Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Kargehên Kurdistanê ji bo ku gumrig nedin Iraqê divê moletên xwe nû bikin

Ji aliyê RÛDAW 18-1-2019
Li Herêma Kurdistanê moletên 5 hezar û 10 kargehan hene

Hewlêr (Rûdaw) – Hemû kargehên Herêma Kurdistanê, ji bo ku êdî dema berhemên xwe hinardeyî naverast û başûrê Iraqê dikin gumrig nedin, divê moletên xwe nû bikin.

 

Li Herêma Kurdistanê moletên 5 hezar û 10 kargehan hene, nêzîkî %25ê wan berhemên xwe hinardeyî naverast û başûrê Iraqê dikin.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rakirina xalên gumrigê yên navxweyî yên navbera parêzgehan û nûkirina moletên kargehan, li gel hikûmeta Iraqê gihiştine rêkeftinê.

 

Kargehên Herêma Kurdistanê divê li gor yasaya hejmara 20 a sala 1998an moleta xwe nû bikin. Nûnerên kargehan jî pêwîst nake biçin Bexdayê, ji ber desthilat ji Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Herêma Kurdistanê re hatiye dayîn ku rêkarên pêwîst bi cih bîne.

 

Biryar e di nav 10 rojên bê de şandeke Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Herêma Kurdistanê biçe Bexdayê. Ev jî ji bo cîbicîkirina hemû wan xalên ku li ser wan li hev kirine di pênasa gumrigê ya hevbeş de û yekxistina moleta hawirdekirin û pabendbûna Herêma Kurdistanê bi yasayên Iraqê li xalên sînorî û geşepêdana berhemên navxweyî.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
Nîşankirin : Kargeh, Kurdistan
812 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Ali As | 2019-02-18 11:36:08 AM
Ma gello Tirk nabêjin Kurd birê meine??
Tîma Cîzresporê li Antalyayê rastî êrîşeke nîjadperestî hat
| Duh vî demî 11:28 | (1)
Alan Kerkûkî | 2019-02-11 9:28:12 AM
A qenc ew e ku hukumeta Kurdistanê bi Turkmenîstanê ra peymanek mubadelekirina turkmanên Başûrê Kurdistê û kurdên Turmenîstanê îmze bike, da ku her...
Eniya Tirkmenî li dijî vegera Pêşmerge bo Kerkûkê derket
| 11-2-2019 | (1)
Cemal | 2019-02-10 9:12:29 PM
Kurd çıma Navîn yek millet?binêrin TURK çava dıbın yek deng. Em tu caran weha nabînin. Êdî Besê. Sîyasetmedarên Kurdan milletê Kurd hak nake. Dîsa...
Mirza Akar | 2019-02-11 6:19:34 AM
Li Wanê tu namzetê Tifaqa netewî Åu demokrat tune ye. Bajarên ku namzetên Tifaqa Netewî û demokrat hene: Amed, MÅerdÅin, Mûs û Batmanìn.
Du partiyên Kurdî bi awayekê serbixwe tevlî hilbijartinê dibin
| 10-2-2019 | (2)
Kurdistan | 2019-02-10 12:15:59 AM
ka Tirk hevalên Kurdan û Kurdistanê bûn?!
Derbarê PAK,  PDK-T û  PSKê de doza girtinê hat vekirin
| 9-2-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin 24-1-2019 |

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin

Hevseroka Enccûmena Cîbicîkar a MSDê dibêje, divê Zêdetir
0.172 seconds