Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Bexda dixwaze berhemanîna petrolê zêde bike

Ji aliyê RÛDAW 14-2-2018
Iraq dixwaze beriya sala 2022an asta berhemanînê bigihîne 7 milyon bermîl

Hewlêr (Rûdaw) – Şerê ku di havîna 2014an de bi hatina DAIŞê dest pê kir û heta dawiya sala 2017an berdewam bû, zirareke mezin gihandiye aboriya Iraqê, ji wan jî sektora petrolê ku çavkaniya sereke ya dahata Iraqê ye.

 

Wezîrê Petrola Iraqê Cebar Luxêbî di çarçoveya beşdarbûna Kongreya Navdewletî ya Kuwêtê ya ji bo Avakirina Iraqê de ragihand ku piştî kontrolkirina herêman, armanca sereke ya Wezareta Petrolê tamîrkirin û nûkirina parzûngehan bû û di vî warî de jî "karên mezin" hatine kirin.

 

Cebar Luxêbî diyar kir: “Çêkirin û bikarxistina wan parzûngehên ku ji aliyê  DAIŞê ve hatibûn têkbirin, temam bû. Parzûngehên Sîniye, Hedîse, Geyare û Kîsk hatine çêkirin. Spas bo hewldanên niştimanî û yên Wezareta Petrolê. Di van parzûngehan de rojane nêzîkî 70 hezar bermîl petrol tê berhemanîn.”

 

Iraq ji berhemhênerên petrolê, duyemîn endama OPECê ye û niha şiyana wê ya berhemanîna 5 milyon bermîl petrolê heye. Li gor rêkeftina taybet a OPECê ya ji bo kêmkirina hinardekirina petrolê, Iraq nêzîkî 4.7 milyon bermîl petrol hinarde dike.

 

Wezîrê Petrola Iraqê Cebar Luxêbî diyar kir ku plana hikûmeta Iraqê heye ku ji vê zêdetir petrol berhem bîne.

 

Luxêbî destnîşan kir: “Em rojane nêzîkî 5 milyon bermîl petrol berhem tînin. Plana hikûmeta federalî heye ku beriya sala 2022 asta xwe bigihîne rojane 7 milyon bermîl petrol.”

 

Ji bo beşdariya kongreyê, gelek rayedarên payebilind ên Iraqê li Kuwêtê ne û di axaftinên xwe de şîrketên navdewletî teşwîq dikin ku berê xwe bidin Iraqê û veberhênanê bikin.

 

Cebar Luxêbî destnîşan kir, dibe ku veberhênan bibe sedema zêdebûna yedega petrola welat  û got: “Yedega Iraqê niha nêzîkî 145 milyar bermîl e. Di rewşa dîtina zêdetir de ez bawer im ev hejmar dê bigihîje 250 milyar bermîlan.”

 

Luxêbî herwiha amaje bi wê yekê kir ku hikûmet tenê giringî nade sektora petrolê, herwiha plana wê heye ku giringiyeke mezin bide berhemanîna gaza sirûştî jî.


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Mêrdînî | 2018-10-16 4:21:24 PM
Her bijî bavê Kurdan..
Barzanî: Roja 16ê Cotmehê rojeke tarî ye di dîroka gelê me de
| 16-10-2018 | (1)
Renas | 2018-10-13 7:47:53 AM
Hemû fitne û gellaci, da tirk ereb û faris serê gelê Kurd bikin. Lavrov weke bekoye.
Lavrov: Dibe ku Amerîka mijara Kurdistana mezin têxe rojevê
| 12-10-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-10-12 3:05:04 PM
Gelo Ezidye Ereb an Tirk jene? Evil Ezditje bu an kurdi hebu? Alman decen evil hek an miricik hebu?
| 11-10-2018 | (1)
Ali As | 2018-10-11 10:25:21 AM
Ma xêre xelkê Zaxo û Dûhokê dibin penaber?? Ma hûn ne li Kurdistana azad in?? Misilmanin??
Her 35 koçberên ku li Îzmîrê qeyika wan noqmî avê bû, Kurd in
| 11-10-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan 4-10-2018 | (1)

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan

Omer Kalo roja 25ê Tebaxa îsal li Helebê ji aliyê Zêdetir
ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat 30-9-2018 |

ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat

Roja 30ê Îlonê gera pêncem a hilbijartinên Zêdetir
0.531 seconds