Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Li Bakurê Kurdistanê sektora avahîsaziyê %90 rawestiyaye

Ji aliyê MAŞALLAH DEKAK 23-2-2019
Rûdaw

Amed (Rûdaw) - Li Amedê û li bajarên Bakurê Kurdistanê ji ber qeyrana aboriyê û bilindbûna buhayê kelûpelên avahîsaziyê lêkirina xaniyan ji sedî 90 rawestiya. Berê salane li Amedê nêzî 30 hezar xanî dihatin lêkirin lê niha ti xaniyekî ku bê lêkirin li ber çavan nakeve. Ji ber rawestîna karûbarên lêkirina avahiyan tenê li Amedê 12 hezar karkerên avahîsaziyê bêkar man. Di nava salekê de tenê li Amedê 300 emlakvan deriyên dikanên xwe girtin. Piraniya xaniyên avahîsazan ku salek e temam kirine di destê wan de ma.

 

Li gorî amarên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê li gorî salek berê kirîn û firotina xaniyan li tevahiya Tirkiyê ji sedî 25 kêm bû. Par jî ev rêje ji sedî 26 kêm bibû. Ji ber vê yekê kirîn û firotin li gelek bajaran heta ji sedî 70 jî daket.

 

Li gorî mutahîdan li bajarên Kurdan kirîn û firotina xaniyan ji sedî 90 daketiye. Di ser de buhayê kelûpelên avahîsaziyê jî ji sedî 29 bilind bûye. Ji ber ku barê avahîsazan giran bû, tenê li Amedê 400 avahîsazan projeyên xwe dan rawestandin. Li bajêr 12 hezar karkerên avahîsaziyê bêkar man. 

 

Avahîsaz Hacî Cebraîl Yalçin got: “Ji sedî sed li vir avahî sekinîne. Karker hemû betal in. Karker hemû perîşan in. Ka karker dê biçin ku derê? Li vir belkî 10 hezar karker hebûn. Li cem me 180-190 karker dixebitîn lê niha 5 karker li cem me nemane. Êdî karê me qediyaye.”

 

Ji ber kêmbûna kirîn û firotina xaniyan di nava salekê de li Amedê 300 emlakvanan kargehên xwe girtin. Hin emlakvan hene ku mehê xaniyekî jî nikarin bifiroşin. Ehmed Kurtdogmuş jî yek ji van emlakvan e.

 

Ehmed Kurtdogmuş diyar kir: “Piyase tune ye. Muşterî tune ye. Kar sekiniye. Bawer bike kes hene nikarin nan bibin mala xwe. Kar tune ye. Xanî nayên firotin.”

 

Sedema bingehîn a rawestîna lêkirin, kirîn û firotina avahiyan bilindbûna faîzên kirediyê ne.

 

Welatiyek bi navê Şêxmûs Ektîren dibêje: “Niha kes nikare xaniyan bistîne. Xaniyên niha buha ne.”

 

 

Faruk Çelîk jî diyar dike: “Eynî buha jî be kes nikare xaniyan bistîne. Lewre kredî pir zêde bûne.”

 

 

Îsmaîl Yildiz destnîşan dike: “Îcar zêde bûye kes nikare bistîne. Yanî rewşa me nebaş e.”

 

Li bajarê Amedê ji sala 2007an heta 2014an salane nêzî derdora 20-30 hezar xanî dihatin lêkirin. Lê niha li bajêr yek tu hîmê lêkirina xaniyan li ber çavan nakeve.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
722 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.343 seconds