Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Li Sûra Amedê festîvala xurakên xwemalî

Ji aliyê RÛDAW 29-9-2017
Rûdaw

Amed (Rûdaw) - Li taxa Sûr a bajarê Amedê, bi tevlîbûna bazirganên ku ji 70 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatine, festîvala kelûpel û xurakên xwemalî hatiye sazkirin û di vê pêşangehê de zêdetir ji 200 cureyên xurek û kelûpelên deverê hatine pêşandan.

 

Li Sûr a Amedê, bazirganên 70 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê konê xwe vedane û kelûpelên xwe yên xurakê pêşan dane.

 

Her bazirganek ji bajarekî hatiye û kelûpelên xwe yên deverî bi xelkên Amedê didin naskirin, ji sabûna kizwanê ya Sêrtê bigire heta hingiv, benî, helaw û 200 curên xurakan, her tişt li vê derê hatiye raxistin.

 

Firoşkarê Kurd, Ibrahîm Kemal ku beşdarî di vê pêşangehê de kiriye, ji Rûdawê re axivî û got: "Em ji bo nasandina hilberînên bajarê Sêrtê hatine bajarê Amedê, di her hilberînek me de şifa heye, çi sabûna kizwanê, çi hîngivê me û çi fistiqê me bala herkesî dikşîne."

 

Firoşkarên di bin konan de, bi giranî ji bajarên Tirkiyeyê hatine vê derê, di her konekê de mûzîka wan a fulklorîk lê dixe.

 

Okan jî xortekî Trabzonî ye ku ew cara yekeme hatiye bajarê Amedê û ew amaje dike: "Ku mirov hevdu nas neke nikare ji hevdu hez jî bike."

 

Firoşkarê Tirk Okan Ademoglû wiha dibêje: "Em dixwazin ku li hemû bajarên rojhilat bigerin, min di temenê xwe de bajarê Şirnex û Colemêrgê nedîtiye, dixwazim herim wan deran jî, Gelê Kurd birayên me ne û ez pir ji wana hezdikim."

 

Di pêşengehê de xurakên xwemalî yên herî zêde ku bal kişandine ser xwe, bêguman xurakên Kurdî bûn û tabloya pêşengehê herwisa nexşeya bereket û rengîniya erdnîgariya Kurdistanê dida nîşandan.

 

Organîzatorên  pêşengehê jî destnîşan kirin ku di van rojên destpêkê de, wana eleqeyeke  mezin kişandiye ser kelûpelên 70 bajarê û heta niha gelek bazirganan nîvê hilberînên xwe firotine.

 

Organîzatorê pêşangeha xurakan, Xalis Çaçan jî da xuyakirin: "Ev pêşenhegê bi vê rengê rê li ber vedike, ku mirovên cuda hevdû nas dikin û biratî di nav wan de çêdibe, îmaja bajarê Amedê di hizrê tirkan de nebaşe dema tên vî bajarê dibînin pêşderaziyên wan berze dibin."

 

Xelkên Amedê jî bi pêşengeha kelûpelên xumalî kêfxweş in, ji ber ku ew di nav pêşengehê de carek peyase dikin weka  ku bi 500gavan li 70 bajaran bigerin.

 

Hevniştimaniyê bi navê Rehmî Gungor got: "Rojek du roj berê jî ez hatim vê derê min qehwe kirî, îro dîsa hatim."

 

Firoşkara Amedî Sultan Yaman jî dibêje: "Ji duh ve, me bi 30 kîlo ard nanê ku çêkiribû firot xilas kir."

 

Merdiye Orhan jî firoşkareka Amedî ye û ew dibêje:"Mişterî gelek zêdene, her tişt bi dilê me ye."

 

Welatiya bi navê Zîlan Eken jî got:"Pêşwaziyeke pir zêde heye, ez bi xwe jî Amedî me, xebateke bi vî rengî pir baş bû, destên wan xweş be."

 

Pêşengeha kelûpelên xwemalî dê heta 5ê Cotmehê ji kiryar û serlêderan re vekirî be.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
560 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Malabadéya Silivan | 2017-10-19 5:32:52 PM
Herkes dizane ew ciye wéderé ti$tek núh níne.. Ka béje hún ci dikin jibuy Kurda? Hún weki meymuné " Ez nabínim, ez ti$tek nakim u ez nabizim" dikin.....
CIA: Em agahdar bûne Qasim Silêmanî  çûye Kerkûkê
| 19-10-2017 | (1)
Ka | 2017-10-19 3:51:40 PM
Ka serbazîyeke Kurda yekgirtî li kêderê ye ku vî miletê Kurd biparêze.Ka pêshmerge?!,Ka HPG,?!Ka YPG/YPJ ?! Guhê xwe vêcarê bidin merivek hejar û...
Heşda Şeibî li Xurmato 15 kurd şehîd kirin
| 19-10-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-18 10:32:05 AM
Camêrê Kosret Resûl Erkê xwe bi cîh anî û merdane li ser Postê xwe li Sengerê Şerî ma...lê Bavil Talibanî û Hêro-Xanê Xîyanetek bêhemta li Kurd, li...
Kosret Resûl: Navê çend kêmfamên YNKê dê bikeve nav rûpelên reş ên dîrokê
| 18-10-2017 | (1)
naw | 2017-10-18 10:18:39 AM
hukumate kurdistan bela bibine, medyayi tirk jibo peşmerge u hukumeta kurd çı dibejin. buxunin meze bıkın.
ROJEVA TIRKIYE – Kurd û Iraq piştî Kerkûkê vegeriyan ser hesabê berê
| 18-10-2017 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.36 seconds