Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

AMED – Werzê çinîna pembû bi kêşe dest pê kir

Ji aliyê Mehdî Mutlu 29-9-2017
Amed

Amed (Rûdaw) – Werzê çinîna pembû îsal li deşta Amedê tevî pirsgirêkên cotkaran, destpêkir. Cotkarên pembû ji ber nebûna pale û karkeran nîgeran in, ku barana demsalê bibare û hilberînên wan pûç bibe. Herwisa giranbûna buhayê gubre û mazotê jî çandina pembû aniye asta herî kêm û cotkar ev 10 sal in ku hêdî hêdî dest ji pembû berdidin û bala xwe dane ser çandina garis û genimê.

 

Zozan, Bêrîvan û Bêrîtan di berbanga sibê de,  li ber têhna roja ji havînê şikestî, xîreta çinîna pembû dikin. Di vê demsalê de karên wan her ev e, werzê çinîna pembû li deşta Amedê jî destpêkiriye û niha dem dema pembû ye.

 

Pembû karek giran e, hem ji bo cotkar û hem jî ji bo paleyan.

 

Paleya pembû Zozan Bayrak: "Serê sibê li seet 6 an em tên ser erd, bi rastî karekî gelek zehmet e."

 

Paleyê pembû Vahît Topûz: "Pembû pere nake û ev dibe sebebê ku em perê xwe nastînin."

 

Serkarê paleyên pembû Mihemed Erdogdû: "Her tişt buha ye û jiyan pir zor bûye."

 

Beriya 10 salan li dorûberê Amedê zeviyên ku dihatine ajotin 3 ji 4an a pembûbû. Ji ber ku buhayê wê ji hemû hilberînên kiştikulaiyê zêdetir bû ango ew zirê spî bû, lê ew dewran nema û niha tu kes xwe bi pembûyê xerîk nake, rêjeya hilberandina wê 75 ji sedî ketiye.

 

Cotkar Metîn Subaşi dibêje: “Buhayê pembû ev çend sal in weke xwe ye. Neft buha dibe pembû wek xwe ye, gubre buha dibe pembû wek xwe ye, heqê paleyan zêde dibe pembû wek xwe ye. Berê zêr bû lê niha nake tiştek. Pere hebe jî pale nîn in ku werin biçinin."

 

Paleyên pembû ji buhayê karkeriya erzan bi gazincin. Cotkar jî ji nebûna karkeran. Cotkar dibêjin, ku êdî karker nayên ser zeviyê pembûyan, ew hemû diçin metropolên Tirkiyê.

 

Bazirgan Remzî Ocal diyar dike: "Berê axayên pembûyan hebûn; kê xwediyê zeviya pembû bûya ew dewlemendê welat bû. Niha ne wisa ye, em pale nabînin kesek nayê ser erdê bi pembû ji ber ku cefayê wê zêde ye. Paleyên ku tên jî hemû nas û xizmên me ne."

 

Endamê Revebiriya Jûra Pişesazî û Bazirganiyê yê Amedê Husnû Pervane, berê li vî çewliga xwe bi tevahî karê pembû dikir. Lê ev demeke dirêje, ku karê pembû hêlaye û karê genim dike. Perwane amaje dike, ku buhayê pembû her diçe zêdetir dibe û ew ji paşeroja pembûyê bi hêvi ye.

 

Husnu Pervane dibêje: “Nirxê pembû ev du sal in zêde dibe. Her çend hîn jî ji asta pêşwazîkirina pêwîstiyên cotkaran dûr be jî ez bawerim wê di demeke nêz de dîsa were asta xwe ya berê. Nîşana wê zêdebûna çandina pembû ye ku li bajarê Amedê niha zeviyên pembû firehtir dibin."

 

Tirkiye pêwîstiya xwe ya pembûyê 50 ji sedî ji Bakurê Kurdistanê dabîn dike. Para bajarê Amedê di vê rêjeyê de 11 ji sedi ye. Herwiha Tirkiye di hawirdekirina pembû de di rêza 3yemîn de ye, tevî ku her sal hewcehî zêdetir û hilberandin kêmtir dibe.

 

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
Nîşankirin : Amed, Pembû, Cotkar
320 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

cd | 2017-10-22 9:10:40 AM
vanan listekin xwe mexapinin ,hesdi seibi u erdogan bi hevra va pilana li tehrane cekirin.hesdi seibi digot xuna kurdan herame birijine,ka ? ,bi...
Heşda Şeibî gef li Erdogan xwar: Emê derbeya mirinê li te bidin
| 13 demjimêr berê | (1)
Azad Dîlokî | 2017-10-22 7:50:41 AM
Bi vê nûceyê ez serbilindim bi RÛDAW ê û ez karê we pîrozdikim, HERHEBIN!
Ji ENEXê bo Rûdawê: Berdewamkirina karê profesyonel girîng e
| 17 demjimêr berê | (1)
de | 2017-10-22 6:55:41 AM
we humarik list ji boye berjiwendiye xwe kurdistan ji sedi 50% cu, naha aqil bigren, ew sert u mercen Irake tunebuna kurdistaneye, dibe kurd xwe topi...
‘Kes dê nikare îradaye serxwebunê bişkîne’
| Duh vî demî 06:35 | (1)
botan | 2017-10-21 10:51:54 PM
gele kürd greke zanibi go mala talabani kürdistan firotine ara u gereke av dijmin bene ditin ji boni kürde
Ajansa Parastin û Zanyarî ya YNKê: Metirsî li ser partiyên rojhilatî nîne
| Duh vî demî 08:49 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.265 seconds