Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Gefên Trump bûn sedema daketina bihayê lîreyê Tirkî

Ji aliyê RÛDAW 14-1-2019
Twîta Serokê Amerîkayê karvedanên berpirsên Tirkiyê ligel xwe anîn

Hewlêrê (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump daxwaz ji Tirkiyê kir ku piştî wan hêzên xwe ji Sûriyê vekişandin, êrîşî Kurdên Rojavayê Kurdistanê neke. Trump gef li Tirkiyê xwarin û got, eger êrîşî Kurdên Rojavayê Kurdistanê bikin, wê demê aboriya Tirkiyê têk didin.

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump di Twitta xwe de amaje bi wê yekê jî dike ku navçeyeke aram a 20 mîlî çêdike û dibêje, naxwaze Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî Tirkiyê aciz bikin. Trump tekez dike ku Rûsya, Îran û Sûriye sûdmendên mezin ên siyaseta Amerîkayê taybet bi têkşikandina DAIŞê bûne li Sûriyê.


Piştî Twîta Trump, berpirsekî Koşka Spî ragihand ku Amerîkayê bi awayekî bihêz û bimebest plan daniye û bi vekişandina hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên bakur û rojhilatê Sûriyê ve mijûl e û dixwaze wan hêzên ku mil bi milê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê şer kirine, xirab danûstandin ligel wan neyê kirin.


Twîta Serokê Amerîkayê karvedanên berpirsên Tirkiyê ligel xwe anîn. Şêwirmendê Serokkomar û Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin, daxwaz ji Amerîkayê kir ku pêbendê rêkeftina stratejîk a navbera herdu welatan be. Kalin got: "Nabe terorîst hevpeymanên we bin. Amerîka hêzên Kurdî yên li Sûriyê wek terorîst nabîne û wan wek hevpeymanên di şerê dijî DAIŞê de bi nav dike."


Ev ne yekem car e ku Amerîka di dema nakokiyên siyasî de warê aborî wek çekeke bi bandor dijî Tirkiyê bikar tîne. Di havîna borî de ji ber girtina Qeşe Andrew Brunson li Tirkiyê, Amerîkayê çend ceza li ser Tirkiyê ferz kirin û gefa cezayên zêdetir jî xwar, ku eger Brunson neyê azadkirin.


Di encama ferzkirina cezayên Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê de bo ser Wezîrê Dadê û Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê û herwiha duqat zêdekirina baca gumrikê li ser berhemên pola û alûminyûm ên Tirkiyê, aboriya Tirkiyê rûbirûyê şokê bû û bihayê lîreyê Tirkî daket asta herî nizim di dîrokê de û behayê her dolarekî Amerîkî bo nêzîka 7 lîreyên Tirkî bilind bû.


Vê sibê Dûşemê jî piştî vekirina bazarên Asyayê ji ber Twîtta Trump, bihayê lîreyê Tirkî beramber dolarê Amerîkî daket. Bihayê her dolarekî Amerîkî li beramber lîreyê Tirkî bi rêjeya ji sedî 1.3 bilind bû û her dolarek bi 5.52 lîre danûstandin pê hat kirin.


Aboriya Tirkiyê bi veberhênana biyanî ve girêdayî ye û têkçûna peywendiyên wê ligel aboriya herî mezin a cîhanê bandoreke nerênî li jîngeha kar û veberhênana li wî welatî dike.

1318 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.656 seconds