Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

AMED - Cotkarên Kurd ji qedexekirina gubreyê ne razî ne

Ji aliyê SERKAN İNCE 13-1-2018
Amed

Amed (Rûdaw) – Qedexeya li ser gubreya amonyûm nîtrat a 33 li 23 bajarên Bakurê Kurdistanê berdewam dike. Li gor cotkarên Bakur gubreya qedexekirî ku ji sedan 33yê wê azot(N) e, berhemdariya zeviyên bejî zêde dike. Cotkarên Amedê tenê li bajarên Bakur berdewamiya qedexeya gubreya amonyûm nîtrat 33 bêzar in.

 

Qedexeya li ser gubreya amonyûm nîtrat 33 wate ji sedan 33yê wê bi azot e, li bajarên Tirkiyê hat rakirin lê li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hinceta, ku di çêkirina teqemeniyan de tê bikaranîn qedexe berdewam dike.

 

Li bajarên Tirkiyê bi bergiriya kodên nanoteknolojîk, cotkar dikarin bi wergirtina îcazeyê vê gubreya 33 ji gubrefiroşan bikirrin. Lê cotkarên li bajarên Semsûr, Agirî, Erdexan, Êlih, Çewlîg, Bîlîs, Amed, Xarpêt, Erzîrom, Erzîngan, Dîlok, Colemêrg, Îdir, Qers, Kilîs, Meletî, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Ruha, Şirnex, Wan û Dêrsimê nikarin sûd ji amonyûm nîtrat 33 werbigirin. Ji ber ku li van bajaran qedexe berdewam dike.

 

Amonyûm nîtrata 26 ji bo bejî û di warê azotê de hinek dewlemend dibe, lê erdê Bakur di warê azotê de feqîr e.

 

Amonyûm nîtrat 46 jî ger erd avî nebe, ber û berhemên zeviyan dişewitîne. Lewra ji bo erd û zeviyên Bakur guncavtirîn gubre amonyûm nîtrat 33.

 

Piraniya erd û zeviyên Bakurê Kurdistanê ne avî ne, bejî ne. Li Amedê ji 6 mîlyon û nîv erd û zeviyên çandiyê tenê jê ji sedan 7 avî ne. Cotkar, gubrefiroş û jûrên cotkaran ranekirina qedexeyê li bajarên Bakur wekî 'neheqî û cûdaxistina nav herêman' dibînin.

 

Cotkar Hecî Yasîn dibêje: ''Eger îro mirovek niyet xera kiribe, ma nikare ji derve bîne Amedê. Neheqî li me dibe. Ev erda gubreya amonyûm nîtrat a 33 dixwaze. Ger ez rabim 46an biavêjim vî erdî nabe. Dewlet jî dizane ev yek nabe.''

 

Cotkar Mûstafa Tayfûr jî diyar dike: “'Îsal ji ber hişkesaliyê derba gubreya amonyûm nîtrat 33 ye, lê ev gubre tune ye. Ji sala par ve gubreya 33 qedexe kirine. Amonyûm nîtrata rêjeya azota wê 26 e jî barkotkirî ye em bi îcaze tînin. Em bêjin cotkarek 500 donim erdê wî heye, lê 300 donim tapûkirî ye ji bo 200 donimê xwe nikare gubreyê bîne.''

 

Qedexekirina gubreya ku herî zêde tê firotin zerer û ziyanê digihîne gubrefiroşan jî. Li tevahiya Amedê derdora 100 firoşgehên gubreyan hene û salane derdora 100 hezar ton gubre di zeviyên Amedê de tê bikaranîn.

 

Gubrefiroş Mehmet Nûrî Karaarslan dide xuyakirin: ''Çaxa ku ev gubreya amonyûm nîtrat a 33 nehatibû qedexekirin salane me 13-14 hezar ton amonyûm nîtrat 33 difirot. Dema hat qedexekirin bandoreke neyînî hem li karê me kir, hem jî li cotkaran kir.''

 

Wezarate Çandinî ya Tirkiyê amonyûm nîtrat 33 bi hinceta ku di çêkirina teqemeniya de tên çêkirin di Pûşpera 2016an de qedexe kir. Ev qedexe bi bergiriya kodên nanoteknolojî tenê li bajarên Tirkiyê hat rakirin.

 

Serokê Jûra Cotkarî ya Sûra Amedê Suleyman Îskenderoglû di vê derbarê de ji Rûdawê re got: ''Ger li teveka Tirkiyê ne serbest bûya ser çavan. Madem li tevahiya Tirkiyê serbest bûye bila li cem me jî serbest bibe. Îca li aliyê din ber û berhemdariya erdê cografyaya Kurdistanê amonyûm nîtrat 33 zêde dike.''

 

Li Amedê 6 mîlyon û nîv donim çandiniyê hene jê 4 mîlyon 583 hezar tomarkirî ne. Tenê ji sedan 7ê erdê çandiniyê avî ye.

 

Nivîs: Necmî Salih

Nîşankirin : Amed, Cotkar, Gûbre
361 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.453 seconds