Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

AMED – Cotkar ji buhayê genimê ku hikûmetê diyar kiriye, ne razî ne

Ji aliyê RÛDAW 15-7-2017
Li Bazara Geniman a Amedê bi hezaran ton genim di nav depoyan de mane

Amed (Rûdaw) - Îsal ber û bereketa zeviyên çandiniyê baş be jî li gor cotkarên Amedê, buhayê genim, dexl û dan ne ewqas baş e.

 

Cotkar Suleyman Îskenderoglu tevî ku Serokê Jûra Cotkarî ya Bajarê Nû ya Amedê ye, bi dehan ton genimê wî di destê wî de maye. Ew ji niha ve ketiye derd û tatêla kredî û deynan.

 

Suleyman Îskenderoglu ji Rûdawê re ragihand: “Buhayê genim diviyabû herî kêm milyonek û 250 lîre bûya. Hûn dibînin genimên me gişt li ser bênderan man. Cotkar gişt perîşan bûn. Em giş perîşan bûn. Deynên me ji bankayan re hene. Me hemûyan bi deyn kredî wegirtine. Du traktorên min hene, herdû tiraktorên min jî, bi deynê krediyê min kirîne. Cotkar giş weke min in. Em giş di bin metirsiya fayîzxur û fayîza bankayan de ne. Ger em vî genimî nefiroşin emê çawa deynê xwe bidin? Heciz dê were ser malê me."

 

Li Bazara Geniman a Amedê bi hezaran ton genim li hundirê kewaran û li ser kolanan hatine rokirin. Lê kiriyarê ku genim bi buhayekî baş bikire tune ye.

 

Buha û rayîşa zexîr û genim diviyabû di Hezîranê de bihata eşkerekirin. Lê Wezareta Cotkariyê ya Tirkiyê di 12ê Tîrmehê de ragihand ku serê jêr ê rayîşa genimê reş 800 lîre, genimê hişk ê sor jî 940 lîre ye.

 

Serokê Borsaya Bazirganiyê ya Amedê Engin Yeşil diyar kir: “Buhayê genim gelek kêm destnîşan kirine. Ji ber vê yekê TMO (Nivîsîngeha Berhemên Zeviyan) jî dereng distîne. Lewra piraniya cotkaran genimê xwe li ser bêderan hiştine. Hinekan çûne ji xwe re depoyên geniman kirê kirine. Ji ber vê yekê zerer û ziyan li cotkaran ketiye. Diviyabû buha û rayîşa genim hinek zêdetir ba. Dê hingê ji bo cotkaran baştir dibû."

 

Li Amedê 6 milyon 500 hezar donim zeviyên çandiniyê hene. Di van zeviyan de ji sedî 65, genim tê çandin. Sala par milyonek û 249 hezar ton hatiye hilberandin û îsal hilberîn bi saya baranê ji sedî 20 zêde bûye.


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-06-09 2:00:54 PM
Dr.Sabir pir şaşe ku dema bixweze biebe Serkomarê Îraqê. Serkomatr erê pişka Kurd de ,lê bi qezaye û Dr.Sabir zane ku li ser Derece Qesrê Clal...
Kurdekk bakur | 2018-06-15 9:10:08 AM
Serok komariy maffee kurdistaniy ya ye... Em kurdin... ser bilindin.... Hemi Kurd ji dikarın serok komariy ye ereban rindtir bikkin..
Namzedê YNKê yê ji bo Serokomariya Iraqê eşkere dibe
| 9-6-2018 | (2)
Diplomat | 2018-06-08 6:15:17 PM
Hûn bibêjin kû kurdê misilman ji Saxo ye belav bikin, weneshêrin!!!!
Penaberekî iraqî li Almanya destdirêjî li keçeke 14 salî kir û ew kuşt
| 8-6-2018 | (1)
Renas | 2018-06-08 4:13:54 PM
Ne artêsa azad, artêsa kera.
Li Efrînê fermandarekî Kurd ê opozisyonê hate kuştin
| 8-6-2018 | (1)
Rensa | 2018-06-08 10:58:28 AM
Destxweees, berdin teva.
Nemsayê briyara dersînorkirina 60 melayên tirk da
| 8-6-2018 | (1)
0.547 seconds