Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

HEWLÊR - Konferansa hevbeş a bazirganî ya Kurdistan û Îranê birêve çû

Ji aliyê RÛDAW 15-1-2019
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Hewlêrê konferansa hevbeş a bazirganiya navbera Herêma Kurdistanê û Îranê hat lidarxistin.

 

Konferansa dîtina rêyên pêşxistina pêwendiyên aborî û bazirganî yên navbera îro Sêşembiyê li Hewlêrê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf û rayedarên odeyên bazirganî yên Îran û Hewlêrê birêve çû.

 

Di konferansê de herwiha Balyozê Îranê yê li Iraqê, Îrec Mescidî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî û çend rayedarên din ên Herêma Kurdistanê û Îranê beşdar bûn.

 

Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf di vê konferansa aborî û bazirganî de, amaje bi pêwendiyên bihêz ên navbera Îranê û Herêma Kurdistanê kir û daxwaza berfirehkirina wan pêwnediyan kir.

 

Zerîf herwiha tekezî li ser giringiya Herêma Kurdistanê û pêwendiyên bazirganî yên navbera Tehran û Hewlêrê jî kir.

 

Wezîrê Derve yê Îranê bi gotina “me û Kurdan dîrokeke hevbeş heye”, diyar kir, “kes nikare rê li pêwendiyên me û Kurdan bigire.”

 

Mihemed Cewad Zerîf got, Îran û Herêma Kurdistanê ji bo hev, du hevbeşên giring in.

 

Zerîf destnîşan kir, bêyî hevkarî û hevbeşiya hev, em nikarin ewlehî û aramiyê li navçeya xwe dabîn bikin.

 

Wezîrê Derve yê îranê pesna rola Nêçîrvan Barzanî jî da û got, Nêçîrvan Barzanî dostekî hezkirî yê me ye.

 

Mihemed Cewad Zerîf li ser hewlên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, pesna hewlên PDKê û YNKê da.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî jî di vê konferansa hevbeş a bazirganî de ragihand, Îran cîranekî giring ê Herêma Kurdistanê ye û wî welatî hertim destê dostayetî û hevkariyê bo Herêma Kurdistanê dirêj kiriye.

 

Nêçîrvan Barzanî amaje bi pêwnediyên dostane û dîrokî yên Îranê û Herêma Kurdistanê kir û diyar kir, ew piştgirî li pêşxistin û xurtkirina pêwendiyên li gel Îranê dikin.

 

Serokwezîr Barzanî bi bibîranîna alîkariyên Îranê bo Herêma Kurdistanê, da xuyakirin, ku Îranê di dema xwe de deng û êşa Helebceyê gihande hemû cîhanê.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, ku ew dê hemû hewlên xwe bidin , daku kêşeyên karsaz û bazirganên Îranê li Herêma Kurdistanê bêne çareserkirin.

 

Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku rewşa Herêma Kurdistanê ber bi baştirbûnê ve diçe û tekez jî kir, ku ew geşbînin bi pêşeroja Herêma Kurdistanê.

 


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.61 seconds