Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Iraq tenê %10ê para nefta spî ya Herêma Kurdistanê dişîne

Ji aliyê RÛDAW 27-10-2018
Buhayê nefta spî li bazaran bilind bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Di dema 4 salên hikûmeta Iraqê de para neftê ya zêdetirî %90ê hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê nehat şandin. Ev jî bû sedem ku buhayê nefta spî li bazaran bi rêjeyeke berbiçav bilin bibe.

 

Serokê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, ku di danûstandinên li gel Bexdayê de şandina nefta spî bike karê li pêş.

 

Di nav çend salan de tenê nêzikî %10ê hemwelatiyên Herêma Kurdistanê salane para xzw eya bermîleke nefta spî ji hikûmeta Iraqê werdigirin. Zêdetirî 4 salan beşeke zêde ya hemwelatî neftê nagirin, ev jî wiha kir ku buhayê nefta spî giran bibe û hemwelatiyên herêmê bo birîna daran xwe dispêrên çiyayiyan.

 

Serokê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Azad Miehmmed ji Rûdawê re ragihand, ku ew para ku hikûmeta Iraqê bo Silêmaniyê dişîne, gelek kêm e û daxwazê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, li gel  kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê şandina nefta spî bike karekî li pêş û kêşeya nefta spî çareser bike.

 

Serokê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê behsa wê yekê kir ku ji ber girîngiya nefta spî bo demsala zivistanê, nabe hikûmeta Herêma Kurdistanê li benda Iraqê be, em daxwazê ji hikûmeta Herêma Kuridstanê dikin ku bila ew bi xwe nefta spî dabîn bike bo wan hemwelatiyên heta niha neft wernegirtine.

 

Salane pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi 250 milyon lître neftê heye. Eger her malek 3 bermîl neftê di demsala zivistanê de bi kar bîne, bo wê derbaskirinz zivistanê li Herêma Kurdistanê pêwîstî bi 750 milyon lître neft heye.


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 21 demjimêr berê | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 23 demjimêr berê | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.609 seconds