Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Xalên gumrikî yên navbera Hewlêr û Bexdayê tên rakirin

Ji aliyê RÛDAW 18-1-2019
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Ew bû çendîn car ku nûnerên Hikûneta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê di derbarê rakirina xalên gumrikî yên navbera xwe de dicivin. Bi gotina rayedarên herdu aliyan, Hewlêr û Bexdayê ji bo rakirina xalên gumrikê bi temamî li hev kirine û tenê biryara dawî ya civata wezîran a Iraqê maye.

 

Roja Sêşembiyê, Encûmena Wezîrên Iraqê biryar li ser rakirina hemû xalên gumrikî yên navbera parêzgehên wî welatî da, ku pere ji xelkê û kamyon û tirêlîiyên veguhastina kelûpelan distînin.

 

Ji bo cîbicîkirina rêkevtinên navbera xwe û rakirina xalên gumrikî, şandên wezaretên bazirganî yên Kurdistan û Iraqê jî ew bû çend roj, ku li ser wê mijarê dixebitin.

 

Roja (21-11-2018) parlamentoya Iraqê bi piraniya dengan yasayek bo rakirina hemû xalên gumrikî yên di nav sînorê Iraqê de pesend kiribû.

 

Tevî ku zêdetir ji mehekê ye, ku parlamentoya Iraqê rakirina xalên gumrikî yên navbera Herêma Kurdistanê û parêzgehên navend û başûrê Iraqê pesend kiriye, lê hêj ew biryar nehatiye cîbicîkirin û xalên gumrikî nehatine rakirin.

 

Serokwezîrê Iraqê, Adil Ebdulmehdî ragihandiye, divê ew xalên gumrikê nemînin, lê ne berpirsên li Kerkûkê û ne jî yên li Mûsilê, guh nedane vê biryarê û xalên gumrikî nerakirine.

 

Herwiha mijara kargehên ku li Herêma Kurdistanê rê bi karkirina wan hatiye dan, lê belê ruxseta wan a karkirinê li cem hikûmeta Iraqê nîne, di civîna roja 15ê vê mehê ew babet jî hatiye gotûbêjkirin û Hewlêr û Bexda li ser wê yekê jî gihîştine rêkevtinê.

 

Parlamenter û Endamê Lijneya Pîşesaziyê di parlamentoya Iraqê de, Etwan Elî ji Rûdawê re got: “Rêkevtin heye di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navend de, di derbarê dayîna ruxseta karkirinê bi kargehên Herêma Kurdistanê. Bi rastî ti niyeteke xirab nîne bo rênedan bi karkirina wan, lê belê ew proseyeke rêxistinî ye û pêwîst e di rêya hikûmeta federal re be.”

 

Wezareta Bazirganî ya Iraqê dijî wê yekê nîne, ku ruxseta karkirinê bide wan kargehên Herêma Kurdistanê, daku bikarin li parêzgehên navend û başûrê Iraqê jî kar bikin. Lê belê di derbarê rakirina xalên gumrikî de, ew jî li benda biryara Encûmena Wezîran a Iraqê ne.

 

Cîgirê Rêveberê Giştî yê Wezareta Bazirganî ya Iraqê, Mihemed Henûn dibêje: “Diyarkirina dem vedigere bo aliyê bilind di Encûmena Wezîran û Lijneya Aborî de. Em li Wezareta Bazirganî hêvîdarin ku di rojên bê de ew yek were ragihandin, ku prose li hemû Iraqê were cîbicîkirin. Em hêvî dikin ku ew mijar dawî lê bê, em li gor biryara encûmena wezîran a nû kar dikin.”

 

 

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Alan Kerkûkî | 2019-02-11 9:28:12 AM
A qenc ew e ku hukumeta Kurdistanê bi Turkmenîstanê ra peymanek mubadelekirina turkmanên Başûrê Kurdistê û kurdên Turmenîstanê îmze bike, da ku her...
Eniya Tirkmenî li dijî vegera Pêşmerge bo Kerkûkê derket
| 11-2-2019 | (1)
Cemal | 2019-02-10 9:12:29 PM
Kurd çıma Navîn yek millet?binêrin TURK çava dıbın yek deng. Em tu caran weha nabînin. Êdî Besê. Sîyasetmedarên Kurdan milletê Kurd hak nake. Dîsa...
Mirza Akar | 2019-02-11 6:19:34 AM
Li Wanê tu namzetê Tifaqa netewî Åu demokrat tune ye. Bajarên ku namzetên Tifaqa Netewî û demokrat hene: Amed, MÅerdÅin, Mûs û Batmanìn.
Du partiyên Kurdî bi awayekê serbixwe tevlî hilbijartinê dibin
| 10-2-2019 | (2)
Kurdistan | 2019-02-10 12:15:59 AM
ka Tirk hevalên Kurdan û Kurdistanê bûn?!
Derbarê PAK,  PDK-T û  PSKê de doza girtinê hat vekirin
| 9-2-2019 | (1)
Brahim Xelîl | 2019-02-09 8:38:47 PM
Keko wele em hemû dizanin, rewşa me, zimanê me, çanda me roj bi roj ber bi tunebûne ve diçe. Hawar û gazin êdî bêfeyde ye. Di vî warî de em kurd...
Zimanê nebû zimanê zarokên me
| 7-2-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin 24-1-2019 |

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin

Hevseroka Enccûmena Cîbicîkar a MSDê dibêje, divê Zêdetir
0.438 seconds