Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Li Bedlîsê karsazekî kincan hinardeyî 50 welatan dike

Ji aliyê RÛDAW 14-11-2017
Bedlîs (Wêne: AA)
Bedlîs (Wêne: AA)

Navenad Nûçeyan - Ji 2 fabirqeyên ku bi piştgiriya dewletê li navçeya Norşîn a Bedlîsê hatin vekirin û 250 kes tê de kar dikin amûrên tekstîlê hinardeyî 50 welatan dike.

 

Karsaz Siraç Nur di sala 2013an da bi piştgiriya ku ji dewletê sitand li navçeyê fabirqeya (kargeh) tekstîlê vekir.




Siraç Nur bi saya alîkariya personelan a ÎŞKURê û alîkariya prîma sîgorteya SSKê karên xwe mezin kir û dest bi hinardeyê kir, ji ber ku daxwaz zêde bûn jî karsaz îsal kargeha xweya duyem vekir.


Nur diyar kir ku di 2 kargehên wî de 250 kes dixebitin, amûrên tekstîlê yên ku çêdikin jî hinardeyê gelek welatan dikin.




Karsazê Bedlîsê Siraç Nur daxuyanî û diyar kir ku di rojê da 20 hezar parçe kincên jin, zarok û mêran didirûn.


Nur got dixwaze bi kargehên xwe hem tevkariyê bide aboriya herêmê hem jî navê herêmê bigihîne ciyên mayîn û wiha pê da çû: "Em niha amûran hinardeyî 50 welatan dikin. Ji sedî 85ê xebatkarên me jin in. Bidestxistina azadiya aboriyê ji bo jinan girîng e. Tevkariyê didin malbatên xwe."




Nur diyar kir ku gelek kes ji bo kar serî li kargeha wan dixin û wiha axivî: "Lê belê sînorê derfetên me hene. Em nikarin her kesî hildin kar. Ji bo pêşerojê projeyên me hene. Hedefa me ew e ku di sala 2018an da 8 hezar çarqoşe cihekî din çêkin û 3 hezar kesên dî têde bixebite. Saziyên din eleqeyeke mezin nîşanî amûrên me didin. Em zehf dixebitin lê belê em pê re nagihin. Heke veberhênerên din jî werin herêmê em ê herêmê têxin navenda cazîbeyê." (Çavkanî: AA)



Nîşankirin :
391 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)
mahmoud | 2018-09-15 6:51:54 PM
Dest xwesh Amerika dest Xwesh...
Amerîka hêzên xwe li Sûriyê xurttir dike
| 15-9-2018 | (1)
Renas | 2018-09-15 6:51:08 AM
Careseriya mesela Kurd bi ser lê a Idlibê siyasi? Hahaha.
Tirkiye: Çareseriya Idlibê bi rêya siyasetê ye
| 14-9-2018 | (1)
Ayyob | 2018-09-06 10:29:08 AM
Dest zosh!
Kurdek | 2018-09-14 6:37:55 AM
Çıma hinek dar na çikkînin..... Xuwzaya wir bı çend Kewan va nayé parastin... Gello sedema Van Kewan formalita çiye? Salé careki Van kewan ...
Li Çiyayê Agiriyê hezar kew hatin berdan
| 6-9-2018 | (2)

Li beşên din ên Rûdawê

0.406 seconds