bozdag: Referandumê betal bikin
| Duh vî demî 12:26 | (2)
Sherif | 2017-09-22 6:42:50 PM
Bi qender misqala zere qimet ji van gefar nine
Namdar | 2017-09-22 7:30:41 PM
Tishteki heri bash.... FOBIYA NAVA KURD û KURDISTAN van dirndeyan ên dewleta metingera Tirk êdî êdi bi navê xwêdêyê giran xewn nakevet çawên van...
FLAŞ - Helwesta Encumena Asayişa Tirkiyê li ser referanduma Kurdistanê
| Duh vî demî 08:36 | (2)
bashur | 2017-09-22 7:28:51 PM
eve ji reke nadet bochi chareser chiye es ji finlanda beshdar di bim chima na vebit www.e-voting.krd ,,,Error code 16 This request was blocked by...
Komîsyona Hilbijartinan ji bo Kurdistaniyên derveyî welat agahdarî da
| 22-9-2017 | (1)
0.25 seconds