Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Tirkiyê baca li ser pîvazan rakir

Ji aliyê Mehdî Mutlu 17-1-2019
Ji bo kêmkirina nirxê pîvazan, hikûmeta Tirkiyê baca li ser pîvazên hawirdekirî rakir.

Amed (Rûdaw) - Hikûmeta Tirkiyê ji bo ku rê li ber berzbûna nirxê pîvazan bigire, biryar da û baca gumrika li ser pîvaz heta dawiya meha Sibatê rakir, heta niha baca gumrika pîvazê ji bo dewleta Bosna Hersekê %30.9  û ji bo Singapurê wek % 49 dihata sepandin.

 

Bi rakirina baca gumrikê ya li ser pîvazan, dê ji dewletên derve pîvaz were nav bazara Tirkiye û Bakurê Kurdistanê; dema pîvaz li van bazaran zêde bin û hewcehî dabîn bibe fê nirxê pîvazan dakeve; lê serokê Hala Amedê dibêje ku ev rêbaz ne çareseriyeke mayînde ye.

 

Serokê Hala Amedê, Mehdî Taş ji Rûdawê re ragihand: "Niha nirxê pîvaz derketiye serdestê 5 lîreyan ev nirx ji bo pîvazê gelek zêde ye; niha dewlet dixwaze ku pîvazan ji dervayê welat bîne; lê ev bi ya min ne çareseriyeke mayînde ye û ez dikarim bêjim wê nirxê pîvazê  bilindtir bibe."

 

Îbrahîm cotkarekî Tirk e ku wî ji bajarê Nîğdeyê pîvaz û patat aniyê nav hala Amedê da ku bifroş e; ew fikar û nîgaran e, ji bo ku nirxê pîvazê li nav hemû bazarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêde bûye; lê ew dîsa jî dibêje ku ez xisirîme.

 

Cotkar û hilberînêrê Pîvazan, Îbrahîm Aydin jî da xuyakirin"Ez cotkar im,  pîvazê  min li nav zevî bi 10 quruşan e; dema hat vê derê dibe 4 lîre, 3 kompaniyên mezin li Tirkiyê hene ku malên me ji nav zeviyan bi erzanî kom dikin û bi nirxekê zêde difroşin welatiyan, cotkar her tim xisarê dibîne, bi rastî jî cotkarî êdî pere nake û hikûmeta Tirkiyeyê palpiştiya dewlemendan dike; ne yê xizanan"

 

Komisyonvanên bajarê Amedê jî dibêjin ku ji ber berzbûna nirxê pîvazan karê wan gelek sist bûye ji bo ku niha nirxê pîvazan bi yê mûz û kêviyê re pêşbazî dike herwisa biryara rakririna baca gumrika pîvazan hîn jî tu bandoreke erênî li ser kirîn û firotina wan nekiriye.

 

Mahmûd Gungor ku karê wî pîvazfiroşî ye, dibîje:" Rakirina baca gumrikê ya ser pîvazan heta niha tu bandoreke erênî li ser karê me nekiriye û ez ne bawer im ku wê bandoreke erênî bike jî, berzbûna nirxê mazot, gubre û dolarê sedema qeyranê ye divê ev werin çareserkirin."

 

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, sala borî jî ji ber hişkesaliyê di mehên 1 û 2 an de nirxê pîvaz û patatê % 300 zêde bibûn; hikûmeta Tirkiyeyê ji vê yekê tomerîfiroşên pîvazan berpirsyar girtibû û diyarkiribû ku ew tomerîfiroş pîvazan di depoyên xwe de xef dikin da ku nirxê wê zêde bibe herwisa bi tîmên peywendîdar bi ser embarê wan de hatibû girtin û ceza li wan hatibû birîn.


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.328 seconds