Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Bandora giştpirsiyê li ser nirxê dolar li hemberî lîreyê tirkî

Ji aliyê Emîn Aba 28-9-2017
Rûdaw

Stenbol (Rûdaw) - Giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê bandorek li zêdebûna nirxên dolar li hember lîreyên tirkî kir.


Heta roja dengdana giştpirsiyê jî yek dolar li Turkiyê 3 noxte 47 lîre bû. Lê piştî dengdanê û daxuyaniyên rayedarên Tirkiyê nirxê dolarek heta 3.55an jî firiya. Karsazên li gel Herêma Kurdistanê bazirganiyê dikin nîgeranin.


Piştî roja duşema 25ê îlonê ku proseya dengdana giştpirsiyê dest pê kir rayedarên Tirkiyê, bi daxuyaniyên xwe yê li hember giştpirsiyê bazara aboriya vî welatî nîgeran kir. Dolar jî ji vê nesîbê xwe girt û her ku çû nirxê xwe li hember lireyê tirkî zêde kir. Endamê Borseya Stenbolê Dirav û zêrfroş Cahît Baş amaje dike ku divê hikûmet çarê ji vê bibîne eger na wê gellek zererê bikin.


Dirav Froş Cahît Baş ji Rûdawê re wiha got: “Gellek bandorê lê kir. Dema hêj giştpirsî encam neda bû dolar 3 hezar û 4 sed û tiştek lireyê irkî bû. Lê piştî giştpirsî encam da heta 3 hezar û 5 sed û 50 lîreyî berz bû. Dema dolar jî berz dibe piyase gellek zerarê dibîne. Mesela em karê zêran jî dikin niha zêr grama wê çûye 150 lîreyî. Înşalleh ev rewş dewam neket. Eger dewam bike emê perîşan bibin."


Daxuyanî çiqas tund dibe û kengî behsa destwerdanên leşkerî tên kirin bazara tirkî jî neseqamgîr dibe û bi vê girêdayî nirxê lîreyê tirk li hember dirav xwe kêm dike.


Serokê Komeleya Peyamnêrên Aborî Turgay Turker balê dikişîne ser tetbîkatên leşkerî yên ku artêşa Tirkî li sînorê Herêma Kurdistanê saz dike û diyar dike ku Tirkiye derîyê sînor bigire jî wê ev yek demek kurt bikêşe. Ger na wê kargehên berhaman yek bi yek bên girtin.


Serokê Komeleya Peyamnêrên Aborî Turgay Turker jî got: “Divê herêm vê ji xwe bifikire gelo ger Tirkiye derî li ser wan bigire dê berheman ji ku peyda bikin? Îran an Surî? Na! Deriyek tenê heye ew jî Tirkiye ye. Bi daxuyaniyan jî tê xwestin atmosfer bê nermkirin. Dibe ku di demek kurt de alozî berdewam bike lê Tirkiye wê bihêz raweste û divê rewş were asayîkirin. Dewlet divê tedbîrên xwe bigire."


Tirkiye dalane nêzîkî 12 milyar dolar hinardeyê ji bo Irak û Herêma Kurdistanê dike. Ev jî dike 10 ji sedî hinerdeyên Tirkiyê bo welatên cîhanê. Niha ya tê meraqkirin ew e ku gelo dê Hikumeta Tirkiyê xetê li ser vî perî bikişîne an na? 


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| 13-12-2017 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| 13-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-03 8:22:29 AM
Divê Gelê Kurd bi hîç şêweyek Rêsulta (Encam) a Rêfêrandumê nehelweşîne û hinekê din Sebr bike!!!!! Ji ber kû Krîzek yêkcar mezin li benda Îraqê ye û...
Iraqê helwesta xwe ya li hemberî hewldanên Fransayê diyar kir
| 3-12-2017 | (1)
0.406 seconds