Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Şandeke bazirganî û kompanyayê Amerîkî serdana Herêma Kurdistanê dike

Ji aliyê RÛDAW 23-10-2018
Rêveberê Ragihandinê yê Yekîtiya Jûrên Bazirganî û Pîşesaziya Kurdistanê Eskender Mihemmed

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke bazirganiya Amerîkayê serdana Herêma Kurdistanê dike û li gel Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Hewlêrê dicive.

 

Duh êvarî şandeke bazirganî ya Amerîkayê serdana Herêma Kurdistanê kir, ku ji nûnerên 25 kompanya û bazirganên Amerîkî pêk hatine. Şanda Amerîkî li gel Yekîtiya Jûrên Bazirganî û Pîşesaziya Kurdistanê hevdîtinek encam da.

 

Rêveberê Ragihandinê yê Yekîtiya Jûrên Bazirganî û Pîşesaziya Kurdistanê Eskender Mihemmed got, “Em girîngiyê bo xwe di vê serdanê de dibînin ku hejmareke berbiçav ji kompanya û bazirganiyên Amerîkî li gel bazirganên Kurdistanê di hevdîtinekê de guftûgoyê dikin. Bo ku bigihên çend xalên hevbeş û peywendiya bazirganî ya di navbera wan de bihêz bikin.”

 

Bi gotina Eskender Mihemmed bihêzkirina peywendiyên aborî li gel Amerîkayê û hatina sermayeyê Amerîkî bo Kurdistanê dibe sedemeke baş û faktoreke bihêz bo piştevaniya Herêma Kurdistanê û di paşerojê de jî dibe piştevaniyeke siyasî.

 

Rêveberê Ragihandinê yê Yekîtiya Jûrên Bazirganî û Pîşesaziya Kurdistanê got, “Hevdîtineke bi vê şêweyê û wiha berfireh bo cara yekem e li gel Amerîkiyan tê kirin. Beriya niha hevdîtineke du alî û çend alî hatibû encamdan lê cara yekem e bi şêweyekî berfireh encam dide.”

 

Roja duşemê ya hefteya derbasbûyî şandeke bazirganiya Tirkiyê serdana Herêma Kurdistanê kiribû û li gel Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê civiya bû, ku ji nûnerên 12 kompanya di warê cuda cuda de pêk hatibû.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-11-12 9:54:59 PM
Katar e pera bide
Li Tirkiyê bandora berzbûna dolar her diçe girantir dibe
| 12-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe 6-11-2018 |

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Zêdetir
ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin 22-10-2018 |

ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin

Sekreterê El-Partiyê Nesredîn Ibrahîm ji Rûdawê Zêdetir
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz 21-10-2018 |

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz

Bi boneya ragihandina encamên fermî yên Zêdetir
0.406 seconds