Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Çandina pembo li Serê Kaniyê %90 paş ketiye

Ji aliyê RÛDAW 12-9-2017
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Çandiniya pembo li bajarê Serê Kaniyê li bakur rojavayê parêzgeha Hesekê, bi awayekî berçav bi paş ketiye. Li gorî gotina hin cotkaran ew bi rêjeya ji sedî 90 gorî salên borî bipaş ketiye.

 

Cotkarek ji Serê Kaniyê, paşketina rûbera zeviyên ku bi pembo dihatin çandin vedigere tinebûna projeyên ku piştevaniya vê çandiniyê dikin, li tenişt zehmetî û azarên ku cotkar, bi sedema kêmbûna mazotê, dibînin.

 

Cotkarek ji Serê Kaniyê wiha got: “Em dikarin bêjin ku mûsim hinekî pak e. Derbarê navçeyên din jî weke ‘hêla deha’ eger tu ji xelkên wê re bêjî çima zeviyên we yên hatine çandin bi pembo kêm in? Wê ji te re bêjin bi sedema kêmbûna mazotê û kurman. Lê mûsim gelekî xerab e."

 

Parêzgeha Hesekê, çavkaniya pembo bû li Sûriyê, ku berî krîzê li navçeyên Serê Kaniyê, Derbêsiyê û Amûdê bi awayekî zêde dihate çandin, ew jî bi sedema hebûna avê.

 

Cotkar Yûsif Felah jî got: “Spas ji xwedê re mûsima îsal  baş e, lê kurman lê xist û derman û semad xerab bûn. Herwiha cotkar gazinan ji kêmbûna mazotê dikin. Aniha pêwîstiya vî pemboyî bi 10 avdanan heta 12 avdanan heye, lê heta niha tenê 7 caran me ew avdaye, bi rastî gelekî guneh e."

 

Desteya Aborî ya ser bi Rêveberiya Xeser ve, ji aliyê xwe behsa vê yekê dike, ku rewşeke xerab e, ev navçe tê re derbas dibe, ji destpêka krîza Sûriyê û heta niha, lewma çandinî bipaş ketiye.

 

Endazyar Ciwan Şukrî  jî wiha axivî: “Berhemên pembo berî krîza Sûriyê di pileya duyem de bûn. Lê piştî rewşa ku welat tê re derbas bû, pembo bûye girîngiyeke bazirganiyê ji xelkê re. Li aliyekî din, bi sedema binpêkirinên li ser tevngehan û astengiyên firotina pembo û tinebûna alav û kargehên tevn û rêsê, êdî xelk nema guhdanê bi çandiniya pembo dikin. Xelk bêhtir guhdanê didine berhemên genim û ceh, pişt re nîsk û çandiniyên din."

 

Di nava coreyên çandiniyê de li herêma Cezîrê, pembo di pleya duyem de bû, piştî genim, û aniha guhdan tenê ji bo bazirganiyê, bi vê çandiniyê tê kirin.

 

Cotyarekî Serê Kaniyê jî ragihand: "Li gorî karînên me, em hewl didin tevngehekê û kargehên tevn û rêsê amade bikin, li tenişt plandanîneke taybet weke çandiniya pembo. Lê aniha xelk bi rêjeyeke gelekî kêm pembo datînin, di demekê de ku yê cotkar neçar dibe berê xwe bide bazirganan ji bo berhemên xwe yên pembo bifiroşe."

 

Cizîra Rojavayê Kurdistanê ku kaniya berhemên çandiniyê bû, niha ew jî, di rewşeke zehmet de ye. 

Nîşankirin : Pambo, Serê Kaniyê, Heseke
1152 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-06-09 2:00:54 PM
Dr.Sabir pir şaşe ku dema bixweze biebe Serkomarê Îraqê. Serkomatr erê pişka Kurd de ,lê bi qezaye û Dr.Sabir zane ku li ser Derece Qesrê Clal...
Kurdekk bakur | 2018-06-15 9:10:08 AM
Serok komariy maffee kurdistaniy ya ye... Em kurdin... ser bilindin.... Hemi Kurd ji dikarın serok komariy ye ereban rindtir bikkin..
Namzedê YNKê yê ji bo Serokomariya Iraqê eşkere dibe
| 9-6-2018 | (2)
Diplomat | 2018-06-08 6:15:17 PM
Hûn bibêjin kû kurdê misilman ji Saxo ye belav bikin, weneshêrin!!!!
Penaberekî iraqî li Almanya destdirêjî li keçeke 14 salî kir û ew kuşt
| 8-6-2018 | (1)
Renas | 2018-06-08 4:13:54 PM
Ne artêsa azad, artêsa kera.
Li Efrînê fermandarekî Kurd ê opozisyonê hate kuştin
| 8-6-2018 | (1)
Rensa | 2018-06-08 10:58:28 AM
Destxweees, berdin teva.
Nemsayê briyara dersînorkirina 60 melayên tirk da
| 8-6-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.594 seconds