Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Salane bi buhayê 2 milyar dolarî otomobîl têne Kurdistanê

Ji aliyê RÛDAW 13-3-2019
Li gor daneyên femrî, %74ê otomobîlên ku bo Iraqê tên hawirdekirin, bi rêya Herêma Kurdistanê ye.
Li gor daneyên femrî, %74ê otomobîlên ku bo Iraqê tên hawirdekirin, bi rêya Herêma Kurdistanê ye.

Hewlêr (Rûdaw) – Li gor daneyên Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê, salane bi buhayê 2 milyar dolarî otomobîl hawirdeyî Herêma Kurdistanê dibe. Hin ji van otomobîlan li bajarên Iraqê têne firotin.

 

Li gor agahiyên ku ji Birêveberiya Plansazî û Lêkolînê ya Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Herêma Kurdistanê hatine wergirtin, di 4 salên dawî de, bi buhayê 7 milyar û 532 milyon dolarî otomobîl, bi rêya deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê hatine Herêma Kurdistanê û beşek ji wan jî ji bo bajarên Iraqê hatine şandin. Tê gotin ku sûda herî mezin a vê bazarê jî digihîje bazirganên Kurdistanî.

 

Di 2015an de, li gelemperiya Iraqê bi buhayê 2 milyar û 25 milyon dolarî otomobîl hatiye hawirdekirin û %74ê hawirdekirina wan otomobîlan jî bi rêya Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

 

Di 2016an de bi buhayê 1 milyar û 37 milyon dolarî otomobîl hatine hawirdekirin û ji %76ê vê hawirdeyê jî bi rêya sînorên Herêma Kurdistanê ve bûye.

 

Di 2017an de bi buhayê 2 milyar û 9 milyon dolarî otomobîl hatiye hawirdekirin. Ji %60ê vê bazirganiyê ji aliyê bazirganên Kurd ve hatiye kirin.

 

Herwiha di sala 2018an de jî bi buhayê 2 milyar û 461 milyon dolarî otomobîl hatine hawirdekirin û ji vê rêjeyê jî, % 53 bi rêya dergehên sînorî yê Herêma Kurdistanê ve hatiye kirin.

 

Ev otomobîlên ku piranî bi ser Herêma Kurdistanê ve têne hawirdekirin; otomobîl, otobas, mînîbas, kamyonên piçûk, kamyonên bi dampêr, tirêle û traktor in.

 

Ji 1 milyar û 745 milyon dolar pereyê otomobîlên hawirdekirî yên di sala 018an de, bi buhayê 578 milyon dolar kamyon û otomobîlên bi dampêr hatine hawirdekirin, herwiha 72 milyon dolarji bo otobus û mînîbus û 66 milyon dolar jî ji bo traktor û tirêleyan bûye.

 

Li gor daneyê Birêveberiya Plansazî û Lêkolînê ya Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Herêma Kurdistanê, her sal herî kêm bi buhayê 1 milyar dolarî otomobîl, bi ser dergehên sînorî yên Herêma Kurdistanê ve hawirde dibe û derbasî bajarên Iraqê dibe.

 

Birêveberê Giştî yê Wezareta Bazirganî û Pîşeyî Newzad Edhem, di derbarê vê babetê ji Rûdawê re peyivî û got: “Ji %75an zêdetir otomobîlên ku li bajarên Iraqê têne firotin, bi ser Herêma Kurdistanê ve derbasî wan bajaran dibe.

 

Newzad Edhem destnîşan kir ku piraniya van otomobîlan li Ewropayê têne hilberîn, bi ser Tirkiyê ve têne Herêma Kurdistanê û ji vê derê jî derbazî bajarên Iraqê dibin.

 

“Yasaya Gumrugê ya Nû bandoreke neyênî li firotinê kir”

 

Firoşkarê otomobîlan, Xalis Ezîz jî ji Rûdawê re ragihand ku ji ber sererastkirina nû ya buhayê gumrugê, firotina otomobîlan kêm û vê yekê bandoreke neyênî li ser bazarê kir, çimku ji bo otomobîlên luks baca gumrugê hate zêdekirin.

 

Xalis Ezîzî got: “Wek nimûne; baca Toyota Land Cruiser 5 hezar dolar e. Ji bo Lexus û Range Rover jî 8 û 10 hezar dolar bac tê wergirtin. Ev jî firotina otomobîlan kêm dike. Me ji %75 otomobîlên ku hawirde kiribûn froşt bazirganên Ereb. Ji ber sererastkirina nû ya gumrigê rêjeya firotinên me ji %50 kêm bûn.”

 

Xwediyê galeriya otomobîlan, Îvon Betrûs jî dibêje; “Li dergehê sînorî yê Besrayê, ji bo bazirganên Iraqî hêsankirineke baş tê kirin. Ji bo her otomobîlekê tenê 280 dolar bac tê wergirtin û bêguman ev yek bandora xwe li geşbûna bazarê dike. Beriya niha, piraniya bazirganên Iraqî, ne bi ser Dûbaî, bi ser Herêma Kurdistanê ve bazirganiyê dikirin.”

 

Îvan Betrûs da zanîn ku beriya sererastkirina gumrigê ya nû, ji bo otomobîleke 6 pîston 2 hezar û 900 dolar bac dihate wergirtin, lê belê niha 4 hezar û 700 dolar tê wergirtin.

 

Piştî girêbesta navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê, di 18ê Çileyê de ji bo hemû gumrigan lîsteke buhayê gumrigan hate diyarkirin.

 

Di sererastkirina gumrigê ya nû de baca otomobîlên luks hate zêdekirin û ya otomobîlên standard jî hate kêmkirin.   

 

Birêveberê Giştî yê Dergehên Gumrigan ên Herêma Kurdistanê, Samal Ebdulrehman da zanîn ku li gor modêl, buha û cûreyên xwe, baca gumrigê ya hin otomobîlan hatiye zêdekirin, ev zêdekirin di navbera 2 hezar dolar û 9 hezar dolarî de diguhere.

 

Li gor biryara Encumena Wezîran a Iraqê ya rêza 13 a 2019an, baca hemû xalên gumrigê bi standardekê hate yeksankirin. Lê belê hin bazirgan radigihînin ku li xalên gumrigê yên başûrê Iraqê kêmtir bac tê wergirtin û ev yek jî bandoreke neyênî li bazirganên Herêma Kurdistanê dike.

 

 Samal Ebdulrahman di derbarê vê gazina bazirganan de jî got: “Ez bawer nakim ku di baca gumrigê de cudahiyeke bi vî rengî heye, lewre her otomobîlek belgeyeke wê ya derketinê heye û baca tê wergirtin di wê belgeyê de tê tomarkirin. Ji ber vê yekê ez bawer nakim ku li her dergehekê buhayeke cuda bê wergirtin.”

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
Nîşankirin : Kurdistan, Hawirde, Otomobîl
678 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.172 seconds