Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Li Amedê bi projeyekê xwedîkirina ajelan zindî dibe

Ji aliyê MAŞALLAH DEKAK 13-1-2018
Rûdaw

Amed (Rûdaw) - Li Amedê bi avakirina Herêma Pêşasaziyê ya Ajelvaniyê re, xwedîkirina ajelan careke din zindî dibe. Li vê herêma ajalvaniyê ji niha de 7 hezar û 500 golik tên xwedîkirin. Heta çend salan dixwazin vê hejmarê derxin ser 50 hezarî.

 

Projeya avakirina herêma ajelvaniyê cara yekemîn e li bajarên Bakurê Kurdistanê li Amedê pêk tê.


Ji ber ku gelek zozan qedexe ne û li gundan jî ajelvanî gelek kêm bûye, bi piştgiriya dewletê ev tesîs hatiye avakirin û tê de 7 hezar û 500 golik têne xwedîkirin.


Rêveberê Herêma Ajalvaniyê Kadrî Oyur ji Rûdawê re wiha got: “Zozanên me hinekî ji ber şer û pevçûnan ji wê derê koçber bûn. Tev vala man. Ajal êdî li wir nayên xwedîkirin. Ev herêm çêbûn ku êdî kêmasiyên ji zozanan pêk hatine temam bikin. Ev herêm ji bo wê hatiye avakirin.”


Dewlet ji bo her kesekî ku dixwaze ajalan xwedî bike, ji sedî 55 lêçûnên avakirina kargeha ajelan hîbe dike. Yanî nîvî karsaz û nîvî jî ji berîka dewletê derdikeve.


Karsazê ajelan  Şewket  Fîdancan jî got: “Me proje çêkir, me çewlikan vekir. Dora hezar ajelan ez xwedî dikim. Dora pênc şeş mehan de ez xwedî dikim û piştre wan serjêdikim.”


Li vê tesîsa ajelvaniyê ajel ji bo ku zêde goşt bigrin bi rêbazên nûjen tên xwedîkirin.


Golikên li vê tesîsê piranî sîmental in. Lê hin ji wan jî navên wan ên otomobîlan in weke lîmûzîn û şerolet. Ew goşt gelek zêde digrin û zû mezin dibin. 


Berpirsê kargeha ajelvaniyê Cemal Saçan diyar kir ku ew ajel ji Awistiralya, Brezîlya û Amerîkayê tên.


Berpirsê embara êm Mihemed Açîl jî wiha axivî: “Pêşî dema ajel tên em  êm didinê. Em kayê didinê, em sap didinê, kuseyê didin, silajê didinê.”


Tesîsa Herêma Ajelvaniyê li ser hezar û 860 donum zeviyê hatiye avakirin. Tê de 80 karmend hene û 80 kargehên ajelvaniyê hatine avakirin.


Armanca rêveberan ew e ku hejmara ajelên ku li vê tesîsê xwedî dikin ji 7 hezar û 500î derxin 50 hezarî. Ger ev yek pêk bê dê ji bo hezar kesî jî derfetên kar bên avakirin. 


Nivîsîn: Aydin Bayram

Nîşankirin :
366 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.344 seconds